1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’OJNAMEYA “HURIYET”-Ê Û EM
R’OJNAMEYA “HURIYET”-Ê Û EM,r,ojnameya,huriyet,ê,û,em

R’OJNAMEYA “HURIYET”-Ê Û EM

A+ A-

(Bîranîn-bûyereke 23 sal berê)

Dawîya cotmeha slal 1993-an bû, di Yêrêvanê da bi zimanê ermenî r’ojnameya “Բոտան” (“Botan”) dihate weşandin, û êdîtorê wê jî ez bûm. Mijarên ku di wê r’ojnameyê da dihatin r’onîkirin, hemû jî bi dîrok, wêje û çanda net’ewî û T’evgera R’izgarîxwaz a K’urdistanê û bûyerên Welêt va têk’ilîdar bûn. Û piştî weşana çend hejmarên pêşin ewê r’ojnameyê hem di nava xwendevanên ermenî, hem jî li dervayî Ermenîstanê dengekî dengvedabû…

Û r’êdaktsîona r’ojnamê û K’urdistan komîtê jî di avayîke da bûn. Dema mirov dik’et hindur’ hema li ser dîwarê hember dîmenekî balkêş li ber wî vedibû: wêneyê r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocalan û yên p’akr’ewanên Têk’oşîna Doza Net’ewî. Nûnerên sazî û r’êxistinên Ermenîstanê û yên konsûlos û baylozxaneyên dewletên bîyanî diahtin, bi baldarî k’arên Komîtê û r’êdaktsîonê dişopandin…

R’ojekê jî ji Wezareta k’arên derva ya Ermenîstanê ji min r’a t’êlêfon kirin û gotin, ku r’ojnamegerekî t’irk ji Moskovayê hahtye Yêrêvanê û dixwaze bê ofîsa we, em hêvîdar in, ku hûnê wek ku tê xwastin, bê pirsgirêk wî qebûl bikin û ver’ê bikin… Piştî nîv sehetê ew hat… Li ber me mirovekî bi dêmê ewropî-slavîyan sekinîbû û bi r’ûsîyeke paqij bi me r’a diaxivî…

Ewî vîzît-k’arta xwe dirêjî me kir û xwe da nasîn – Nêrdûn Hacîoxlû, nûnerê “Huriyet”-ê di Moskovayê da!

Piştî sowbetekê û pirs-pirsyaran ewî xwest bi min r’a di bin wêneyê Serok Apo da fotoyê xwe bik’işîne. Me got –na! – Wê demê helhesteke me ya wisa hebû, ku her tiştê tirkî r’a bibêjin na, heya, eger di wê da berjewendîyên me jî hebin…

Ew wê r’ojê bi dilekî şkestî çû. Sibetirê bi nûnerekî Wezareta k’arê derva r’a çûbû gundên k’urdan ên navçeya Elegezê, bi gundîyan r’a axivî bû, fotoyên wan k’işandibû… Ji wan pirsî bû, ku dibêjin, li vira baregehên PKK-ê hene, rast e? Yekî ji wan bi laqirdî gotibû:

– Erê, li vira yanzdeh baregehên PKK-ê hene!

Ji matmanê bêhna r’ojnamegerê t’irk diç’ike, ç’avên wî fireh dibin, û ew dipirse:

– Li k’u ne ew, hûn dikarin nîşanî min bidin?

Gundî dibêjin:

– Erê, fermo, hemû 11 gundên k’urdan jî, her yek baregeheke PKK-ê ye, û ev ê ku tu naha lêyî, yek ji wan e!

Û paşê ev gotinana r’ojnameya “Huriyet”-ê li ser rûpelê xwe yê yekem wek manşêt danîbû…

Piştî ku ew êvarê vegerya Yêrêvanê, ji nûva ji me r’a t’êlêfon kir, hîvî kir, got, ku ewê tiştên xerab nenivîse, ku eger ew di ofîsa me da fotoyê xwe nek’işîne, di r’êdakt’sîonê da kesekê ji wî bawer neke, ku ew hatye bal me…

Wê demê min ji hevalên me r’a got, eger heya ew tiştên ne baş jî binivîse hema ew fotoyê wî di bin wêneyê Serok da bi sere xwe propaganda

R’êxistinê ye, ka, bila bê…

Me destûr dayê, ew hat…

Piştî çend r’ojan t’evahîya T’irkîyayê li ser wê diaxivî, gelek welatp’arêzan ji welêt û mêtropolan ji me r’a t’êlêfon dikirin, yekî ji wan jî ew hejmara “Huriyet”-ê bi r’êya bazirganan ji me r’a şand…

Weha, wêneyê r’ûp’elê yekem ê wê hejmara “Huriyet”-ê!

Di wêne da, ji mile çepê: Nêrdûn Hacîoxlû û ez.

19. 05. 2016


Gotinên miftehî :