1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Pirsgirêkên kurdiya teknîk
Pirsgirêkên kurdiya teknîk,pirsgirêkên,kurdiya,teknîk

Pirsgirêkên kurdiya teknîk

A+ A-

Piştî mirov dest dest bi zimanê teknîk dike, mirov bêhtir bi kurdiya xwe dihese. Hingê, mirov dinihêre çiqas gotin hene ku ji aliyê nivîskaran ve jî çewt tên bikaranîn.

Ev 3 sal in, her ku em bernameyeke nû ya komputerê werdigerînin kurdî, em careke din li dora sînorên kurdiya xwe(!) diçin û tên. Ev jî pêvajoyeke nû ji bo zimanê kurdî dide destpêkirin. Heke bêhtir kurdîzan bala xwe bidin ser bernameyên kurdî,  dê ev pêvajo bikaribe bêhtir bala ciwanan bikişîne ser xwe. Lewre dema ciwan bernameyeke kurdî li ser komputera xwe dibînin, êdî xwe li cîhaneke din hîs dikin.

Pirsgirêk:

Pirsgirêk ji %100 ji wergerê tê. Kovara Pc Kurd jî di hejmara xwe ya yekem de bi piranî bêhna wergerê dida. Ez bixwe ji 13 saliya xwe ve bi kurdiya nivîskî re têkildar im û hevalên min ên di xebata komputergeriya kurdî de jî ev çend sal in bi kurdiya nivîskî re têkildar in. Lê ji bo mirov nehêle bêhna wergerê ji wergerê bê, hostehiyeke mezin divê.

Ji %100 hemû bernameyên komputerê bi zimanên biyanî ne. Dema mirov van gotinan werdigerîne kurdî, ferhengeke ku alîkariya mirov bike jî nîn e. Ferhenga îngilîzî-kurdî ya Salah Saadallah ku ji weşanên avesta hatiye weşan heye, lê têra me nake. Ez mînak bidim:

Kurdî:                      Tirkî:
Çaper                      Yazıcı
Pêşdîtina Çapê         Baskı Önizleme
Guherto                   Versiyon
Tomar Bike              Kaydet
Zeviya Nivîsî             Metin Kutusu

Ev çend mînakên ku gelekî tên bikaranîn in. Mirov dikare van bi sedan zêde bike. Nîqaşek li ser wan nîn e.

Fermana (Binivîse=Yazdır) ji bo bernameyên komputerê ji fermana (Bide Nivîsandin=Yazdır) çêtir e. Ji ber ku di zimanê teknîk de heta mirov bikaribe (!) divê mirov fermanê bi gotinekê bide famkirin. Heke bûn 2 gotin sînor hatine dehfdan. Heke bûn 3 gotin, sînor hatine felişandin. Her wiha (Binivîse=Yazdır) di bernameyekê de dema tê pêşberî mirov, mirov dizane ku ew ferman dema hate tikandin, dê çaper nivîsa mirov binivîse.

Fermana (Bipergalîne=Düzenle) çêtir e ji fermana (Serast Bike=Düzenle). Hem çêtir nêzî koka xwe ye, hem jî kin e.

Fermana (Lê Zêde Bike=Ekle) dikare bi fermana (Têxê=Ekle) an jî bi (Têxe Nav=Ekle) bête guhertin. Ez bawer dikim, dema mirov peyamekê dinivîse û dixwaze digel peyama xwe dosiyekê jî bişîne, mirov bişkojka “Lê Zêde Bike” bibîne, mirov dê bizane ku ew çi ye. Lê heke mirov bişkojka “Têxê” an jî “Têxe Nav” bibîne? Mixabin ku “Lê Zêde Bike” zêde dirêj dibe û car caran têra dirêjahiya hin bişkojkan nake.

Lê ev?
Çağlayan içerik menüsü = Pêşeka naveroka rêjgehê
Öznitelikler = Taybetiyên Xweser
Parametreler = Parametir
Dosya Silme Teyidi = Erêkirina Jêbirina Dosyayê (Dosiyê?)
Çok ilmekli = Pirgirêkî
Taşı = Cih Biguhere

NÎŞE:
Kurdiya teknîk her roj ji aliyê komputergerên kurd ve li foruma kovara pc kurd tê nîqaşkirin. Ew li ser navnîşana www.pckurd.net dikare bête dîtin. Her roj pirsên nû û bersivên nû pêvajoya pêşketina kurdiya teknîk xurtir dike.


Gotinên miftehî :