1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Raza di Mem û Zînê de
Raza di Mem û Zînê de,Raza,di,Mem,û,Zînê,de

Raza di Mem û Zînê de

A+ A-


 Pi?t re min ev berhem wergerande ser zimanê kurdî (kurmancî) û di meha rezbera sala 2004'an de dîsan ji aliyê heman enstîtuyê ve hate we?andin. Pi?tî wergera wê ya li kurdî, ez careke din li ser nivîsara xwe rawestiyam û min hin guherînên pêwist tê de kirin û min ew rojane kir. Pi?tî vê kurtedaxuyanê, em bên ser berhema mamosteyê Sêyemîn Xanî. H. Mem berî "Mamosteyê Sêyemîn Xanî" du berhemên din li ser Xanî amade kiriye. Ev xebata wî ji yên din cuda ye. Çendî ku ji hêla naverokê ve wan berheman temam dike jî, lê belê H. Mem raman û nêrînên xwe yên li ser Ehmedê Xanî di vê berhema xwe de bikeystir û ba?tir formûle kiriye.

Nivîskar H. Mem, bi ?êwazeke xweserî xwe, bi zimanekî sivik û rewan, bi awayê zimanê romanê, bi ser hêma û ?îfreyên di Destana Mem û Zînê de vebûye. Bi peyt û tespîtên cihêreng û ew çend jî balkê?, berhema bêhempa ya Xanî hildaye dest. Bi van peytên xwe, mirovan ?a?waz dike û diheyirîne. Ew wek pisporekî perdeya tesawifê li ser raman û fikrên Xanî hiltîne û dike ku em bi hêsanî bîr bibin vê berhema yekta. H. Mem, li naveroka Mem û Zînê dinêre û wisan ?îrove dike. Yanê ji aliyê naverokê ve nêzîkayî li berhemê dike û wê dadihûrîne. Bi çavê kesên pisporên civaknasî û zanista siyasetê lê dinêre. Ji ber ku ev azîn ji xwe re hilbijartiye, bi ser ketiye. Loma jî, kiriye ku em bi Xaniyekî din re rû bi rû bimînin.

Nivîskar, destana Mem û Zînê, ku Xanî bi kê?a arûzê û ?êweya mesnewiyê ew ristibû, li teknîka romanê dadigerîne û dike ku em hem rûyê cewherê bibînin û hem jî der barê bihayê wê de agahdar bibin. Gava meriv berhema H. Mem dixwîne, pê de diçe û bir ser Xanî vedibe, mirov nikare xwe ragire ku li ber vî dehayê mezin bejna xwe netewîne. Mirov ji xwe re diheyîre ku bi kîjan nasnavî wî binavîne. Ew dahî ye, feylesof e, stêrnas e, civaknas e, mutesawif e, muzîkolog e, serek mamoste ye, avakarê civakê ye, çi ye? Em bi dudilî bibêjin ew, ew tev in....
Gava ku mirov xebata H. Mem bi baldarî dixwîne, hîn ba?tir têdigihîje ku Xanî ew zanist tev de zanibûne, heta li gorî serdema xwe hîn bêhtir der barê wan de agahdar bûye. Çimkî bi awayekî bêkêmasî ew zanist di berhema xwe de bi kar anîne. Lewma jî em bi çi çavî lê binêrin em binêrin, ji aliyî kijan zanistî ve nêzîkayî lê bikin em bikin, miheqeq ti?tekî ku em ji vê karpêkê bi dest bixin, dê hebe.
Her çi qas Mem û Zîn berhemeke wêjeyî be jî, ew çend berhemeke zanistî ye jî.

Ti?tê ku em pê dizanin, li ser Ehmedê Xanî bi dehan pirtûk hatine nivîsandin. Ji gelek aliyan ve nivîskar, lêkolîner li ser Xanî û berhemên wî rawestiyane. Lê belê, bi vê berhemê ez gihî?tim wê baweriyê ku tu kesî mîna H. Mem bi kûrayî û bi dûrayî li ser Xanî nesekiniye û tenê karibûne bi awayekî serkî jê behs bikin. Bi gotineke din serkî mane, ji Ehmedê Xanî tênegihî?tine. Bi gotina kin û kurt vê berhemê ez hingaftim.
Gelo dibe ku sedemên tênegihî?tina ji Ehmedê Xanî, zimanê kurdî be, ku Xaniyê mezin ew bi zanebûn tercîh kiribû?... Xanî, li gor serdema xwe helwesteke cuda nî?an daye. Wî paxav bi navdarî, ?ohret, pol û pere nekiriye. Gel tercîh kiriye, girîngî bi zanist û zanînê daye. Bi awayekî derî adet tevgeriyaye.
Haya Xanî ji girîngiya zimên hebûye. Wî dizanibû yê ku neteweyan dike netewe ziman e. Ji xwe wî di destpêka destana xwe de sedemên nivîsandina bi zimanê kurdî, bi a?kerayî gotiye.

