Simko Axayê Şikakî,simko,axayê,şikakî

Simko Axayê Şikakî

A+ A-

Gêlî mirovhezan; ez îşev çûbûm bajarê Ormiyê ji sala 1918 heta 1921’ê mam li wir. Li vê derê bahsa yekî dikirin ku pir bi heybet bû. Dema min dît ez jî şaş û metal mam; di van salan de û di nava Kurdan de, kesekî wisa qeşeng, dirêj, bedew, bi simbêlên bokanî-îngilîzî, cizmeyên Rûsî, pantorê Saville Row, çakêtê Krûwaze. Bi kenekî fediyokî li ser dikên Bajarê Şerîkê bal dikişand. Digotin ku dikeve odeya xwe bi dizî li piyanoyê dixe û stranan dibêje. Navê wî Sîmko bû ango Smaîl Axayê Şikakî, yan jî SIMO. Mirovekî zane û kone bû. Digotin ku carekê, ji êsîrekî xwe yê Îranî dixwaze nişankirina tivingekê rê bidêyê. Êsîr, hinekî wî fêr dike piştî bêhnekê ji nifşka ve berê tivingê dide wî. Ew bi carekê xwe davêje ser wî êsîrî û bi destê wî digire, wî nakuje û jê re dibêje “spas, bes e, ez hîn bûm.” Û wî azad dike, zêran dide wî û hevalên wî, bi hinek zilamên xwe re dişîne heta sînorê Îranê û berdide.

Hemû dewlet dewletên derdorê ji ber wî ketibûn tev van demana. Mirovekî pir bi kîn bû û dixwest heyfa bavê xwe Mihemed Axayê Şikakî ku Îraniyan ew xeniqandibû, hilîne. Eşîr giş anîbûn alî xwe. Ji çaraliyê Ormiyê hetanî sînorê Tirkî hukum dikir, Mehabat bi dest xistibû, li vir 400 leşkerên Îranê di carekê de kuştibû. Eskerên Ezerî nikarîbûn li ber bisekinin. Wî digot “hewcedariya Kurdan wekî nan û avê bi top û tivingan heye.” Dihat gotin ku ew êdî nêzî serxwebûnê ye. Tiştekî balkêş ku ala wî û rêxistinek wî ya hemdem tunebû. Digot ‘al’ ne hewce ye, heke em mafê xwe ji Îranê nestînin, mirin çêtir e ji vê yekê.’ Lê belê dîsa eşîrên ku ji hevdû hez nedikirin, vekişiyan û hêzên Kurdên Bakurê Kurdistan bi wî re li hev nekirin û dawî dawî ew jî têk çû. Min bihîst ku piştî têkçûna wî eskerên Îranê dikevin keleha wî ya ku nêzî sînorê Tirkiyê, li jorê Gola Ormiyê. Keleha ku bavê wî li nava bajarê Şerîkê li pala tahtekê ava kiribû, wekî hêlîna teyrê baz bûye. Dibêjin cihekî pir modern ji xwe re li wê derê çêkiribû. Eskerên Îranê dema ku li xenîmetan digerin piyanoyekê di menzeleke xweşik de dibînin û ev yek di belgeyan de jî cîh digire, lê wan qet ji kesî dinyê re qala wê piyanoyê nekirine, û tê gotin ku ji dilê wan nehatiye.

Piştî vê xewnê jî min pirsî, kesî qala vê piyanoyê nedikir, kesî nizanîbû ku kê lêdixist di baregehek kelehî de, di wê erda bejî de… û dawî îraniyan Sîmko axa jî xistin dafikê û kuştin.

Ev kes serhildêr û axayekî Kurd bû. Min zanîbû ku eşîra Şikakî hê jî hene û li alî gola Ormiyeyê ku di nava sînorê Îranê de dijîn. Lê bi taybetî mirovekî wisa çawa hatiye kuştin ew min jî miraq dikir û min hinek lêkolin li ser kir;

Di sala 1925’an de Şahê Îranê û 62 heb fermandarê xwe dikevin destê Simail Axa, lê belê dibêje em hatine hevdîtinê. Simail axa pir qedrê wî nagire lê di wir de jî dixape û wî nakuje. Şah pir ditirse heta derengê şevê û bi şev direve û xwe xelas dike. Ji xwe Simko axa dibêje “Xeletiya min a herî mezin e ku min Şah wê şevê nekuşt. Heke min bikuşta aniha dîrok dê bi awayekî din bûya ji Kurdan re.”

