1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ HEMÛ P’AKÎ Û NEP’AKÎYÊN ME DERXISTE HOLÊ
R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ HEMÛ P’AKÎ Û NEP’AKÎYÊN ME DERXISTE HOLÊ,r,eşkujîya,şengalê,hemû,p,akî,û,nep,akîyên,me,derxiste,holê

R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ HEMÛ P’AKÎ Û NEP’AKÎYÊN ME DERXISTE HOLÊ

A+ A-


 

Xwendevanên ku gotara min a “Reşkujîya Şengalê û dersên wê”xwendibin (http://www.amidakurd.net/qunciknivis/r_eşkujîya_şengalê_û_dersên_wê ),wê bê

bîra wan, li ser t’evkujîya Şengale min nivîsî bû, ku: 

Di çapemanîya k’urdî da (û ne t’wenê di ya k’urdî da) r’eşkujîya Şengalê bi berfirehî û p’ir’alî tê nirxandin… Û, her çiqas diçe, pirs pir’tir dibin, ne ku bersîv.   

Lê ev ji t’u birînê r’a nabin derman!

Çiqas pirs jî hebin, tiştek li ber ç’avan e – k’omkujîya civakekê pêk hatye. Eger em vê zelaltir bibêjin, li dijî mirovahîyê sûcekî giran hatye kirin: bi hezaran mirovên bê sûc û guneh bi barbarî hatine kuştin – jin, zar’ok, kal û pîr; bi hezaran keç’ û bûkên ciwan hatine r’evandin û di bazarên bajarên cîhana bênamûs da ew derxistine firotanê. Û ji bo van kiryaran jî navek heye – hovîtî û barbarîya sedsalên navîn… Tiştê ku li Şengalê pêk hatye, heya dir’ndeyên hov – gur û çeqel jî bi tiştên wisa r’anabin!

Erê, ev dir’indeyên hov in, ewê hovîtîyên xwe pêk bînin, ji ber ku ew bi gênêtîkî wisa  hatine cîhanê, xwezayê ew wisa sêwirandine. Lê k’urd, ewên ku t’enê p’eywir û erkên wan – hem bi destûrî, hem jî bi qanûnên mirovî yên nenivîsî, ew bûye, ku di r’ojên teng da li gel  xwedî  derk’evin û wî biparêzin?… 

Ev çi ye, mirov dive vê çi nav bike: xiyanet, xwefiroşî, tirsonekî, r’evekî?... Yan ev hemû bi hev r’a û di nav hev da?...  

Dema ev pirsên hanê hatine nivîsarê, wê demê bûyerên Şengalê yên trajêdîk hê teze  pêk hatibûn, hê gelek tişt ne dîyar bû, hê helwesta gelek derdorên siyasî û hêmanên çapemanîyê tam derneketibûn holê... Û dibe ku dehsal, heya dibe ku sedsal jî derbaz bibin, lê hemû terefên van bûyerên dijî mirovahîyê bi hemû terfefên xwe va derneên  ronahîyê...

Di vê navberê da di çapemanîyê da gotar û daxuyanîyên cihêreng (ên ku gelek caran ragîhandinên hev red dikirin!), nameyên vekirî yên rewşenbîran ên tuje hest û ramên cuda hatine weşandin...  

Cîhan jî xwe hesya, ji xwe livya, dewletên gewre jî, şûna bêyî derngîxistin alîkarîya mirovî bigihînin penaberan, bi rojan, bi hevtêyan civîn ser civînan, hevdîtin û şêwir li dû hev li darxistin, ka çawa alîkarîyê bigihînin êzdîyên Şengalê, yên ku di rewşeke pir aloz û giran da ne. Di vê navberê da  penaberên ku ew hovîtîyên DAÎŞ-ê dîtibûn bi bêexlaqî û bêwijdanîya cîhnê ra rûberû man – wê cîhanê, ya ku xwe şaristanî û mirovhez nav dike...   

Wek ku tê zanîn di seranserê Kurdistanê û welatên cîhanê yên dinê da, yên ku kurd lê hene, di nav gel da seferberîyek ji bo alîkarîya penaberên Şengalê destpê bû û îro jî didome, rewşenbîrên kurd ên ji hemû ol û bawerîyan jî helwesta xwe ya biratîyê li hember birayên xwe yên êzdî dîyar kirin...

Di vê navberê da hinek hêmanên çapemanîyê yên bi zimanê kurdî jî rûyê xwe yê  rastîn li ber cîhanê vekirin – hinekan bi rûreşî, hinekan jî bi mirovaya xwe ya dilovan û helwesta xwe ya netewî û dilsoz.  

Eger bi giranî weşanên kurdî helwesta xwe ya netewî dan dîyarkirin, lê belê hinekan, rastedêr an ne rastedêr, vekirî xeta DAÎŞ-ê parastin (şerma giran!).   

Weha, mînakeke helwesteke vî rengî bala Portala nûçeyan a “Êzîdî Prêss”-ê kişandye û matmayîn û hêrsa amadekar, rojnamevan û xwendevanên wê gîhandye asta here bilind.

Weha, ew hêrs û matmayîn – bi rngê nûçeyê:  

Hewlêr/Kurdistan – Melayê k’urd Ebdulet’îf di weşana zindî ya têlêvîzîona “RÛDAW”da daxuyand, ku êzdî û zar’okên wan, ên ku bi destê têrorîstan hatine kuştin, wê neçine cunnetê, wê biçine cehnemê, ji ber ku ewana bêxwedê ne. Bi dîtina wî, t’enê ewê her’ine cunnetê, yên ku şehedê qebûl dikin û dibin nîslam. Ev daxwîyanî ewî wek bersîva r’ojnamevan, daye, yê ku jê hîvî kirye, ku ew bûyerên Şengalê binirxîne. Êzdîyên t’evahîya cîhanê ji vê daxwîyanîya vî mellayî bêzar û mat’ma bûne. Pirs di wê da ye, ku ev ne cara yekem e, ku mellyên k’urd  daxwîyanîyên vî r’engî didin, lê heya naha hîç yek jî ji wan nehatye cezakirin û heya ji kar nehtye dûrxistin. Ji hêla dinê va, ew yek mirov mat’ma dike, ku ajansa kurdî ya “RÛDAW” hertim çalakîyên dijî êzdîyan li dardixe, dema mafê weşanê dide neyarên êzdîyan û vekirî gotinên wan ên dijî êzdîyan diweşîne. Heya di demên dîroka êzdîyan ên weha teng da, “RÛDAW” – ê pêra gîhandye ji hêla helwesta xwe ya xirab va ji yên dinê cuda bibe. Divê bê gotin, ku ev ajans ji hêla hukumeta Herêma Kurdistanê va tê fînansekirin”. (http://ezidipress.com/ru/?p=1751 ; wergera ji rûsî ya min e. – E. C.)  

Mirov li vir çi dikare bibêje? Helbet hêrs û nerazîbûna kurdên êzdî mafdar e. Lê min dixwest li vir hinek tişt sererast bikirana:

Ya yekem; di nav kurdan da gelek oldarên îslamî hene, yên ku, berovajî vî mellyî, ku li jorê di derbarê helwesta wî ya dijmirovî da tê gotin, van bûyeran nelet dikin û ew tiştê ku li Şengalê pêk hatye, xiyanet hesab dikin...  

Ya duyem; Divê bê zanîn, ku “RÛDAW” ne bi giştî ji hêla Hukumeta Herêma Kurdistanê va tê fînansekirin. Dibe ku beşekî fînansên wê ajansê Hukumeta Herêmê jî dide, lê ev bûyerana wan agahîyan piştrast dikin, ên ku di dema xwe da di çapemanîyê da hatibûn weşandin (ew jî bi belege!), ku ev ajanş ji hêla MIT-a Komara Tirkîyayê va hatye damezirandin, û fînansa wê jî ew dike. Ger wisan e, ev helwesta ajansê tê fêmkirin – wek ku di nav gel da bi wateyî tê gotin, yê ku pereyan dide, ew jî mûzîkayê sparîş dike!..

Û îzbatîyeke vê ya ne rastedêr jî:

Ji 16 –17-ê kewçwra sala 2012-an di paytexta Bakûrê Kurdistanê Amedê da Konfêransa êzdîyan a navnetewî pêk hat. Tiştê balkêş ew bû, ku amadekar û sazûmankarên wê konfêransê rêxistinên kurdan ên civakî û siyasî bûn, û endamên wan jî bi bingehîn kurdên misulman bûn. Û di wê konfêransê da nûnerên rêxistinên siyasî û oldarîya kurdên misulman li hember birayên xweye  êzdî dilovanîya xwe dîyar kirin û ji bo wê, ku pêşîyên wa demên berê li hember wan zulm û zordarî pêkanîne, ji wan lêborîn xwestine.

Ewê konfêransê di nav raya gîştî da dengekî mezin veda û di derbarê karên wê di gelek welatên cîhanê da hatine ragîhandin û şiroveyên cihêreng çê bûn.

Ay, lê helwesta wî mirovî, yê ku xwe wek serokê cîhana îslamî dibîne, serekwezîrê Tirkîyayê yê wê demê Recep Teyîp Erdoxan anegorî kevneşopîyên pêşîyên xwe yên “bi nav û deng”dimîne. Weha di derbarê wê konfêransê da ewî bi gef û gûr çi daye der: “Ola êzdî û  zerdeştî bingeha wan yek e, û ger wisan e, tu pêwendîya wê bi Xwedê ra nîne!..

Fermo, binihêrin, li ber çavan e, ka “RÛDAW” xeta kê dimeşîne, gotinên kê bi devê mellayekî kurd ji kurdan ra dibêje.  

Divê di sêrî da bê zanîn, eger hinek rabin û bibêjin, ku ewî mellayî nêrîna xwe anîne zimên, bizanibin ew haş ji bayê dinyayê nînn. Ji ber ku qanûn û exlaqê rojnamegerîyê heye: berî ku amadekarîyên weşanê bikin, weşangerên têlêvîzîonê  rêyekê dide pêşîya beşdaran, eger yek ne anegorî  wê be, wî/wê nake nava weşanê, lê eger ew kirine weşanê, bizanibe, beşdarê bernameyê wê weke xwesteka têlêvîzîonê biaxive...

Û ji bilî vê, çima oldarên dinê di Kurdistanê da  tunene? Çima “RÛDAW” – hema ew dît û derxist pêş... Ma ne di nav kurdan da ewqas oldarên welatparêz, dilsoz û xwedî ramana netewî hene, heya bê bes e! Heya, eger mellayekî wisa di nav kurdan da nînbûya jî, “RÛDAW”-ê bi saya û alîkarîya Erdoxan an wê ji cîhekî dinê peyda bikira, an jî wê yekî nû bisêwiranda. Divê bê zanîn, ji bo belavkirina ksêofobîyayê û bêtemûlya hemberî komên civakê, an  kesên cuda bi qanûnê navnetewî caza dikeve...  An na, xayîn û xwefiroş li her cîhan hene, çima hineke dinê nabînin û dernaxin pêş, çima yên wisa hema para “RÛDAW”-ê ketine?...

Dîs jî, tiştekî pir balkêş: van demên dawîyê Hukumeta Herêmê daxuyandye, ku  hinek karmendên “RÛDAW”-ê rav kirine, yên ku xizmeta rêçgerîyên (mûxabarat) welatên dereke kirine, û ew ji kar hatine avîtin... Bi vê daxwîyanîyê Hukumeta Herêm hewl dide, ku ew agahîyên di derbarê wê ajansê da vala derxe, lêbelê, ev daxwîyanî û weşanên ku ajans belav dike, careke dinê îzbat dikin, ku ew hêlûna meşandina siyaseta hêzên derva ye...

Û li vir, ji bo ku bê xuyanê, ku xeta siayaseta netewî ev nîne, ku di nav gel da gelek hêz û kesyetîyên bi mejûyê netewî hene, ezê li vir parçeyekî ji daxwîyanîya  rewşenbîrekî kurd ê hêja bînim, a  dr. Sozdar Mîdî ya bi sernivîsa Gelê Me! Êzdî Rihên Meyên Kurdistanî yên Resen in!” Fermo, binihêr’in, k’a  ew çi bangê dike:   

Ey gelê me! Ey serkirdeyên me! Ey partiyên me! Haydarbin! Rihên meyên  Kurdistanî yên manî Êzîdî ne! Ma gelo dibe ku, em dev ji rihên xwe berdin?! Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe!” (http://www.kurdinfo.com/forum_bixwine.asp?id=5228)

Û parçeyek jî ji gotara vî camêrî ya balkêş a Ta Kengê Bêdengî Li Ser Tewrên Tabûra Pêncan ya Islama Tundrew! Bi xwe bixwînin û hûnê bi bawer bin, ka kî ne, yên ku îro di nav civaka kurdî da rola “Tabûra pêncan” dilîzin:  

Tabûra Pêncan li Kurdistanê:

Di dema şerê gelêrî da li welatê Ispaniyayê sala 1936-an, generalê îspanî Emilio Mola kete paytextê welêt - bajarê Madrid û pêra 4 tabûrên leşkerî hebûn. Wê hîngê wî got: Tabûreka din ya pêncan bi me ra heye ya ku di hundirê bajarê Madrid da bi me ra kar dike. Arzûya wî ji wê gotnê ew kes bûn yên ku bi nehînî li gel wan dixebitîn. Piştî wê demê ev têgihîna "Tabûra Pêncan" di zanistiya siyasî da bû bi maneya "nokerên dijmin yên ku li dijî gelê xwe kar dikin". Di rastiyê da neteweya Kurd pir caran bûye qurbana Tabûra Pêncan ya kurdî. Kevintirîn Tabûra Pêncan di dîroka me da bi serpereştiya Harpakê Mîdî bû, ewê ku hin serekên Madan yên berjewendîperest li dor xwe civandin, bi îxanetî hevpeyman bi padîşahê Farisî Kohreşê Duwem ra danîn û arîkariya wî kirin ku Emperatoriya Madan di sala 550-ê b.z. da bê hilweşandin; tenha ji bo wê yekê ku tola xwe ji padîşahê Madan yê dawî Ezdehak hilînin. Va ye heya niha jî Kurd ji 25 sedsalan da bihayê vê yekê bi êş, xwîn û hêstiran didin. Tabûra Pêncan ya kurdî di her dem û heyameka dîrokî da hebûye; ew jî hin Kurdin ku bi teşe, cil û bergên xwe Kurdin, lê ji kurdayetî û nasnameya xwe ya kurdayetiyê hatine pişaftin û dûrketin. Ew ne bi dîtinên xwe, ne bi bîr û ramanên xwe, ne bi hest, nirx û rewiştên xwe û ne jî bi helwestên xwe kurdistanî ne. Di dema niha da, Tabûra Pêncan ya here nebaş di nav me da Îslamewiyên Kurd yên tundrewin. Me berî niha jî çend gotar derbarê ramanên wan yên tirsnak û genî da nivîsandibûn û bal kişandibû ser pêwîstiya paqijkirina civaka me ji vê çanda bêgane, ji ber ku ew li dijî Tevgera Rizgarîxaza Kurdistanî ye. (Dr. Sozdar Mîdî, Ta Kengê Bêdengî Li Ser Tewrên Tabûra Pêncan ya Islama Tundrew, http://kulilk.com/portal/node/37209)

Belê, ev sazîyên Tabûra pêncan wê demeke dirêj jî karê xwe yê reş di nav civaka kurdî da bimeşînin, eger kurd li xwe xwedî dernekevin, û li hember van tiştên  weha bêdeng bimînin. 

