1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Stêrka zimanê kurdî ge? dibe
Stêrka zimanê kurdî ge? dibe,Stêrka,zimanê,kurdî,ge?,dibe

Stêrka zimanê kurdî ge? dibe

A+ A-

Heta niha xebatên li ser zimanê kurdî ji hev belawela bûn. Lê niha ev xebat hêdî hêdî birêkûpêk dibin, pergalekê werdigirin. Ev yek dê bibe bingeha pê?ketinekê. Dema mirov bala xwe didê, ji çi bîr û baweriyê dibe bila be, di nav hemû kurdan de hi?mendiya parastin û pê?vebirina zimanê kurdî xurt dibe. Ev jî hêviyeke xurd dide mirov.

PERKURD û Amîda Kurd di vî warî de xebatên hêja ne. Ez li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) we pîroz dikim. Em hêvî dikin ku em ê karibin bi hev re xebatên girîng ji bo parastin û pê?vebirina zimanê kurdî bikin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ev 14 sal in xebatên xwe ji bo parastin û bipê?vebirina zimanê kurdî didomîne. Ligel hemû astengiyan, me pênûsa Apê Mûsa û Apê Feqî li erdê nehi?tiye, em ê nehêlin jî. Heçî xebata Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ye, xebateke nû ye. Xebata
TZPKurdî ji xebata Enstîtuya Kurdî berfirehtir e. Enstîtuya Kurdî bi tenê di warê akademîk de li ser zimanê kurdî xebatê dike; di warê perwerdehiyê de jî ji bo gihandina mamosteyan û amadekirina materyalên dersê pê?engiyê dike. Lê belê TZPKurdî bi meclisên xwe dixwaze doza parastin û bipê?vebirina zimanê kurdî li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bike.

Ji niha ve TZPKurdî xwe li gelek bajaran birêxistin kiriye; li hin bajaran wekî komîsyon, li hin bajaran jî rengê meclisekê wergirtiye. TZPKurdî li aliyekî xebatên hînkirina kurdî, bi taybetî jî xwendin û nivîsandina kurdî dike, li aliyê din jî di nav gel de xebatên xurtkirina hi?mendiya kurdî bi rê ve dibe. Ji niha ve li gelek cihan qurs ji hêla endamên TZPKurdî ve têne dayîn, li gelek cihan jî panel û forûm li ser zimanê kurdî têne lidarxistin.

Armanca sereke ya TZPKurdî ev e ku di warê zimanê kurdî de hêz û îradeyeke xurt derxe holê û bi vê hêza rêxistinî li dijî pi?aftin û xwepi?aftinê têbiko?e. TZPKurdî dê li aliyekî mamosteyên kurdî, li aliyê din jî aktîvîstên zimanê kurdî bigihîne. Ev kes dê li aliyekî doza zimanê kurdî di nav gel de belav bikin, li aliyê din jî gel hînî xwendin û nivîsandina kurdî bikin.

TZPKurdî xwediyê nasnameyeke siyasî ye, lê dê ji xebatên siyasî yên rojane dûr be.

TZPKurdî parastin û pê?vebirina zimanê kurdî ji bo parastina hebûna gelê kurd û azadiya wî wekî xala sereke dibîne, aktîvîstên wê bi vê bîr û baweriyê xebatên xwe dime?înin. TZPKurdî dê pi?tevaniya her xebata ji bo xizmeta zimanê kurdî bike û li dijî her cure polîtîkaya pi?aftin  û xwepi?aftinê jî têbiko?e. Ji bo TZPKurdî zimanê kurdî ne amûreke propagandayê ye, bi vepêçan, armanca sereke ya xebata wê parastin û pê?vebirina zimanê kurdî ye.

TZPKurdî ji her aktîvîstê xwe dixwaze ku ji xwe dest bi têko?îna li dijî pi?aftin û xwepi?aftinê bike.  Ji endamên TZPKurdî tê xwestin ku di warê zimanê kurdî de xwediyê helwesteke zelal bin û di warê parastin û pê?vebirina zimanê kurdî de bibin mînak.
 
Di encamê de ez dîsa Amîda Kurd û PERKURD’ê ji dil û can pîroz dikim û dibêjin bi xebatên wiha her roj stêrka zimanê kurdî ge?tir dibe. Zimanê kurdî dê hêviya hêzên dagirker di qirika wan de bihêle, dê li seranserî Kurdistanê ala zimanê kurdî li ba bibe.
  
Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :