Partiyên melî malî,partiyên,melî,malî

Partiyên melî malî

A+ A-

Bila vê carê jî hinek wêje, bi gotinên qerfî û xweşbêje, ji qelema qehirî birije. Carna rastî wisa xweştir e. Min nivisî û min xwend, tu jî bixwîne!

Partiyên ....melî ...mali (ev paşgînên tirkî tenê daxwaziyê di xwe de dihewîne, wekî; „bibe, baş dibe !“) Rast straneke kurdî heye, dibe ku di dema nivisandina vê daxuyaniyê de ew hatibe bîra wan: „Yar melî melî melî.... Lema defa “..melî …mali” pir hatiye lêxistin.

Tişta sosret: Nû pêhesyane (dibêjin; „tepît eder“) ku sebeba ne çareseriya kêşeya Kurd di dirûşmeya „tek dewlet, tek netew, tek welat, tek al“ de veşartiye. „Lengo lengo şîşeler... Carna tiştê wiha hişime duşeler…“

Hewldanên derdorên dijşer baş dibînin (takdîr eder), ango di wateya „em ne tê de“ de. Lewre ew tenê li gor bayê ji qesra Enqerê diweşe, alê li ba dikin. „De were bayo were! Haaa ji Enqerê… Ala min çik e haa li ser bêderê. Belgiha min nermo haaa serî bidim serê. Hawar xwedêyo vê carê PKK lênede bi def û mawzerê…”

Piştî bi ferman, sond û qirara piştgiriya polîtîka AKP, dîsa wekî her carê sebeba her xirabî û nakokiyê PKK nîşan dan. Bi vê destnîşankirinê anîn bîra dewletê ku li ser soza xwe biskinin û wan muhatap bigirin, vexwînin ber maseya çareseriyê û li hevkirinê. “Em in dest girîdayî bi rewşa şermik, we xêra bavê xwe çi da, emê bigirin bi dilê germik. Bang PKKê mekin ha, ewê werin bi kilêş û girmik…”

Ev derdorên helwestnermik, li hemberê şerê AKP-dewletê lîstika çavgirtonekê dilîzin, hêvî dikin ku wek xelata vê helwestê di çêkirina zagona bingehîn de fikra wan jî were pirsîn!?!. “Em in looo baqilên baqila!.. Me bi salan lîst li cemsarê hola hola!.. Bes bila gel bibîne, me jî çakêt avêtiya ser mila!…”

Kujêriya li Cizîrê şermezarkirin!!!?? Bi kêmasî daxuyaniyeke sersaxiyê dayîn! Çiii!! Nabe! Bi xwedê nabe! Dibe ku bêhna Erdogan paşa teng be, dilê Prof. Davutoglu bêşe, kêfa Dogu Perînçek xira be!... „Nabe bira nabe, welle ev tişt nabe! Dibe ku bi van tiştan fermana me rabe! Wê êdî Swêd jî pîhn li me de, ne bi me ra be!… Başûrr!?! Wê ewê me çi bike ku kîsik vala be!!”

Têbinî: 1 – 6-7 ê sibatê/reşemehê şeş heft pertiyên xwe/ewar li Amedê pêkanîn civîneke bê bang û hawar, dengê topên li ser Sûrê li wan hîç nebû bar. 2 – Vê carê; dibe ji bo xatirê axaftina Davûtoglu ya li Merdînê be, yan jî ji tirsa “master plani” be, di cihê kurdî de ziman, zurne û dahol bi tirkî bû. Av jî ji Uludag û Erciyasê bû.


Gotinên miftehî :