Naha ez bêm ser wê pirsê, ka ji hêla hêzên me yên siyasî va pêşeroja êzdîyan çawa tê dîtin.

Pirs dertê hole, di vê rewşa heyî da, dema bi dehhezaran kurdên êzdî penaber û bêcî û star mane, di pêşerojê da çi dive bê kirin, ku rewşa êzdîyan aram bibe, ji bo ku  êzdî vegerine warên xwe yên kal û bavan, û stargeha me ya netewî – Şendgala pîroz vala  nehêlin.

Em vê demê çi nirxandinan jî bikin, ji dûr va hinek tişt jî bibînin, lê emê  nikaribin ji wan mirovan çêtir bibînin, yên ku ne tenê jinêzîkva bê navbeyn pêvajoyê  dişopînin, lê bi aktîvî di nav wî karî danin û rêvebirîyê jî jê ra dikin.

Weha van demên dawîyê Têlêvîzîona kurdî ya MED NÛÇE bi hevserokê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê birêz Cemîl Bayik ra hevpeyvînek pêk anî û di wê hevpeyvînê da pirsa Şengalê, rewşa êzdîyên penaber, rê û rêbazên çareserîya pirsgirêkên wane rojane û mayînde jî hatine nirxandin. Dibe ku gelek  bînêranan ew hevpeyvîna nihêrî be jî,  lê bi nêrîna min, dema mirov dibihê tiştek e, dixwîne tişteke. Ka, em bala xwe bidinê, ew camera li ser pirsa Şengalê û rewşa êzdîya çi dîtinan pêş dixe. Li vir pirsa girîng ew e, ku birêz Cemî Bayik ji navê tevgerekê diaxive, û, eger mirov bi baldarî  bixwînê, wê di nav da pilanên çareserîya pirsê yên bi prênsîp û rêal bibîne. Ka, em binihêrin, ewî di hevpeyvîna xwe da ji bo çareserîya pirsê çi rê û rêbaz pêşnîyar kirine:  

"Gelê me êzdî divê ji Şengalê dernekeve. Belkî destpêkê mecbûr bû derkeve, feqet pêwîst e ji Kurdistanê dernekeve, paşê jî  berê xwe bide Şengalê. Çimkî Şengal cîhê gelê me êzdî ye. Dîroka wan li wê ye, cîhê wan li wî ye, cîhê wan pîroz li wê ye, hemû nirxên wan li wê ye. Eger ji wê derê dûrkevin êzdî dimirin. Bi hicûmê DAÎŞ-ê xwestin qetlîameke mezin li Şengalê, ser êzdîyan pêk bînin. Yanê Şengalê bê êzdî bikin, yanê Şengalê bikin ware xwe. Ew pêk nehat, Vêca jî dixwazin êzdîyan bibin Ewropayê, Amêrîkayê, Kanadayê. Êzdîyan weha xilaz bikin, car din êzdî nezivirin Şengalê. ku Şengal ji cîhê êzdîyan, ware êzdîyan derkeve. Yanî lîstikên weha xeter li ser gelê me êzdî tê meşandin. Pêwîst e gelê me êzdî vê baş ferq bike. Lîstikên ku dibin, komployên ku dibin, lazime fem bikin, vana xirav bikin, li xwe xwedî derkevin, di Şengalê da bi cîh bibin. Raste, ji bo ku car din bizivirin Şengalê, di Şengalê da bi cîh bibin, pêwîst e, ku parastina xwe hebin. Eger hêza xwe parastinê çê nekin, nikarin bi kesekî bawer bikin, nikarin car din bizivirin Şengalê û di Şengalê da bi cîh bibin. Eger xweserîya xwe nebe, hêzên xweparastinê nebin, nikarin bi kesekî bawer bikin. Çimkê tiştê ku hatye jîyankirin, vêya derdixe hole, vêya bi êzdîyan daye fêmkirin. Êzdî dive xwe bawer bikin, li ser hêza xwe civaka xwe ava bikin, pêwîst e, hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin, hêzên xweparastinê ava bikin, xweserîya xwe ava bikin, bikaribin bi xwe xwe biparêzin…