Ev helwesta Xanî, helwesteke wêrekane ye. Wê serdemê, zimanên ku di rewacê de bûn, erebî û farisî bûn. Têne mirov ancax bi wan zimanan karibûn pê biavêtana gorapana wêje û zanistê. Eynî weke roja îro, wê gavê jî kurdî mîna zimanê gundiyan, zimanê kesên qata bindestan dihate dîtin. Eger tu bi zimanê serdestan binivîsî wê pe?iya te vebe. Bi gotina Xanî eger tu bi kurdî binivîsî, dê te "kenarî" bi nav bikin û tu qedr û qîmet jî nadin te.
Ligel vê rew?e, Xanî her ti?tî dan pê? çavên xwe û ne bi zimanên ku wê çaxê di rewacê de bûn, bi zimanê gelê xwe yê bindest nivîsî. Di pê?eka destana xwe de, bi dengekî bilind û bi kirpandin dide xuyakirin ku ew çima bi kurdî dinivîse.

Lê divê ku em ti?tekî ji bîr nekin. Xanî ne ji ber eks û rika hin kesan, destana xwe bi kurdî nivîsand. Ji ber ku ew li ayendeya kurdan fikirî, dest avête vî karê hêja û ew çend jî pîroz. Ji lew re Ehmedê Xanî, di bin perdeya edebiyata dîwanê de, manîfestoya rizgariyê ya kurdan darastiye. Sêwirana avakirin û damezirandina gelekî di berhema xwe de neqi?andiye. Wî bi zanebûn lehengên xwe hilbijartine û her yekê li gora wî/wê rol daye wan. Her lehengekî berhema wî, xwedî têgînek û xwedî mefhûmekê ye.
Me got ku sedemê nefehmkirina ji Xanî nivîsandina kurdî ye. Çimkî rew?enbîrên me yên ji nif?a nû, bi piranî ji raboriya xwe bêhay û agah in. Bendên wan ên xurt bi raboriya wan re nîn in. Ev yek jî, ji wan naqewime. Ji ber ku ji nav sîstemeke nû ya perwerdehiyê, ji nav sîstemeke nû ya alfabeyê hatin. Bi ser de jî bi zimanekî biyan perwerde bûn. Loma jî bêraborî man û negihî?tin wê behreyê (qabiliyetê) ku karibin ji ramanwerê me yê hêja fehm bikin. Raz û sira di berhema wî de kif? bikin. Tenê Xanî wek helbestkarekî ku bi kurdî nivisandiye û ramanwerekî neteweperwer, bi nav kirin.

Li vir me divê ku em balê biki?înin ser rastiyekê. Ev gotinên me ne ji bo hemû ronakbîrên ji nif?a nû ne. Em wan kesên ku hay ji xwe, ji raborî û ayendeya xwe hene, ji nav vê katagoriyê derdixin. Çi heyf ku rew?a gelekan xerab e.
Çawan ku nivîskar H. Mem jî daye xuyakirin, mele û seydayê me jî wê behreyê ango qabiliyetê nî?an nedan û negihî?tin raza esera Ehmedê Xanî. Bi çavekî mutesewif li Xanî û li berhema wî jî wek berhemeke menzûm a evînî mêze kirin. Heta hin jê Yûsiv û Zuleyxayê tercîhî Mem û Zîna Ehmedê Xanî kirin. Zêde qîmet bi wê nedan. Ew îhmal kirin. Bi ser sembol û razên Ehmedê Xanî ve nebûn, Ev kif? nekirin.

Lê Xanî ne tenê helbestkarekî neteweyî ye. Ew ramanwerekî pirhêl û teorîsyen e. Teoriya rizgarkirana gelekî di esera xwe de formûle kiriye. Xanî dide xuyakirin ku, bi beg û mîran, bi ?ah û padî?ahan sazûmaneke biedalet, wekhevîparêz û azadîparêz nayê damezirandin. Vê yekê di berhema xwe ya bêhempa de, diqîre. Diyar dike ku gerek vîn û îrade di destê hêzekê tenê de be. Ancax bi vî awayî serkeftin pêk tê.
Xanî, berhema xwe ya nemir bi hunerên gotinê mîna telmîh, îstiare, te?bîh û mecazê xemelandiye. A hemû ti?t di van senetan de ve?arî ye. ?îfre ev in. Ehmedê Xanî di tesewifê de jî azîna zahiriyê na lê ya batiniyê bijartiye. Hunera xwe bi van rê û dirban îcra kiriye. Çimkî Xanî xwestiye xwe ji hi?ma beg, ?êx, mele, seyda û kesên hi?kbawer biparêze. Lewma serî li van riyan daye û bi awayekî sergirtî daxwaz û ramênên xwe dane diyarkirin.

