1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. T’aybetmendiyên Vê Pêvajoyê û P’eywira Me –K’ardan
T’aybetmendiyên Vê Pêvajoyê û P’eywira Me –K’ardan,t,aybetmendiyên,vê,pêvajoyê,û,p,eywira,me,k,ardan

T’aybetmendiyên Vê Pêvajoyê û P’eywira Me –K’ardan

A+ A-

Ger dê hebûya me îtîfaqek,
Vekra bikira me înqîyadek,
…………………………..
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet,
Tehsîl-i dikir me ilm û hikmet…
Ahmed ê Xanî

Salek jî bihurî..
Û, dema li pêvajoyên Cîhanê û K’urdistanê dinihêr’î, carek a din zendegirtî dibî: di cîhanê da pirsgirêkên gelek netewan, her çiqas di zor û cefayan r’a jî derbazdibin, lê  dawîya dawîyê anegorî heş û sewdayê mirov,  bi awayekî ç’areser dibin. Lê, dema mirov li pirsgirêka k’urd dinihêr’e, ser r’êya  ç’areserkirina wê astengîyên wisa dertên hole, ku Dîroka mirovayê li ber wana bêzar dimîne û mat’mayî dizivir’e, awir’ek’ paşva dav;je, dixwaze mînakek a wisa bibîne, lê- bê feyde…
Dibêjin, dîroka mirovayîyê dîroka têk’oşîn, şer’ û p’evçûnan e di navbera gel û welatan da. Tê zanîn, ku gelên cîhanê yên bi hêz û t’evger’ welatên gelên din dager kirine, sererd û  binerdê wan û r’êsûrsên mirovî ji bo berjewendîyên xwe bik’aranîne, lê t’u carê  armanca t’unekirina wan gelan, an qedexekirina ziman û çanda wan nedane pêşîya xwe.  Berovajî vê, wan k’omên zanistî (êk’spêdîtsîon) sazkirine, ji  bo ku di warê ziman û  çanda gelên dagerkirî û bindest da lêger’înan pêk bînin. Ev jî wan ne ji bo wê kirine, ji  ber ku ji dagerkerên welatê me  bêhtir mirohez bûne. Na! Ji ber ku ew ji van bi heş û sewdatir bûne. Ji ber ku bi wî şêwazî ewan mijovdarîya xwe hêsantir û baştir pêkanîne û  zêdetir ji welatê dagerkirî sûd wergirtine… Ango, armanca wan berjewendî û sûdwergirtin bûye. Lê ya dagerkerên welatê me ne ev e. Armanca wan t’unekirina gelê  me ye- wek net’ew. Di dîroka xwe da van eşîrên nîvhov, heya xwe bi vê herêma Cîhanê r’a gîhandine, li ser r’êya xwe  bi çendan çand û şaristanî t’unekirine!? Naha jî dor gihîştye gelê me, lê ew jî wek hestuyekî di gewrîya wan da hasê bûye.  
Û ev k’oç’erên derî şaristanîyê hatine, di welatê me da bi cî û war bûne û înk’ara hebûna me, zimanê me, çanda me ya hezarê salan dikin. Wek ku gelê me gotye: “Hate cîyê min,   r’abû rûyê min!”  
Belê, met’ma bibin, eşîrên k’oç’er li ser pişta deve û hêstiran hatine li welatê me xwedî  derketine û hem me bi fîzîkî t’une dikin, hem jî ziman û çanda me înk’ar û qedexe dikin! Gelê me jî, eva êdî çendik çend  dehsal in, r’êyên xwer’izgarkirina  ji vê r’ewşê  diger’e. Û  bi r’êya têk’oşîna siyasî, civakî-dêmokrasî, çandî û leşkerî doza mafê xwe yê net’ewî dike.
Di dema xwe da pêşîyên me, wek net’ew, her tiştê xwe wisa bi destê  dagerkeran  va berdane, ku îro jî peyhatîyên wan şêwazên têk’oşênê yên cuda bikartînin, ji bo ku mafên  xwe vegerînin. Û li ser vê r’ê gelê me bi dehezaran p’akr’ewan dane!
Û doza duzimanîyê jî p’êngavek e li ser r’êya ç’areserkirina giştî ya pirsgirêka net’ewî.  
Û di nava goveka van pirsgirêkan da em -k’urd   divê doza duzimanîyê çawa têbigihîjin?