Dibêjin Riza Xanê Pehlewî di nava Kurdan siyasetek berihevdanê dimeşand, ango ya berberiyê. Bi ser ket. Bi rêya pere û diravan axa û serokeşîrên Kurd dixapand. Simko jî ‎gûman heye ku hinek axayên Berdevik û desthilatdarên Îranê bi ‎navê hevdîtinên çareseriyê, Simko ji bo hevdîtinê hatiye razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi ‎serleşkerê îranê Muqedem re hevdû bibînin. Ji bona wê jî, wan bi rêya Têymor Axa ku ‎demek bû bi birîndarî di destê dewleta Îranê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re ‎şandine ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatiye ‎çiyayê Qendîl û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê meşiyane. ‎Li wir fermandarê bajarê Şino Serheng Sadiqxanê Nûrozî ew biriye mala xwe. Lê ‎hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda derfetekê bûn ku Simko bi ‎tenê bikişînin derveyî bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi ‎henceta pêşwazî kirina ji serleşker Muqedem li derveyî bajarê Şinoyê bi wê ‎dahfika ku danîbûn, di êvara 30.06.1930’an de hatiye kuştin. Termê Simko sê rojan li bajarê ‎Ormiyê neveşartî danîne ku gel lê binêre û Kurdan jî pêbihesînin ku serokê wan ‎hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed ‎bizanibin Simkoyê Şikakî kuştine, jina Simko ya bi navê Fexrîye Êqibalî ya Azerî anîne ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got: “Belê ev mêrê min ‎Simaîl Axa ye. Ez ji rûyê wî û tiliya wî ya birrî, ya qop dizanim; berî çend salan ji ber jehra ‎marê ku pê vedabû, wî bi destê xwe û bi kêra xwe tiliya xwe birrîbû.”

Dibêjin birayê Simkoyê Şikakî Ehmed Axayê Şikakî jî bi çend şervanên xwe re li kela ‎Çariyê bû wê demê, dema ku xebera kuştina Simko gihiştiyê.

Li nava Îranê û li koşka paşatiya Îranê heya heftiyekê ‎şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ‎ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dujiminê xwe di ‎Kurdistanê de ji holê rakiribû. ‎Dû re jina wî jî hat kuştin ji xwe.Tirajediya ji navçûyîna malbateke mîna malbata Simaîl Xanê Şikak di dîrokê de nehat jibîrkirin. Kuştina yakî mîna Simko bû sedem ku heya ‎pêkhatina komara Kurdistan ya di bin serokatiya Qazî Mihemed de li ‎sala 1946’an, bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê serdest bû. Hê jî dengbêj li ser Simail axa û kuştina wî stranan dibêjin. Aha vay yek ji wan;

Lê dayê, lê dayê, lê dayê, şereka qewimî li Şinoya wêran bira çi mezin e ‎
Ewro emirê Tehranê hatîye bo qumandarê Şinoyê, li niwêjê mexiribê
Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li niwêjê mexiribê
Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga gazîdike:
Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eşîrê Ebduyiya, ewro
Hatime kuştinê danên şûna min Xusiro zaroye axawo ciyê mine
Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirariyê rebenê, niwêjê
Mexiribê dengê sê tîran û metrelyozan agir berda vê dinyayê,
Kesê xêrxwaz nebû ciwabekê bide eşîreta Herkiya, paşî babê Xusiro tovê egîdan li me
Qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê,
Ezê di heyfa kuştina babê Xusiro nîme ewro şahî û govende li naw ecemê Kerbelayê.

Piştî vê lêkolînê ez mest bûbûm û bi taybetî “piyano” pir ez hestiyar kiribûm û Simail Axa wekî li ser dika operayê bi şekl û şemala xwe yî ecêb dihat ber çavê min. Û min ji xwe re digot “heta niha çawa mirovên nifşê min van tiştana nizanin an çima ji me dihat veşartin? Çi şervanên ecêb ji nava vê civakê derketine û çûne. Gellek caran huner di nava vê civak3e de bilind bûye û bi qirkirinan re dîsa ji holê rabûye û piştî dehsalan disa ji nûvde seri hildaye û disa zîl daye. Car bi car hunerê serî hildaye û carinin jî bi serhildanan re bi şervanan re mil bi mil.


Gotinên miftehî :