1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Parsekê Evînê
Parsekê Evînê,Parsekê,Evînê

Parsekê Evînê

A+ A-



Vegirtoxa min ji min malwêrantir
Ez reben û pepûk
Ew dareke ?ikestî û ziravok
Rew?a min di?ibe tî?kenameya min a
Ku ji bo çend kontûrên telefonê hatiye desteserkirin (1)
Ez qa?o kelayeke asê û bilind
Niha bûme warê pêpûk û kund
Ez ê ku aliyekî wî
wekî berfa çiyayê Bêlî  (2)
Spî û paqij
Aliyê din wekî geliyên welatê min
Kûr, tarî û bimij
Hatim desteserkirin
Mirina bi destê çavsorekî çêtir e ji vê rew?ê
Li welatê min î ku
Her roj ciwanên çavre? û çav?în
Li ser Cûdî û Mûnzûr
Kelare? û Kela?în
Dibin nêçîra gurên devbixwîn
Ez ê stû?ikestî
Deryavanê bê kelek û ke?tî
Parsekiya evînekê dikim
Ji guleke dernixûn
Helbet di bazarê de
Ez ê bêm firotin, lê neyêm kirîn
Û ti?tek bi dest nekeve
Ji bilî jan û girîn




  1- ?îfreya e-maila ango razepeyva tî?tenameya min ji hêla hacker ango raz?ikênekî ve hatibû desteserkirin, ji min û hevalên min doza kontûrên telefonê dikir, lê me ew ji nû ve bi dest xist.
  2- Li herêma Semsûrê ji çiyayê Nemrûdê yê. Ji ciyê ku peyker li ser in re, çiyayê Bêlî dibêjin, ez wisa bawer dikim ku ew navê xwe ji ê?îra Balî digire.

  
Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :