1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Nehîr Pale
  4. Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî I
Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî I,serpêhateyek,ji,romana,hezar,şehîdî,i

Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî I

A+ A-

Di nav pêtên agir, qêrînên mirinê û bêhna şewatê de çavên xwe li jiyanê vekirin. Li şûna rojên destpêkê di nivînek germ û nêzî hembêza dayîkê de biborîn, li ser riya koçberiyê rêwîtiyek nepenî dikir. Wiha lehengê vê serpêhateyê çavên xwe li cîhanê vekirin û dest bi rêwîtiya nemiriyê kir, da ku li Kobanê, bibe serpêhateyek ji romana hezar şehîdî.

Her Îlûnek di dîroka Rojavayê Kurdistanê de ew ê rojnameya /15’ê Îlûna 2014’an – 26’ê Çileya 2015’an/ di bîra mirovî de vejîne. Li Kobanê, 132 rojên ji agir ku navê “Berxwedana Sedsalê” wergirtin, romaneke berxwedanê ne. Her şehîdekî vê berxwedanê, serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî ye.

Gundê Gelîkur ê Mêrdînê, ku niha qeraxeke jibîrçûyî ku pêtên agir erd û ezmanê wê xwariye û avêtiye tunebûnê, jiyanek berê lê diherikî. Şevekê zebaniyan avêtin ser gund û agirek vedan. Pêtên vî agirî tevî mirovan, dar, ax, asîman û hewa, her dever dixwarin. Şevekê dawî li qedera vir anîn. Lê wê rojê zarokek Kurdistanî, nû ji benê navka dayîka xwe qut dibû. Di nav qêrînên êşa ji şewat û qetilkirinê, qêrîna Ridwanî ku nû çavên xwe li jiyanê vekiribûn jî dihat. Lê çavên wî li şûna, kenê dayikê û roniya  gundek Kurdistanî bibîne, şewat û dumana ku paşeroja bavûpîrên wî dixwarin dîtibû. Li şûna hêsir û qêrîna yekemîn a Ridwanî şadûmaniyê ji malbata Acer re bîne, bi qêrînên din re tevlîhev û wenda bibûn. Li şûna rojên destpêkê di nivînek germ nêzî hembêza dayîkê de biborîn, li ser riya koçberiyê rêwîtiyek nepenî dikir. Wiha lehengê vê serpêhateyê çavên xwe li jiyanê vekirin û dest bi rêwîtiya nemiriyê kir.

Rıdvan Acer (Dilxwaz Kerboran)

Ridwan Acer (Dilxwaz Kerboran) şervanê YPG’ê ku di berxwedana Sedsalê ya Kobanê de şehîd bibû, serpêhateyek ji romana hezar şehîdên Kobanê ye.

Di sala 1993’an de roja ku leşkerên Tirk êrîşî gundê wan Gelîkur kirin û şewitandin, giyana Ridwanî hat ruyê dunyayê. Di rojên destpêkê yên jiyana xwe de, koçberiyê jiyaye. Malbata wî ji gundê Gelîkor koça xwe rakir gundê Kerboranê. Lewra Ridwan li vir temenê ciwantiyê herikand.

Jiyanek berxwedêr

Ji ber malbata wî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dilsoz bû û welatparêz bû, Ridwan di heman riyê de mezin bû. Li hemberî tundiya ku her kêlî ji dewleta Tirk dibîne, li ser pîvanên dilnizmî, welathezî, xêrxwazî û paqijiyê mezin dibe. Mumkin e, ji ber ku, berî dengê jiyanê bibihîse, dengê mirinê xwe berda hundirê wî, li hember hişmendiya qetilkirin, êrîş û êşkenceyê, ji aşîtiyê hez dike û aştîxwazek bû. Her di xeyala wî de jiyanek ji bihuştê spehîtir û bi qasî evrenê (xewnê) fireh, ku bi tenê mirovên dilpak, ku her yekdest bi hev re alîkar bin, hebin, hebû.

Lewra di riya pêkanîna vê xewnê de û bi dirûşmeya “Bi xewnên zaroktiyê re îxanetê nakim” li hember tundiya dewleta Tirk bi heval û hogirên xwe yên welatparêz re dest bi têkoşînê dike. Di temenê ciwantiyê li hember tundiya dewleta Tirk, derdikeve meş û mêtîngan. Di vê oxirê de ji civaka xwe dûr nakeve, êş û xweşiya wan, parve dike.

