1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. PDK-Ê BERÎ SERSALÊ CAREKE DINÊ DILSOZÎYA XWE JI BO R’ÊJÎMA FAŞÎST A T’IRKÎYAYÊ DIYAR KIR…
PDK-Ê BERÎ SERSALÊ CAREKE DINÊ DILSOZÎYA XWE JI BO R’ÊJÎMA FAŞÎST A T’IRKÎYAYÊ DIYAR KIR…,pdk,ê,berî,sersalê,careke,dinê,dilsozîya,xwe,ji,bo,r,êjîma,faşîst,a,t,irkîyayê,diyar,kir

PDK-Ê BERÎ SERSALÊ CAREKE DINÊ DILSOZÎYA XWE JI BO R’ÊJÎMA FAŞÎST A T’IRKÎYAYÊ DIYAR KIR…

A+ A-

Van demên dawîyê di nav civaka k’urdî da dem bi dem bangên ji bo pêwîstya avakirina yekîtîya net’ewî tên bihîstin. Di nava wan da bi t’aybetî bang li hêzên net’ewî tê kirin, ku ew di têk’oşîna ji bo mafên gelê xwe yên bingehîn da bi di nav yekîtîyekê t’evbigerin.

Û ya balk’êş jî ew e, ku ji ji bo vê hemû jî bang dikin: hem yên ku ji bo mafên gelê xwe û yekîtîya net’ewî ditêk’oşin û jiyana xwe jî nahêvişînin, hem jî yên ku di wê têk’oşînê da li dû berjewendîyên xwe ne, û her tiştî dikin, ku ew yekeîtî pêk neyê, û ji bo vê armancê jî hemû hêza mak’îneya propagandayê bi k’ar tînin, a ku r’êjîmên dagerker sazkirine.

Di vî warî da bi t’aybetî Partîya Dêmokrat a K’urdistanê (PDK-Îraq) ji hemûyan cuda dibe. Û em êdî jizûva ji k’ar û helwesta vê partîyê matma nabin. Her carê, dema nûnerên vê partîyê daxwîyanîyekê didin, hûn bi bawer bin, ku ewana ji bo wê dikin, ku xwestek û daxwazên “dostên xwe yên stratêjîk” – r’êjîma faşîst a T’irkîyayê t’êr bikin. Û, her çi jî hebe, ewana hert’im berjewendîyên net’ewa k’urd ji bo “berjewendîyên stratêjîk” ên r’êjîma faşîst a T’irkîyayê gorî dikin, a ku dost û hevk’ara wan a “strtêjîk” e…

Di dema xwe da, dema min r’ewşa îro ya Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê analîz dikir, ez gihîştim wê yekê, ku: “...Ew, çi ku îro di Herêma Otonom a K’urdistanê da û li dor wê pêk tên, encana ji hêla PDK-ê û r’ayedarên wê va zevtî xwe kirina (ûzûrpatsîon) desthilatê ye. Ew encama wê ye, dema berjewendîyên k’omeke mirovan li ser yên net’ewî r’a tên girtin...

Erê, yekîtîya net’ewî, ji hemû net’ewên cîhanê bêhtir, li me – k’urdan pêwîst e! Yekîtîya net’ewî me divêt! Lê mirov her bi dîalogê dikare bigihîje wê – bi dîaloga net’ewî-giştî! Li vira divê hemû hêzên net’ewî xwedî deng û gotin bin, û divê hemû pirsan li ser bingeha hemû dîtin û nêr’înên li ser ç’areserkirina dubendîtî û ciyawazîyan, bi r’êya govtûgoyên berfireh binirxînin û ç’areser bikin...

Di pêvajoya hevhatina net’ewî da divê nêr’în û dîtinên hemû t’erfan (yên gewre û yên here biç’ûk!) bên hesabhildan...” (bi hêrbînî –

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ her_çi_jî_hebe ).

Lê PDK û r’êvebirîya wê ç’avên xwe hem li ber hêvîyên gelê me, hem jî li ber berjewendîyên wî yên net’ewî digire û, li şûna ku, hemû pirsgirêkên hindur’în û yên derva bi hêzên net’ewî yên dinê r’a bi t’evayî ç’areser bike, hemû planên xwe anegorî Ankarayê amade dike, û, anegorî wê jî, hemû k’ar û barên wan ji wir tên koordînekirin. R’êvebirên PDK (yên ku di heman demê da r’êvebirên Herêmê ne jî!) her carê bi nîşana (işaret) r’êvebirîya T’irkîyayê banzdidin-diçin Ankarayê. Ew diçin bal “mîrên” osmanî yên nûp’eydabûyî û ev jî delamet û spartinên nû datînin pêşîya wan. Tiştê balkêş ew e, r’êvebirên PDK-ê di sêrî da ne ku diçin bal serekk’omar an serekwezîrê T’irkîyê, lê dir’evin bal berpirsyarê MIT-a T’irkîyayê, û her paşê hevdîtinên xwe didomînin!

