1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Peyv, wate û hişmendî
Peyv, wate û hişmendî,peyv,wate,û,hişmendî

Peyv, wate û hişmendî

A+ A-

Samî TAN

Di nasîna tiştekî de têgihaştina wateya navê wî pir girîng e. Ji ber ku navê wî tiştî der barê wî de gelek agahiyan di nava xwe de dihewîne. Di zimanzaniyê de mijara watenasiyê mijara herî sext û dijwar e. Ji ber vê yekê gelek zimanzanan xwe ji vê mijarê dûr girtiye. Kesên ku zêdetir serê xwe li ser vê mijarê êşandine fîlozof in. Fîlozofan hê di destpêkê de bala xwe daye têkiliya di navbera heyberan û navê wan de. Hinekan gotiye, tişt navê xwe ji taybetiyeke xwe digirin.

Di vî warî de wan serê pêşîn bala xwe daye hinek peyvên ku ji aliyê reng û rû ve tiştekî tînin bîra mirovan û navê wan jî têkildarî reng û rûyê wan e. Her wiha di navbera nav û dengê wê tiştê ku ew nav lê hatiye kirin de jî têkileyek hatiye dîtin. Di vî warî de jî peyvên zimînê yên mîna gurmegurm, xuşexuş, teqereq gihaştina hawara wan. Lê di encamê de zimanzan gihaştine wê baweriyê ku çend peyvên awarte ne tê de, di navbera tiştan û navê wan de tu têkilî nîn e. Nav bi tenê nimînendetiya wî tiştî dikin, navlêkirin tiştekî kêfî ye, lê belê piştî ku nav lê hate kirin, êdî nav ji aliyê wateyê ve li ser wî tiştî xwedan bandor e.

Em çima qala van tiştan dikin? Ji ber ku em dixwazin balê bikêşin ser hinek peyv û têgihên ku têne bikaranîn û bandora wan a li ser mêj û hişê me. Her peyv di dil û mêjiyê de xwediyê cihekî ye. Ew peyv piştî ku kete nav zimanê me, ji hêla me ve hate bikaranîn, di dil û mêjiyê xwe reng û deng vedide.

Îro di jiyana me de gelek peyv û têgih hene, bêyî ku em pê bihesin bandorê li hest û ramanên me dikin, hinek qaliban di serê me de pêk tînin û em êdî li gorî wan qaliban difikirin. Bo nimûne îro raveka “pirsgirêka kurd” an jî bi navê xwe yê din “kêşeya kurd” têgiheke wiha ye. Ew peyv ji zimanê tirkî hatiye wergerandin. Di zimanê tirrkî de berê wekî “Kürt meselesi” dihat binavkirin. Peyva “mesele” ji erebî tê, peyvên me yên mîna meselok, metelok ji wir tên. Di ferhenga osmanî de ev peyv xwediyê tu wateyan e: 1. Kar û barê girîng ê ku divê mirov li ser bihizire û çareser bike., 2. Şer, çeng. Di îngilîzî de beramberî peyva “mesele” ev wate hatine dayîn: “matter, problem, question, point, issue, topic…” Me ji van wateyan bi tenê wateya “problem” û “question” girtiye. Di îngilîzî de zêde têgiha “Kurdish issue” tê bikaranîn.

Me ev peyv têgih wergerandiye, lê belê ji aliyê wateyê ve li zimanê me nayê. Lewre raveka “kêşeya / pirsgirêka / arîşeya kurd(î)” di zimanê me de tu wateyê nade. Mirov bi tu awayî nikare rave bike. Heke kêşe kurd bin, divê em bibêjin, “wekî kêşe kurd” na, heke kêşe ya kurdan be, hingî divê em bibêjin, “kêşeya kurdan” heke kêşe kurdbûn be hingî divê bibêjin, “kêşeya kurdiniyê”.

Rewşenbîrên kurd ên destpêka sedsala 20’an ev rastî dîtiye û lewma jî wan peyva “doza kurdan” bi kar aniye. Zinar Silop li ser vê bingehê bi navê “Doza kurdan” pirtûkek nivîsandiye. Sureyya Bedirxan li ser vê yekê pirtûkek bi îngilîzî nivîsandiye û navê vê pirtûkê jî “Kurdish Case” daniye. Li gorî vê yekê peyva tirkî jî dibe “Kürt davası”, belê di navbera kurdan û dewletên dagirker de dozek heye. Ew doz ji ber dagirkirina welatê kurdan û desteserkirina mafên kurdan derketiye holê.

Ev têgiha “kêşeya kurd” wekî gelek têgihên antropolojiyê yên mîna “nasnameya etnîk” û “kesên kurdnîjad / bi eslê xwe kurd/ bi binyada xwe kurd” berhemên hişmendiya dagirkeran in. Ew têgih ji bo berevajîkirina doz û daxwaza kurdan hatine dariştin. Lewma jî divê em wan têgihan red bikin. Li şûna wan têgihên mîna “doza kurdan”, “nasnameya neteweyî”, “kesên kurd” bi kar bînin.

Her wekî ji van mînak û gelek mînakên din jî diyar dibe, peyv ne tenê xwediyê xwebêjekê ne, her wiha ew berhemên hişmendiyekê û nimînendeyên îdeolojiyekê ne.


Gotinên miftehî :