‘Janên giran ne beden in, welat in’

Ridwan, ji xwendinê bûyîna bijîşk hêvî dikir. Ji bo vê jî heya lîsayê (Bekeloriya) xwend û beşa bijîşkiyê di zanîngeha Tirkiyê de bidest xist. Lê şoreşa Rojava sînorên asoyên fikirîna wî ji holê rakirin. “Janên giran ne beden in, welat in”. Wiha berê xwe da birîna mezin a gelê xwe. Di sala 2013’an de li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tevlê refên YPG’ê bû.

Piştî perwerdeya bingehîn a leşkerî û bîrdozî bû endamê tabûrek leşkerî ya YPG’ê. Mîna ji zaroktiyê fêrî hevaltiyê bibû, di nav jiyana leşkerî de jî wiha dihat nasîn. Ridwan ku di vê demê de, êdî navê Dilxwaz weke nasnavekî YPG’yî ji xwe re pejirandibû, hevalhez û hevalparêzek mezin dihat zanîn. Pîvana “Di dijwariyê de, li gel hevalê xwe be û birîna welat li hêviya me ye”, ew kişand Berxwedana Sedsalê ya KOBANÊ…

Li Kobanê …

Roja 18’emîn a berxwedana Kobanê, ango di 3’ê Cotmeha 2014’an de, Dilxwaz bi grûpek şervanên YPG’ê re derbasî Kobanê dibe. Di nav barîna guleyan de, beriya ava Kobaniyê tam bike û hinasek kûr ji bêhna wê bikşîne, çekek wergirt û berê xwe da eniya şerê li hember DAIŞ’ê.

Car din, sînaryoya ku pê çavên xwe li cîhanê vekirin, li Kobanê dûbare dibe. Li vir çavên xwe li teqînên guleyan, ruyên şehîdan, xwîn û bêhna barûdê vedike. 7 rojan wiha diborin û di roja heftemîn de, di milê xwe de birîndar dibe. Ji bo dermankirinê hefteyekê ji eniyê qut dibe.

Rûken!

Di wan rojên ku qeder mîna lîstoka Panadora dizîvirî, Dilxwaz rûken bû. Di heman demên ku tevgerîna bi navê “ken” ji vî welatî bar kiribû, wî pêlên rukeniya xwe berdida giyana her zindîyî. Ji serpêhateya xwe fêrî eşqa jiyanê bibû. Lewra bi eşq dijiya.

‘Destûr nadim Kobanê bikeve’

“Di her hinasekê de gotina ‘Destûr nadim Kobanê bikeve’ di dil û mejiyê wî de olan dida. Eşqa wî gur dibû. Niha difikirim ku belkî ji ber ku li hêviya serkeftinê bû, wiha bi eşq bû.” Serbest Cûdî hevriyê wî got.


Piştî hefteyek dermankirinê, Dilxwaz  vedigere eniya şer. Li vir, li qada rojhilatê Kobanê ku herî zêde rastî êrîşên çeteyan dihat, weke berpirsê girûpek YPG’ê cih girt. Li cihekî ku jê re dibêjin Sûk El-Hal, ku herî zêde şervanekî dikaribû heftiyekê lê bimîne -an birîndar an jî şehîd dibû- ma.

Çeteyên DAIŞ’ê mîna cenawerên harbûyî êrîş dikirin. Di wê serxweşiyê de bûn, ku hemû şervanan bigirin û tevî hestuyan daqurtînin. Lê Dilxwaz destanek bû.

Digotin: “Dilxwaz li hember êrîşan xwînsar bû. Li benda tevgerînin dijmin dima. Hemû şervanên xwe belav dikirin û di çeperan de bicih dikirin. Perspektîf didan û paşê bi xwe diket tevgerê de. Hefsarê hest û fikarên xwe her di destê wî de bû. “

Bû serpêhateyek ji Romana Kobaniyê

Roja 28’ê Cotmeha 2014’an de, grûpek ji hevriyên wî derdikevin çalakiyekê. Di nav van şeran de, birîndar û şehîdên vê girûpê çêdibin. Dilxwaz li ser bangên alîkariyê ya şervanekî wî, bê dudilî berê xwe dide qada çalakiyê. Tevî ku dizanibû tenê şehadet li hêviya wî ye, kete vê cengê de. Nîv saetek neboriya, di riya rizgarkirina û xelaskirina hevriyê xwe, Dilxwaz dibe cangoriyê vê berxwedanê.

“Gotina ‘Ancax bi vî ruhî em bighêjin serkeftinê’ bicih anî” hevriyek wî got.