Em cihê bêsedem nabêjin Mem û Zîn berhemeke yekta ye. Berhem hem ji hêla edebî ve û hem jî, ji aliyê honak û bûyeran ve tekûz e, mukemel e. Xanî di ?ahkara xwe de gelek diyardeyên ku ji civaka me re biyan in, tersî jiyana me ya olî û li dijî dab û nêrîtên me yên wê gava ne, bi kar anîne. Lê wisan bi awayekî hunerweran e ev yek pêk anîne, mirov ne pê dihese û ne jî bi wan tehl dibe. Wek nimüne roja Newrozê cilên mêran li Stî û Zînê û kincên jinan jî li Mem û Tacdîn dike û wisan wan berî nava gel dide. Ev ti?tekî seyr û ew çend jî balkê? e.

Hîmdarê ramana neteweyî Xanî, dîsan bi zanebûn roja Newrozê, bi vê timtêlê her çar lehengên xwe yên sereke tîne hemberî hev. Çimkî hemû qat û tebeqeyên civakê wê rojê li derve ne û be?darî pîrozbahiyên Newrozê bûne. Hem civakê bi wan dide naskirin û hem jî bayê azadiyê, wekhevî û dadê bi ber bêvil û difnên wan dixe. Her wiha bi vê yekê dike ku leheng bêyî bên naskirin bikaribin bi hêsanî çavdêriyên xwe bikin û xwe bigihînin raz û siran. Xaniyê nemir bi honakeke gelek balkê?, a dilê xwe bi lehengên destanê daye kirin.

Melûmî me tevan e, berê beg û mîr, ?ah û padî?ahan cilên derwê?an li xwe dikirin û diketin nav gel, rew? û halê welêt raçav dikirin. Lê mêr dîsan bi kincên mêran ev yek pêk dianîn.

Diyardeyeke din, ku ew jî ne li gorî dab û nêrîtên me ye, li ?ûna birayê mezin, birayê biçûk diçe ji Mîr Zeydîn Stiyê dixwaze. Xanî li ?ûna Arif, Çeko disîne hizûra Mîr. Xanî, di destana xwe de her me diheyirîne. Me dabû xuyakirin ku Ehmedê Xanî her lehengekî/ê xwe rolek dabûyê. Arif ?êwirmend e, wek navê xwe arif e. Ji lew re nedibû ku ew biçûye dest û lingê mîr. Rol rola Çeko bû û pêwîst bû ku Çeko bi vê rolê rabûya.
Xanî Baba her ti?tî bi zanebûn dike. Hem berhema xwe bi hunermendane dixemilîne û dihone hem jî peyam û mesajan dide xwîneran (xwendevanan).

Ji bo van peyaman nimûneyek. Xanî di destana xwe de îlac û mecûnê ne bi destê Hîpokrat lê belê bi destê Eflatûn dide nexwe?an. Helwesteke derî adet e, ne wisan? Em bînin bîra xwe ku Hîpokrat hekîm û Eflatûn (Platon) jî ramanwer e.
Em gi?t pê dizanin ku di wexta xwestinê de zava naçe mala bavê keçikê. Lê Ehmedê Xanî guh bi gerdî? û kevne?opiyan nekiriye. Zava Tacdîn ligel Memo bi xwezgîniyan re derdixe hizûra mîr. Em hema bi ser re ji van helwestên derî adet ên Xanî behs bikin. Stî bêqelen û next dide Tacdîn, di ser re jî wek rihel û cihêz bi baran zêran, yaqût, dur û mirariyan bi Stiyê re verê dike. Ev kirinên ku Ehmedê Xanî di destana xwe de bi lehengên xwe dide kirin, hîna îro jî ji civaka me re biyan in.

