1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Nehîr Pale
  4. Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî IV
Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî IV,serpêhateyek,ji,romana,hezar,şehîdî,iv

Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî IV

A+ A-

Ji bo giyana şervanekî xwe, ya rastir hevriyekî xwe rizgar bike, Özgür Jiyan li Kobanê, serpêhateyek nemiriyê li ser serpêhateyên Hezar Şehîdên Kobanê zêde kir.

Dunya Hiso (Özgür Jiyan)

Dunya Hiso (Özgür Jiyan) di 1’ê Mijdara 1981’an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di nav malbata ji 4 xwîşk û birayan, keça herî mezin bû. li Şêxmeqsûd a Helebê di hembêza malbatek welatparêz ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dilsoz bû de mezin bû.

Dunya refên dibistana seretayî û navîn di dibistanên Helebê de xwendin. Di 6 saliya xwe de jî di nav koma Agirî ya dîlana Kurdî de fêrî dîlan û folklore Kurdî bû. vê re girêdayî fêrî Çanda Kurdîtiyê bû.

‘Ji Ocalan re got: Dixwazin bibim şoreşger ‘

Di dema ku tevahî gelê Kurd ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diket riya Lubnanê, malbata Dunyayê jî diket vê riyê de û di civînên Rêber Ocalan de amade dibûn.

Dunya di 9 saliya xwe de bi bav û dayîka xwe re carekê çû van civînan. Wê demê ji Ocalan re got: “Dixwazim herim Çiyayên Kurdistanê û tevlê şoreşê bibim. Dixwazim bibim şoreşger”. Lê Rêberê Gelê Kurd Ocalan lê vegerand: “Tu hîna biçûk î. Dema tu mezin bûyî, ez ê gazî te bikim û wê demê tuyê bibî şoreşger”.

Duryan…

Di 15 saliya Dunyayê de carekê hêzên rejîma Baasê girtin ser mala wan û bi tewana danûstandina bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re bavê wê Îbrahîm Xelîl binçav kirin. Dunya ji ber vê sedemê xwendin terk kir. ûzgûr-efrîn (3)

Bavê Dunyayê piştî meh û nîvek di zindanê de borand, serbest hat berdan. Lê vê buyerê di jiyana Dunyayê de duryanek vekir.

Girtina Xelîl, li gel Dunyayê fikar û nakokiyên derbarê azadî û îradeya azad de pêş xistin. Lewra piştî serbestberdana wî, Dunya bi bavê xwe re êdî nîqaşên di vê derbarê de dimeşandin. Heya ku rojekê biryara tevlêbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê da û bi bavê xwe re parve kir. Wiha çerx  guherî û dest bi rêwîtiya riya din a duryanê kir.

Dunya di vê rêwîtiyê de navê ‘Özgür Jiyan’ ku tê wateya Jiyana Azad, ji xwe re pejirand. Lewra diriya peydakirina jiyana azad de herikî.

Li Kobanê…

15’ê Îlûna 2014’an û bi destpêkirina êrîşên dijî bajarê Kobanê, di dil û mejiy Özgür de êdî daxwaza vegera li Rojava û tevlêbûna berxwedana Kobanê olan dida. Piştî 18 sal ji têkoşîna di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de, Ûzgûr di 10’ê Cotmeha 2014’an de li ser riya Arîn Mîrkanan berê xwe da Kobaniyê. ûzgûr-efrîn (16)

Beriya vê Özgür li herêma Cizîrê weke Fermandara eniyeke YPG’ê cih digirt. Lê di heman demê de berxwedanî û bagera ku li Kobanê rabibû hîs dikir. Gelek îsrar kirk u berê xwe bide Kobanê. Lewra li ser gotina hevriya wê ya vê rêwîtiyê Rûken Qamişlo ” Özgür kêliyên xwe ji bo derbasbûna Kobanê dijmartin. Beriya em derbasî Kobanê bibin û dema ku em hîna li ser sînor bûn, êdî ew dengê bagera li Kobanê radibû dibihîst, dengê teqandina guleyan, tang û topan bi asîmanan ve ketibû. Di navbera çend kêliyan de ew sînor ronî û car din tarî dikir. Êdî hedara Ozgur û me nemabû”. Vê kom di bin guleyên artêşa Tirk de sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de derbas kir.

Çawa lingê Özgür gihişt xaka Kobanê hinasek kûr kişand û ji Rûkenê re got″ Ez gihiştim Kobanê, Rûkenê.”

Bagera li Kobanê radibû, jê re weke sîmfoniyek herikîna jiyanê dihat lewra li ser dengên mûzîka vê sîmfoniyê bi lezûbez ew jî herikî Kobanê. Li vir weke fermandara eniya Rojava cih girt.

Serpêhateya nemiriya Özgürê

Berbanga 29`ê Mijdara 2014’an, Kobanê li ser dengek ne ji rêza rojane ya teqînan rabû. Çeteyên DAIŞ`ê ji 4 aliyên Kobanê (başûr, rojhilat, rojava û heya bi Tirkiye ve) êrîşî nîvgirlovera Kobanê kirin.

Di deriyê sînor ê Murşid Pînar re, çeteyan di aliyê Tikriyê re êrîş kirin û li derî tirimpêleke bombebarkirî teqandin. Di heman demê de 2 tirimpêlên din li navneda bajarê Kobanê xwe teqandin û çete weke pêlên deryayek har ji her alîyî ve dihatin ser Kobanê.

Para aliyê rojava ji vê êrîşê tang bûn.

Fermandar Özgür Jiyan yek ji milîtanên ku berê xwe da wî agirê dojehî. Ji nav 3 fermandarên eniya Rojava îsrar dike ku berxwedana şervanan û tevgerîna wan ya li hember çeteyan kordîne bike.

Özgür niha şer kordîne dike û şervanên wê jî di xetên pêş de canên xwe dane ber tangan.

Carekê dengek bi şervanekî wê ket. “Mezlûm im, heval”. Li ser bêtêlê dengên “Mezlûmek me heye. birîndarek me heye heval” hat. dengê şervanekî birîndar ku di xetereyê de ye û nikare xwe rizgar bike dihat.

Özgürê li ber hawara xelasiyê ya vî şervanî tehemûl nekir. Berê xwe da wir. Di heman kêliya ku Özgür xwe dighîne şervanê xwe da ku wî rizgar bike, 3 guleyên sekvanan li bedena wê ya narîn dikevin. Îcar Özgür bi ser şervanê xwe de dikeve.

Özgür heya ku tangên ku ew dorpêç kirine tên rûxandin, bi bedena xwe, xwe da pêşiya şervanê birîndar û ew parast. Wiha fermandar Özgür şervanê xwe rizgar kir. lê ew ne birîndar, şehîd ji vê tabloyê derket.

Ji bo giyana şervanekî xwe, ya rastir hevriyekî xwe rizgar bike, Özgür Jiyan serpêhateyek nemiriyê li ser serpêhateyên Hezar Şehîdên Kobanê zêde kir.