Eger duzimanî ji  bo hemû K’omarê be, tiştekî normal e, lê, ger t’enê ji bo me k’urdan be!?... Wê demê wê kal û pîrên K’urdistanê, jin û mêrên ku r’ûyê dibistanê  nedîtine (ji xwe ew bi mîllîonan in!), ên ku p’eyvekê bi t’irkî nizanin, wê çawa bibin? Eger em di derbarê mafên mirov da diaxivin, wê demê bila kal û pîrên t’irk jî hewl bidin, ku zimanê kurdî fêr bibin (û ev jî bi destûrî be!), bila di dibistanên beşê T’irkîyayê yê K’omarê da zimanê k’urdî wek zimanê duyem p’erwerde bibin… Eger wisa bibe, ji bo demek a navberê ev dibe bêhnek be, û wê bibe p’êngavekê li ser r’êya destanîna hemû mafên xwe yên net’ewî.  
Ev r’adeyek e li ser r’êya têk’oşîna r’izgarîxwaz a net’ewî. Lê ji bo ç’areserîya hemû  pirsgirêkan Destûrek a bingehîn pêwîst e. Û di wê destûrê da divê mafên gelê k’urd mîna yên gelê t’irk û weke wan bên misogerkirin. Eger di Destûrê da bê nivîsandin, ku K’omar ji du net’ewên sereke  -k’urd û t’irkan pêk tê, ku ji hêla mafan va herdu net’ew (her weha kêmnet’ew jî di nav da) weke hev in, ku di K’urdistanê da zimanê fermî k’urdî ye, lê yê duyem jî t’irkî ye. Her wisa jî di beşê K’omarê yê T’irkîyayê da zimanê t’irkî yê dewletê ye, lê yê duyem k’urdî ye… Lê ya sereke, dive hemû ziman, wêje û çand û hunerên gelan  ji bo pêşkevtinê ji hêla dewleta navendî va weke hev bên p’arastin, pêşxistin û fînansekirin.  
Wê demê hem wê pirsgirêkên heyî bên ç’areserkirin, hem jî wê r’ê li pêşîya  spêkûlîtsîonan bê girtin, hinekên di navberê da mayî wê li ser nakokî û têgihîştinên ji hev cuda nanê xwe qazenc nekin. Û ya here girîng, wê aştî û aramîyê  bên vê herêmê.
Eger wisa nînbe, mafê gelê k’urd heye, têk’oşîna xwe bi hemû şêwe û şêwazan, ên ku di R’êzika Net’ewên Yekbûyî da hatine p’ejirandin, bidomîne.
Gelê k’urd derseke baş ji dîrokê deranye: “T’u kes  mafan nade mirov, mafan ji wî  distînin!”
Û li vir jî jêdera “Her net’ewek t’enê bi xwe dikare mafên xwe bi dest bîne!” dertê hole.
T’evgera azadîxwaz a di bin serk’êşîya R’êberê gelê k’urd bir’êz  Abdullah Ocalan da gelê me gav  bi gav nêzîkî destanîna mafên net’ewî kirye, lêbelê îro ew pêvajo demeke pir bi girêk, zorî û t’ehlûke r’a derbaz dibe. Ji hêlekê va dewleta t’irk di girtîgehê da bi  r’êberê net’ewî r’a hevdîtinan pêk tine, ji hêla din va êrîş û opêratsîonê leşkerî ên li ser herêmên K’urdistanê r’anawestîne, dewlet art’êşek a t’aybet amade dike, merivkujên hizbullahî serbest berdide. Ji bo çi? Helbet ne ji bo aştî û aramîya welêt:  çiqas t’evlihevî hebe, ewqas ji bo desthilatdarîyê baş e…
Û, eger dewlet dibêje, ku ew ji bo ç’areserîyê amade ye, lê AKP asteng e, ku ew û AKP ji  hev cuda ne, wê demê bila bibêjin, k’a hukumet ya  k’ê ye. Eger di navbera dewletê û  hukumetê da nak’okî hene, bila wê demê bibêjin, k’a dewlet di destê k’ê da ye. Dîrok baş dizane, k’a, dema hukumet dijî dewletê, yan ne wek wê t’evger’yane, dewletê çawa ew vala derxistine û t’unekirine. Ji bo dewletê hîç pirsgirêk nînbûye: ewê di nava kêlîyekê da ya xwe anye sêrî...
Û, eger di vê r’ewşê da r’êvebirîya AKP-î hê li ser desthilatdarîyê ye, wê demê hemû  gotinên “dewletê”  “qurişekî”  kor ne hêjane, bila herin, wan çîrokan ji parkên xwe r’a bibêjin.
Ev- wek awireke giştî li ser pêvajoyê!

