1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Seyda çêlkewan
Seyda çêlkewan,Seyda,çêlkewan

Seyda çêlkewan

A+ A-

Armanc saxî  bi destxistin û  kedî kirina wan e.

Gundiyan piştî çêlkew digirtin  baskên wan şanperî dikirin.

Bi gotinek din  basko  dikirin û  bera nav çîvikê mirîşkan didan.

Pirî caran wan çêlkewan mirîşka reşbelek weke diya xwe dizanîn.

Tirk ji neçira çêlkewan re dibêjin “surek avi”.

Niha AKPyê li hember gelê kurd tam seyda çêlkewan daye dest pê kirin.

Heta ev seyd ne li gundekî, ne jî li bajrekî dane dastpêkirin, li hemû gund û bajaran  daye destpêkirin.

Li bajarekî 53 li bajarekî din 24, li bijarekî dîtir 52 û her roja ku diçe ev lîste dirêj dibe.

Li gor agahiyên dawiyê hejmara kesên  girtî hezarî derbas kiriye.

Dema mirov li van hemû planên komployê de dinêre, Wek “ Plana Darbeya Zomp” , pranî bernameya ku ji bo kurd û Kurdistanê
hatiye amadekirin pêk hatiye

Dewlet û AKP bi vanoperasyonên deşîfre bûyî û  yên veşartî dixwaze gelê kurd bê muxatab bihêle.

Çavê gel bitirsîne û  bi van girtinan din av  gel de bêjin “ binêrin me serokên we yê ku bi sedî 60 deng hatibûn bijartin avêtin hepsê.

Baqil bin û li cihê xwe rûnin. An wê aqûbeta we ji wan xirabtir be.”  

Ya dawiyê jî dixwazin kurdê kedî biafirînin.

Dixwazin em ji mirîşkê hezbikin û jê re bêjin dayê.

Ez wek gotina dawiyê dikarim vê bêjim;Belê em hez dikin  lê ne ji mirîşkê, ji goştê wê hezdikin

Ji ber wê pivazoka goştê mirîşkê dinav xwarinên kurdan de gelek navdar e.

Mem MÎRXAN


Gotinên miftehî :