1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Amîda Kurd
  4. Rewşenbîrên Kurd Gazî Serokên Cîhanê Dikin
Rewşenbîrên Kurd Gazî Serokên Cîhanê Dikin,rewşenbîrên,kurd,gazî,serokên,cîhanê,dikin

Rewşenbîrên Kurd Gazî Serokên Cîhanê Dikin

A+ A-

Birêz Barack Obama Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amekerîkayê,
Birêz Vladimir Putin Serokê Rusyayê,
Birêz Ban Ki-moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Birêz Jean-Claude Juncker Serokê Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê,

Birêzan!

Li Rojhilata Navîn, di nava vê dojeha hebûna DAEŞ'ê û piştgirên wê de, tenê Kurd bûn ên ku li ber xwe dan, ên ku zarok û jin ji serjêkirinê xilas kirin, ên ku doza wan nirxan kirin ku nirxên mirovahiyê yên hevpar in ku di serî de "azadî" tê. Keç û xortên me, jin û mêrên me, ev çar sal in ku bi awayekî nedîtî ji bo van nirxan û ji bo parastina hemû cîhanê, canê xwe didin. Lewre, em dizanin ku heger Kurdan li ber xwe nedaya, DAEŞ dê dûrtir jî biçûya û xurttir li welatên Ewropî bixistaya, weke ku vê dawiyê em li Fransa û Belçîka û Almanyayê dibînin. Divê em hevalên xwe baş hilbijêrin û vê barbariyê ji kokê ve bibirrin da ku aştî û aramî û azadî were cîhanê. Ev jî diyar dike ku doza me yek e, em ne bi tenê ji bo xwe û zarokên xwe, lê herweha ji bo zarokên hemû cîhanê li hember êrîşên terorîstên DAIŞ, El Qaide, El Nusra û versiyonên wê yên cûr bi cûr ku li dijî hemû peyman û nirxên navneteweyî yên der barê mafên mirovan, demokrasî, azadî û edaletê de ne.

Ji destpêka sala 2011'an ve, ku şerê navxweyî yê Sûrîyeyê dest pê kiriye, Gelê Kurd helwestek rast nîşan daye, beşdarî şerê navxweyî nebûye, xwe dûrî vî şerî hiştiye, ev wekî şerê navxweyî yê Sûrî û Ereban dîtiye, nebûye alî. Lê wekî erdnîgarî, dema Gelê Kurd axa Rojavayê Kurdistanê diparêze di navbera cîhanê û cîhadîstan de jî dibe bend û ji bo cîhaneke ewle roleke mezin a mirovahî dilîze. Ev tişta baş mixabin dibe sedema ku îcar alîgirên terorîzmê bi hev re êrîşî vê herêmê bikin. Ji ber vê yekê hemû aktorên şerê Sûrî di vî çar salî de êrîşî Rojava kirine. Lê Gelê Kurd bi destekek navneteweyî Rojava parastiye û bi vî rengî li Rojava Keldanî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û gelek gel û olên din bi serbestî û azad dijîn.

Ji ber vê yekê ye hûn jî, gelek ji welatên we jî wekî zarokên hemû cîhanê hatin alîkarîya Kurdan û gelek ji wan bi zarokên Kurdan re şehîd ketin. Êdî mîrasek wan heye ku divê em hemû bi hev re biparêzin. Hinekan ji we di vî şerê li dijî terorîzmê de ji berxwedana Kobanê û û pê ve destek dan me.

Wekî hûn jî ji nêzîk ve dişopînin, di serî de Tirkîye û dewletên din ên ku gelê Kurd çarhawir dorpêç kirine ev hêzên terorîst bi gelek awayan destek kirin û herî baş zarokên we yên bi me re ne ev yek dîtin. Di destê we de jî têra xwe agahî, dokuman û îstîxbarata vê jî heye. Lê çawa ku dema van ciwanan Rojava parast û nehiştin terorîzm pirtir ber bi cîhanê ve belav bibe, her wisa jî li gor dewletên wekî Sûrî, Îraq, Îran û Ûris jî ew dibûn asteng ku pirtir cîhadîst ji cîhanê derbasî Sûrî bibin û ev rewşa Kurdan ji xwe re ji bo demekê bikêrhatî didîtin, ji ber ku cîhadîstên ew li dijî wan ji mezhebekî din bûn. Gelê Kurd di Rojava de ji ber vê rewşa konjonkturel van çar salan ji tevkujîyên mezin rizgar bûye. Lê îro yên ku destûrê didin Tirkîye Rojava dagir bike, êdî vê cîhana ku ciwanên delal bi hev re ava dikin wekî tehdîd dibînin. Û îro yek ji wan dewletan, Tirkîye bi tang, top û balefirên xwe êrîşî Rojava û Minbicê û dike, ku zarokên baş ên cîhanê azad kirine.

Em baş dizanin ku ger hûn li hember Tirkîyeyê derketana, Tirkîye nikaribû têketa nav Sûrîyeyê.

Niha zarokên me yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bi balefirên Tirk tên kuştin, sivîl di gundan de tên bombebarankirin.