Ev jî tenê ne bes e. Lazime, êzdî bi Telefer ra bi Turkmên raj î heleqên xwe çê bikin, bi hev ra li dijî DAÎŞ-ê bisekinin…

...Naha di nav êzdîyan da nîqaş heye, her çiqa diçe ew nîqaş pêş dikeve. Êzdî dibêjin: "Me berê bi Hukumeta Îraqê bawer kir, bi Hukumeta Kurdistanê bawer kir, ku wê me biparêzin, feqet derket, ku wana em neparastin. Eger xweserîyeke me hebûya,  hêzeke me ya xweparastinê hebûya, meyê  bikaribûya xwe biparasta, meyê ew tevkujîya, ew koçberîya jîyan nekira. Dibêjin, me ji bûyerên derbazbûyî tê derxist, ji  vir hada ji bo ku em vegerine Şengalê, li Şengalê bijîn, dive em bi xwe bawer bikin, em xweserîya xwe, rêvebirîya xwe li ser wê bingehê pêşbxin, em hêzên xweparastinê pêş bixin, em bi xwe bi hêza xwe xwe biparêzin, eger weha be, em dizivirin, eger weha nebe. em nazivirin".–

 Em vê dîtinê, vê goftûgoyê rast dibînin. Di praktîkê da derket hole, ya hate jîyankirin jî, diyar dike, ku, eger êzdî hêzên xweparastinê çê nekin, bi wê hêzê xwe neparêzin, rêvebirîya xwe ya xweser çê nekin, bi wê xwe rêvanebin, nikarin bizivirin vêderê, nikarin li vir jîyan bikin… Em dikarin piştgirîya vê bikin… Kesê li dijî vê bisekine, nine. Her kesê piştgirîya vê bike. A rast jî ev e. Her bi vî awahî dikare çareserî bibe, wekî dinê çareserî çê nabe. Gelê me dive çareserîyê di vê da bibîne, ne ku di Ewrpayê da, Amêrîkayê da, Kanadayê da. Pêwîst e warê xwê neterikînin,  Kurdistanê neterkînin, li xwe xwedî derkevin. Eger ji Kurdistanê qut bibin, ji Şengalê qut bibin, belkî bi fîzîkî qetlîam nebe, feqet wê qetlîama sipî pêk bê, ango, wê êzdatîyê bemire. Wê di Şengalê da êzdayetî jîyan nebe.Pêwîst e mirov vê baş fêm bike.  Naha gelê me êzdî li Başûr, li Bakûr, li Rojava bi cîh dibe. Ev baş e. Pêwîst e, gelê me li her cîhan li êzdîyan xwedî derkeve – bi hemû derfetên xwe alîkarîyê bide wan. Alîkarîya êzdîyan kirin, alîkarîya kurd kirine, kurd bi serxistine. Eger êzdî ji hole  rabin, kurd zerarên mezin dibînin. Kurd koka xwe winda dike, dîroka xwe winda dike, taybetmendîyên xwe winda dike. Pêwîst e, kurd êzdîyan bide jîyankirin… Eger gelê me li hemû beşan li êzdîyan xwedî derket, êzdîyê bizamnibin, ku ew ne tenê ne, ku li rex wan gelek heye, ew gela dikare têk Gotinên miftehî :

Berhem News Portal & Blog v3.30
Copyright 2011-2017 © Amîda Kurd