Dertê hole, ku pêvajoya ç’areserkirina hemû pirsgirêkên Herêma Başûrê K’urdistanê di bin ç’avdêrîya r’êvebirîya T’irkîyayê da ye… Û heya di pirsên T’evgera R’izgarîya Net’ewî ya gelê k’urd, bi giştî, û ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî da, r’êvebirîya PDK yek bi yek anegorî xeta r’êjîma faşîst t’evdiger’e...

Binihêr’in, di dema şowa xwe ya siyasî ya “r’izgarkirina” Şengalê da, serokê Herêma Başûrê K’urdistanê kek Mesûd heya p’eyvekê jî di derbarê barbarîyên art’êşa dagerker a t’irk da nabêje, ya ku di bajarê kevnar ê Bakûrê K’urdistanê Silîvan da t’evkujî pêkdanî, em êdî di derbarê ner’azîbûn, an şermezarkirinê da nabêjin... (di vê derbarê da - http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/her_çi_jî_hebe ).

Di gêlawêja sala 2015-an da hêzên hewayî yên t’irk li bakûrê Îraqê di çîyayên Başûrê K’urdistanê da baregehên PKK ji hewa va dan ber bombeyan. Dijî vê êrîşa barbar di t’evahîya T’irkîyayê û K’urdistanê da çalakîyên şermezarkirinê pêk hatin. Ev êrîşbazîya hovane wisa jî di welatên cîhanê yên cuda da ji hêla k’urdan û dostên gelê k’urd va bi t’undî hatin şermezarkirin. Li hemberî van êrîşên barbar ên art’êşa T’irkîya dagerker helwesta xwe wisa jî R’êxistina Net’ewên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê û nûnerên dewletên cuda dane xuyan...

Û di nav çarç’oveyê da hîç jî mirov helwesta r’êvebirîya PDK-ê û ya Başûrê K’urdistanê tê nagihîje. Serokê Herêma Bşûrê K’urdistanê kek Mesûd piştî êrîşên hewayî li ser baregehên PKK ên ji hêla hêzên hewayî yê T’irkîyayê va heya ew êrîşana şermezar jî nekir û li şûna wê, ku bang li Ankarayê bike, ku ew êrîşbazşya xwe r’awestîne, daxwîyand, ku ne di cîh da ne, zordarî û şer’ di navbera Ankarayê û k’urdên T’irkîyayê da pêk bên, bi wê yekê ewî êrîşên hovane yên art’êşa dagerker a dewleta t’irk ên li dijî baregehên PKK û berxwedana gêrîllayên k’urd ên ji HPG weke hev kirine… Şêwirmendê Mesûd Barzanî K’îfîh Mehmûd jî, ji hêla xwe va bersîvên yekîneyên HPG li dijî êrîşên hêzên Hewayî yên dewleta t’irk wek çalakîyên têr’orîst navkir û ew weke çalakîyên DAÎŞ-ê kir. Hukumeta Herêma Bşûrê K’urdistanê ji hêla xwe va PKK ji bo wê şermezar kir, ku ew bersîva êrîşên hêzên hewayî yên dewleta t’irk ên li ser baregehên xwe dide… Lê berpirsyarê beşê k’arên derva yê hukumeta Herêma Başûrê K’urdistanê Felah Mustafe daxwîyand, ku dijberî û pevçûnên bi PKK r’a k’arê hindurîn ê T’irkîyayê ye… Ewî diyar kir, ku di vê demê da K’urdistan bi siyaseta T’irkîyayê va girêdayî ye, û ew jî PKK û DAÎŞ-ê weke hev dibîne…” (http://www. amidakurd.net/qunciknivis/gambîta_ amêrîkî_t_irkî_û_cîhana_îro ).