Birêzan!

Berxwedana ku niha Kurd û hevkarên wan li Rojavayê Kurdistanê didin beşeke parastvanîya hemû peyman û hêjayiyên navneteweyî yên der barê mafên mirovî, demokrasî, azadî û edaletê de ye. Bi vê bawerîyê em kesên navê wan li jêr ji we, dewlet û hukumatên we, gelên we, dem û dezgehên we jidil daxwaz dikin:

- Li van destkeftîyên berxwedana me û zarokên baş ên cîhanê ya li dijî terorîzmê ye xwedî derkevin.

- Ev berxwedana ku bi alîkarîya we û xwîna zarokên we gihaştiye vê astê divê bi alîkarîya we her dewam bike.

- Li hember êrîşkarîyên Tirkîyeyê û hêzên cîhadîst ên pê re; El Nusra, El Qaide û versîyonên wan êrîşî Kurdan û dostên wan dikin dengên xwe zêdetir bilind bikin.


- Ji bo ku dewleta Tirkîyeyê ji nav Sûrîyeyê derkeve û destên xwe ji desteka DAIŞ, El Qaide, El Nusra û versiyonên wê bikişîne çi ji destê we tê bikin.

- Werin em dest bidin dest hev, li dijî terorîzmê piştgirîya van zarokên xwe bikin, da ku cîhaneke ewle ji bo me hemûyan ava bikin.

Komîteya Bangewazîyê
Doç. Dr. Osman Aytar, Nivîskar Helîm Yûsiv, Nivîskar Mahabad Felat Arda

Nîşe:
Ji bo beşdarîya îmzeyê nav û paşnav, pîşe û welatê xwe ji epeyama jêrîn re bişîne.
Berî ev metn li Îngilîzî were wergerandin çi rexne û ramanên we hebin bişînin.

info @ amidakurd . net

Ji bo nirxandinê dema dawî:

30.08.2016 | 20:00


Navên Hatine

Helîm Yûsiv Author Germany
Mahabad Felat Arda Author Sweden
Osman Aytar Associate Professor
Sweden
Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo Aydoğan Kurdolog France
Berivan Dosky Co-President Kurd PEN Germany
Dilawer Zengî Co-President Kurd PEN Rojava/Syrian
Ezîzê Cewo Author Russiya
Kakshar Oremar Journalist Germany
Fêrgîn Melîk Aykoç Author Douchland
Kemal Necîm Poet Rojava/Syria
Îbrahîm Osman Author Swisre
Birgul Ozbariş Arda Author Sweden
Abulkqadir Mûsa Poet Germany
Azad Akkash Author Germany
Fener Rojbiyanî Author Germany
Mohsen Ahmad Journalist Germany
Moussa Sullaiman Actor Germany
Amed Çeko Jiyan Author Germany
Şepal Hêvo Poet Germany
Arî Khudhr Engineer Sweden
Aram Kemal Hesen Doctor
Cawîdan Kemal Hesen Doctor
Berxwedan Yaruk Journalist Sweden
Ardlan Abdo Poet Finland
Husên Feqe Poet Holland
Fethulla Huseyni Author Başûr/Iraq
Rewşen Qasim Author Başûr/Iraq
Hêvîn Hsio Poet Rojava/Syria
Sabîha Çetîn Diljen Teacher Sweden
Haydar Diljen Teacher Sweden
Narin Celiker Nurse Sweden
Şivan Zeren Author Turkey
Miheme Porgebol Thespian Turkey
Xunav Kano Author Germany
Nûrî Şêx Qenber Doctor Rojava/Syria
Menaf Mihemed Poet Başûr/Iraq
Îmran Yûsiv Thespian Rojava/Syria
Hussein Habasch Poet Germany
Ahmed Huseynî Poet England
Rêzan Tovjîn ITC
Azad Zal Publisher Turkey
Elenî Hejar Teacher Turkey
Ciwan Soz Poet France
Luqman Silêman Author Germany
Hussein Omer Author Belgium
Xoşman Qado Poet Rojava/Syria
Mounir Shekhe Simulations Rojava/Syria
Mounir Shekhe Simulations Rojava/Syria
Ahmed Berazî Author Germany
Omer Bozan Poet Germany
Hizirvan Abdullah Poet Başûr/Iraq
Bêrî Bihar Pedagog Nederland
Şêro Dalînî Poet Rovaja/Syria
Xiyasedin Zaroj Stêrk Poet Germany
Zeredeşt Haco Author Germany
Hesen Huseyîn Deniz Author Swissre
Rizoyê Xerzî Poet Rojava/Syria
Dawid Yeşilmen Editor Germany
Ronas Sheikhmous Musician Germany
Feratê Dengizî Author Turkey
Halil Dalkılıç Journalist Germany
Huzni Hajo Physician Sweden
Narîn Derky Poet Canada
Memo Sahin Author Germany
Lokman Polat Author Sweden
Hoşeng Osê Poet Belgium
Seydo Reşîd Poet Germany
Omer Fîdan Sekretary-Genelral Kurd PEN Turkey