De îcar bifikirin ku sê sed sal berê Xanî ev kirin pêk anîne. Lê em îro hîna di jiyana xwe ya rastîn de nikarin van daxwazên Xanî bînin cih. Ji vî aliyî ve jî Xanî nûxwaz e.
Di felsefeya Xanî de dualîte heye. Ew bawerî bi yekîtiya dijberan tîne. Xanî diyar dike ku ew bêyî hev nabin. Xanî dualîst e û yek ji pê?engê dualîzmê ye.
Pi?tî ku min ev berhem xwend, min piçekî din jî, ji Ehmedê Xanî fehm kir û ez pê ronî bûm. Ew mînakên ku me li jorê rapê? kirin, nivîskar di xebata xwe de bi dorfirehî li ser wan sekiniye.

Niha jî, pi?tî van agahiyan, em dixwazin hin peyt û tespîtên nivîskar bidin. H. Mem tezên balkê? derpê? dike. Gava ku van tezên xwe pê?kê? dike, ne bêpalpi?t û delîl e. Bervajî, ew bi palpi?tên xurt van tezên xwe xurt dike.
H. Mem dibêje ku yê cara pê?în ramana dewleta neteweyî, dewleta sosyal kiriye Ehmedê Xanî ye. H. Mem ji bo destanê jî vê peytandinê dike. Mem û Zîn yek ji destanên pê?în ên serxwebûna neteweyî ne. Loma jî, ji bo Xanî vê gotinê dibêje: "Xanî wek Mûsa neteweperwer û wek Platon jî sazûmankar e."
H. Mem diyar dike ku Xanî Mûsayê kurdan e û ew di bin tesîra Deh Fermanên Hz. Mûsa de maye loma, di destana xwe de helbesta dehan nivîsiye. Pê jî nemaye û helbestên xwe li ser deh movikan ristine. Her wiha deh lehengên sereke yên destanê hene. Ev îspatên vê yekê ne.

Lêkoler H. Mem vedîtiye ku Ehmedê Xanî di berhema xwe de reqamên ?îfredar bi kar anîne. Wek jimarên yek, sê, çar, deh, du sed... Nivîskar di xebata xwe ya bi navê Mamosteyê Sêyemîn Xanî de, bi berfirehî li ser van ?îfreyan sekiniye û ravekên balkê? der barê wan de kirine. H. Mem jimara dehan wiha rave kiriye:
1) Stî (hiqûq) 2) Zîn (azadî) 3) Tacdîn (otorîte) 4) Arif (?êwirmend) 5) Çeko (hêz û çek) 6) Memo (gel) 7) Beko (nepakî) 8) Heyzebûn (rew?enbîr, mamoste) 9) Mîr Zeydîn (desthilat) 10) Gurgîn (nif?a ku dê bê)...
Birêz Mem dibêje ku Ehmedê Xanî di berhema xwe de zanist, zanyar, edalet, azadî wek otorîteya mêhik; desthilatî, hêza le?kerî û hêmanên tirsê jî wek otorîteya mêr bi nav kiriye.

Meriv ji xwe re hinek heyret dike ku bê çima ji teorîsyen û fîlozofekî wek Xanî nehatiye fehmkirin. Gelo ji ber ku em berhema wî tenê wek berhemeke helbestî dibînin û wê wek terza romana rojhilat nabînîn loma? Bi ya min ev pêkerek e, lê hinên din hene:
1) nebûna desthilatiya kurd
2) ji herfên kevn derbasbûna herfên nû, ji sîstema perwerdehiya kevn derbasbûna sîstema nû. Bincilkirina raboriyê û redî mîras..
3) Ji ber ku Ehmedê Xanî bi kurdî nivisîye rew?enbîrên me yên ji nif?a nû, nikarin wî nas bikin û hilsengînin. Gava berhema hêja Mem û Zîn li tirkî û zimanekî din tê wergerandin hîna giranbihatiya wê xuya dibe.

Em dikarin bi dehan tezên balkê? di xebata H. Mem de bibînin. Ji van tezan jî xuya dibe ku lêkolîner serê xwe gelek hem bi vê xebatê û hem jî li ser Ehmedê Xanî ê?andiye. Çawan me di serî de jî got, gelek aliyên Xanî yên ku nedihatin zanîn, bi dorfirehî radixe ber çavên xwendevanan. Her wiha sedemê nivîsandina Mem û Zînê, sembolên ku di destanê de hene, sedemê nivîsandina bi kurdî û gelek aliyên din nivîskar H. Mem formûle kirine û wek tez pê?kê? dike. Wek encam em vê bibêjin: Nivîskar bi ?îfreyên Xanî derxistiye û bi awayekî gelek ba? jî ?îrove kiriye.

  
Zana Farqînî
[email protected]

Gotinên miftehî :