Û, va, akorda dawîyê ya k’arê PDK di vî warî da! Parlamênterê Îraqê yê ji PDK-ê Erafet K’erem Stûnî daxwîyanîyeke provokatîv daye, û di wê daxwîyanîyê da jî bi t’aybetî gotye, ku, xwedêgiravî: “...Hukumeta Îraqa Fêdêral ç’ekan nade pêşmergeyan – hêza Hukumeta Herêma K’urdistanê, lê dide partîzanên Partîya K’arkerên Kurdistanê. – Bi gotina wî, – evê bandora neyînî li ser pêvajoya aştîyê ya Bakûrê K’urdistanê bihêle...” (http://kurdistan.ru/ 2015/12/31/news- 25591_Kurdskiy_deputat_Vooruzhenie_RPK_ Bagdadom_ unichtozhaet_mirnyy _process_v_Turcii.html ).

Helbet, mirov dikaribû vê “agahîya” di derbarê daxwîyanîya endamê Parlamêntoya Îraqê yê ji PDK-ê da, bêyî şiroveyekê jî biweşanda, lewra ku ew bi xwe gelek tişt di derbarê asta siyasî ya wî r’ayedarî, û, her weha, di derbarê heşmendîya mitalekirina wî da dibêje...Lê, dîsa jî, ji bo ku sersedem û jêderên axavtineke wisa bêne têgihîştin, ezê bala xwendevanên hêjêa bik’işînim ser hinek xalan.

Ya yekem, ev, a ku daxwîyanî tê navkirin, bi serê xwe provokat’sîonek e, di wê da hîç piç’ek jî r’astî nine! Û, ji bilî wê, pirs dertê holê, evî parlamênterî ev agahî ji k’u hildaye, ku, xwedêgiravî, Bexda bi xwe ç’ekan dide têkoşer’ên PKK-ê?.. Ma ne, di r’ewşa îroyîn da, dema nûnerên hemû dewletên gewre yên cîhanê hêza têk’oşerên HPG (PKK) û têk’oşîna wan a lehengî a di şer’ê dijî DAÎŞ-ê da dibînin û qîmetekî bilind didnê, gelek ji wan amade ne, piştgirîyê bidin wan lehengan, ji bo ku ew bi hêzeke mezintirîn şer’ bikin. Û ev çi tiştekî xerab e?! Ma ne giranîya vî şer’î ya serke li ser milê berxedana k’urdî ye? Lewra jî, gelek ne ku t’enê di derbarê r’ola wan da dibêjin, lê, wisa jî, amade ne, bi her awahî, wan destek bikin û ç’ekan û alavên şêr’ ên dinê bidin wana. Ev deynê her yekî ye, di vê cîhanê da, yê ku nirx û hêjayîyên xwe yên mirovî hê winda ekirine.! Lê, wek ku tê xuyanê, ev biraderana an evê tê nagihîjin, an jî, ew ji bo wana baldar nîne. ... Ewana jî, wek ku dostên wan ên “stratêjîk” ên di nav r’êjîma faşîst a t’irk da naxwazin, ku DAÎŞ têk her’e!

Û lewra jî PDK wisa bi zîrekî hewl dide û her tiştî dike, ji bo ku dilsozî û sadiqîya xwe ya bi Ankarê r’a bide xuyan.

Dibe ku k’urdan (û ne tenê wana!) hê ji bîr nekirine, k’a r’êvebirên herêma Başûrê K’urdistanê çawa Erdoxan û r’êjîma wî ji skandaleke r’ezîl xilaz kirin, dema daxuyandin, ku nevta t’alanê ya DAÎŞ-ê, ya ku li ser Başûrê K’urdistanê r’a derbazî T’irkîyayê dikirin, a wan e (çito “fedekarîyeke” nebînayî!).

Û, yeke dinê jî, em bibêjin, hema, bila, di nav çarç’oveya têk’oşîna hevbeş a li dijî DAÎŞ-ê da Bexdayê ç’ek dabe Hêzên P’arastina Gel! Ma, li vir çi tiştekî xerab heye? Ma ne ewana ji bo şaristanîya cîhanî têdik’oşin!? Ewana wisa jî Îraqê û di nav wê da, wisa jî, Başûrê K’urdistanê ji êrîşên DAÎŞ-ê dip’arêzin!?

Dibe ku, van biraderena jibîrkirine, dema hêzên pêşmergeyên PDK-î êzdîyên Şengalê bê hêvî û p’arastin di bin t’ehdîda t’unekirinê ya hov û barbarên DAÎŞ-ê da hiştin û r’evyan, lê gêrîllayên HPG-ê bi fedek’arî ew p’arastin, û gelek ji wana jî p’akrewan bûn!?

Wek ku tê xuyanê bîra van lawikana p’ir’ kin e! Û, lewra jî, ew çi ku îro di K’urdistanê da pêk tê, ji bo wan ewqasî ne balder e. Bala wan li ser dollarên nevtê ye, yên ku ew û r’êjîma t’irk bi hev r’a ji firotina nevta t’alanê ya DAÎŞ-ê distînin. Lewra jî, bi dîtina wan, Bexda wek bersîva hatina leşkerên t’irk li bakûrê Îraqê piştgirîyê dide PKK-ê, … Û PKK, bi dîtina wana, divê şaşîyeke wisa neke û ç’ekan ji Bexdayê negire, lewra ku ewê bandoreke neyînî li ser pêvajoya aştîya k’urdî di T’irkîyayê da bihêle… Ku T’irkîya welatekî girîng e, cînara wan e û endama NATO-yê ye! – Hema wisa, ev biradera, yê ku r’abûye û bi serê xwe bûye “şêwirmendekî”, ji hêlekê va ji ber xwe derdixe, ku Bexda ç’ekan dide PKK-ê, ji hêla dinê va şêwrê dide PKK-ê, ku ew wan ç’ekan qebûl neke, ji ber ku “T’irkîya welatekî girîng e, cînara wan û endama NATO-yê ye!”` (Di heman cîhî da). – Û dîsa hîç peyvekê jî di derbarê wan barbarîyan da nabêje, yên ku r’êjîma faşîst, “hevk’ara wan a stratêjîk”, îro di gund û bajarên Bakûrên K’urdistanê da pêk tine.

Lê…, hema wisa!

Naha mirov tê digihîje, k’a ewana çawa ne ku t’enê Şengal bi destê DAÎŞ-ê va berdan, lê, wisa jî, bi r’êjîma faşîst a T’irkîyayê r’a hevk’arî dikirin û îro jî dikin – ew r’êjîm a ku siyaseta têr’ora dewletê û t’evkujîyê li hember gelê k’urd dimeşne!? … Ev ew bûn, ew r’êvebirên PDK-ê bûn, ên ku dema şer’ê herî germ ê DAÎŞ-ê di Şengalê, Kobanîyê û herêmên K’urdistanê yên dinê da dimeşya, di p’aytexta Herêma Başûrê K’urdistanê Hewlêrê da kongrêya erebên sunî pêk anîn. Û di nava beşdarên wê kongrêyê da wisa jî piştgirîyên DAÎŞ-ê hebûn. Û di nav van da jî – r’ayedarên siyasî û serekê eşîrên ereban ên Mûsilê, bi t’aybetî jî serokê eşîra tîya şêx Sebah Gazî Xinş, yên ku bi aktîvî piştgirîya DAÎŞ-ê dikirin. Lê Sebah Gazî Xînş bi xwe mirovê nêzîk ê r’êberê DAÎŞ-ê Ebûbek’ir el Bexdadî bû (http://kurdinfo.ru /?p=18244 )…

Û ya dawîyê! Ji bo ku her tişt wisa bi r’şbînî û tarî neyê xuyan, ji bo ku xwedevan nebêjin, ku gelê k’urd hemû nirx û hêjahîyên xwe yên mirovî winda kirine, ezê li vira agahîyekê dine bînim. Ev agahî di derbarê bûyerekê da ye, ya ku di heman Parlamêntoyê da, derdorê bîst r’ojî berî wê daxwîyanîya navborî ya endamê Parlamêntoya îraqê yê ji PDK-ê Erafet K’erem Stûnî pêk hatye.

Weha, ew agahîya:

…Serokên k’omên parlamêntî yên YNK-ê û T’evgera Goran Ala T’elebanî û Hoşyar Ebdullah di civîna Parlamêntoya Îraqê da pêşniyar kirine, ku Hukumeta Îraqê PKK wek hêza dijî têrorê nas bike, ji ber ku ew di têk’oşîna dijî DAÎŞ-ê da r’oleke girîng dilîze. (http://krd.sputniknews.com/kurdistan/20151213/1371393/ynk-goran-dive-pkk-wek-hezek-li-diji-teror-be-qebulkirin.html#ixzz3wg0fY0fM ).

Ezîz ê Cewo

09. 01. 2016

Ev gotar bi rûsî: http://kurdinfo.ru/?p=18722