1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Nehîr Pale
  4. Serpêhateyek ji Romana hezar Şehîdî II
Serpêhateyek ji Romana hezar Şehîdî II,serpêhateyek,ji,romana,hezar,şehîdî,ii

Serpêhateyek ji Romana hezar Şehîdî II

A+ A-

Ji pêsîra jina Miştenûrî şîr mêtin, li ser axa deşta Heranê kostek birîn û dest avêtin jiyanê. Ji peravên xunavî yên Firatê rêwîtiya şoreşgeriyê dest pê kirin û li hember Tofana Firatê bi canên xwe lehî rawestandin û xwe tevlê nemiriyê kirin.

Lehengên vê serpêhateya romana Hezar Şehîdî, 2 fermandarên YPG’ê yên eniya rojavayê Kobanê bûn. Êrîş û Zozan Kobanê.

Êrîş û Zozan Kobanê

Mihemed Beşar (Êrîş) zarokê Kobanê ku di sala 1981’an de li gundê Hungiş ê rojavayê Kobanê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di nav rêze 12 zarokan de, zarokê 2’emîn ê malbata xwe bû. Heya refa heştemîn a dibistanê xwend û ji bo alîkariya malbata xwe bike dev ji xwendinê berda. Fêrî cotkirina erdan û avdaniyê bû û wiha ji bo debara malbata xwe bike dixebitî.

Mihemed, bi bêhna axa xunavî ya peravên Firatê, xuşxuşa herikîna çemê mezin re mezin dibe. Bi axê re yek û bi janên xwazayê re dijî. Mîna zindiyekî vê xwezayê fêrî bêdengiyê dibe, jan û fikarên xwe bi rêûrêbazên yekbûna bi hawirdorê re parve dike.

Dayîka wî: “Kesekî ji mal nizanibû Mihemed aciz an jî kêfxweş e. Mumkin e, çola lê dima ji me bêhtir bizanîbû”. Di vê oxirê de, bihust bi bihust, erdnîgariya Rojavayê Kobanê nas kir.

Sala 2000’î diçe leşkertiya rejîma Baasê. Li vir tenê salek û 3 mehan diborîne, lê beriya temam bike dev jê berdide û dest bi rêwîtiyek din dike. Mihemed tevlê refên Tevgera Azadiya  Kurdistanê dibe. 15 salan li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tekoşîn dike û bi destpêkirina berxwedana Kobanê re, vedigere welat da ku li vir di nav refên YPG’ê de cihê jidayikbûyna xwe biparêze.

Sedîqe Temo (Zozan) kezîdirêj û çavreşeke Kobanî. Di sala 1979’an de li gundê Mezre Sofiyan ê başûrê Kobanê jidayik buye. Ji ber şert û mercên qedexeyê, bi tenê dikaribû 3 refan bixwîne û dest ji xwendinê berda. Sedîqe, di nav malbata bi taybetmendiyên Kobanî heya 15 salan dijî. Lê di sala 1994’an de dest bi lêgerînên azadiyê dike.

Sedîqeyê navê Zozan û Mihemed jî navê Êrîş, weke navên şoreşgeriyê ji xwe re pejirandin.

Tofana Firatê

Hawirdor bi rengê rojhilatê xemilî bû, bêhna payîzê dihat ji her derê. Lê bêdengiya wê berêvara payîzî tofanek radikir û bi xwe re hêdî hêdî dianî.

Carekê, tofan ji Firatê rabû û zebanî hatin. 15`ê Îlûnê ye, pêla yekemîn a lehiyê li gundên rojavayê ku bi aramî pale xwe dabûn Firatê, ket. Ji Talik, Zerik, Ewên, Degirmen û Borazê dest pê kir û di mesafeya 45 km heya hawirdora Kobanê hat. Gund bi gund di nava dumana ku ji ax û asîmanan radibû, zarok, jin, pîr û kal koça xwe radikirin û derdiketin. Li pey wan paşeroj û hêviyê nîvçomayî, di quncên gundên vala de veşartî man û hêdî hêdî bi bayê payîzê re koç dikirin.

Êrîş û Zozan Fermandarên vên eniyê bûn, ku divyabî li hember tofanê rawestiyane. Êrîş di van rojan de bi riya telefonê ji birayê xwe re gotibû: “Rast e, em heya niha nikarin dijmin di gundan de bisekinînin, lê em ê li bajar bidin seknandin. Em nahêlin Kobanê bikeve destê wan de”.êrîş-kobanê

Gund bi gund li hember tofanê canek dibû qurban. Lê hin can hebûn xwe radikirin û diçûn ser nemirinê. Li vê xetê 4 serpêhateyên fedatiyê hatin jiyîn. 4 canan ji bo tofanê rawestînin xwe avêtin ser mirinê û tevlê karwanê nemiriyê bûn. Êrîş û Zozanê jî bi canên xwe, dawiyê ev tofan rawestandin.

‘Êdî bajar li pişt me dixuye, veger ne pêkan e’

Her Êrîş û Zozan, nêzî bajarê Kobanê dibûn li pişt xwe dizîvirîn û digotin “Êdî bajar li pişt me xuya dike. em ê çawa biçin bajar? Em ê çawa dijmin derbasî bajar bikin?” lê beriya vê jî gund bi gund herdu fermandar ji bo êdî paşve venegerin, çavên wan li êrîş û çalakiyek fedaî bû.

11 rojên agirî wiha boriyan. Roja 26’ê Îlûnê li girê Dolê dawî li vê kerasetê anîn. wê rojê de gir rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat. Ji bo parastina Kobanê ev gir weke xeta dawî ya ji rojavayê dihat zanîn. Êrîş û Zozanê di nav de girûpa parastina Girê Doliyê biryara venegerê dan. 6 seatan bê navber ev ceng meşandin. Şervan li serê gir û zebanî li hawirdora wî. Tang topan diavêjin û zebanî bi pesarên gir ve radibin lutkeyê.

Êrîş û Zozan li ser bêtêlê: “Heval, çete li ser gir in” û nema deng hat. ji pişt ve her kes qîr dike: “Heval gir terk bikin û paş ve vegerin.” Lê bersiv nemaye.

Tangek rabû ser gir û riya rabûna tangên din jî vekir. Niha 2 tang li jor in û ru bi ruyî van şervanan in.

Êrîş û Zozan di serkêşiyê de 15 şervanan berê xwe dan tanga zebaniyan û li cihê xwe man heya ku tang bi ser cenazeyên wan re derbas bû.

Bi canên xwe lehiya tofanê rawestandin.