*
*    *
Naha em bên ser me- k’urdan, k’a di vê r’ewşê da helwestek a çawa  ji me tê xwastin, bi t’aybetî jî, ji r’ewşenbîran.  
R’êberîya net’ewî ya stratêjîk ji bo ç’areserkirina pirsgirêka net’ewî r’ê û r’êbazên siyasî, dîplomasî û t’evgerî diger’e û di praktîkê da pêk tine, gelê k’urd li ser p’êyan e, garantîya hemû maf û nirx û hêjayîyên net’ewî- Hêzên Parastina Gel  peywira xwe pêk tinin… Û bi hemû milên xwe va têk’oşîna r’izgarîxwaz ya gelê k’urd di nava t’evgerê da ye û encamên wê jî li ber ç’avan in.
Ev hemû baş e û dikaribû baştir bibûya, eger hemû r’êxistin, sazî, k’om û k’omele û kesayetîyên cuda helwestek a hevbeş a p’rênsîpîal li hember vê têk’oşînê dîyar bikirana. Di vê pirsê da mirovên bêt’eref nikarin hebin, ji ber ku bêt’erefî jî terefek e… Eger ne wek k’urd be jî, hema wek mirov, ê ku deynê xwe yê mirovî dibîne, dengê xwe ji  bo  têk’oşîna gelekî bindest bilind bike. Dengê piştgirîyê! Welatp’arêzî tenê bi helbest û  ç’îroknivîsandinê nabe. Helbestvanê r’ûs yê destpêka sedsala XX Valêrî Bryûsov di dema   xwe da nivîsîye: “Dem bahoz dit’eqe, helbestvan t’imê di nav gel da ye”. Wisa jî ji dîrokê tê zanîn, helbestvanê mezin yê înglîz Lord Bayron destpêka sedsala XIX  welatê xwe Înglistanê dit’erikîne û diçe Yûnanistanê, ji  bo ku beşdarî têk’oşîna rizgarîya wî welatî  bibe. Li wir  ew nexweş dik’eve û berî mirina xwe dinivîse: “Xweyînga minê!.. Zar’oka minê!.. Yûnanistana hejar!—Min dema xwe da wê, hebûna xwe, tendurustîya xwe daê!..  Naha jî ezê jîyana xwe bidimê!”
Em dîsa vegerin bal me.
Çima, em bibêjin, îro di têlêvîzîonên t’irkan da pirsgirêka k’urd zêdetir tê govtûgokirin, û zêdetir r’ewşenbîrên t’irk beşdarî wan govtûgoyan dibin (bila bi giranî dij  û hinek jî t’eref bin!), ne ku dengê r’ewşenbîrên kurd dertê. Ma, gelo wê çi bibûya, eger deng ji sazî û r’êxistinên k’urd derk’eta! Ma ne ev têk’oşîn, a ku tê meşandin, ji bo hemû k’urdan e. K’a, li k’u ne ew sazîyên me, yên  ku statûsa wan a navnet’ewî heye? Çima dengên wan ji bo piştgirîya kesên cuda dertê, lê ji bo net’ewekê, welatekî- kêm? Dibe ku ew ji wê tê, ku sazîyên navnet’ewî di nava karên xwe da mafên yekkesan bingeh digirin? Û ev  dêmokrasîya dewletên gewre û serdest e di cîhanê da!.. Ev dêmokrasîya ji  bo wan e, dêmokrasîya ku dik’eve xizmeta berjewendîyên welatên gewre yên vê cîhanê. Hemû sazî û r’êxistinên mafên mirov ên wan welatan bi vê pirênsîpê karê xwe dimeşînin: ew mafên yekkesan dip’arêzin, lê yên gel û net’ewan naxwazin jî bibînin. Lêbelê ya me cuda ye, ya me  r’ewşa gelê me li hole ye, û ew r’ewş ne ya bîyanîyan e, ew ya me ye! Û ji  bo wê jî  ji sazî û r’êxistinên me tê xwastin, ku ew bi helwesta xwe va  ji wan cuda bin. Li ber me gelê me yê bindest û zêrîyayî heye, li ber me welatekî çarparçekirî û zît’ol-zît’olîkirî heye.
T’u k’urdek, t’u beşekî K’urdistanê bi sere xwe nikare bigihîje Armanca net’ewî ya Pîroz, eger hemû k’urd bi yek enîyê derneên pêş. Herlbet, mirov têdigihîje, pir’ dijwar e, dagirkeran psîkolojîya xwet’enêdîtinê û komplêk’sa xwebiç’ûkdîtinê di nav me da çandne, lê dijmin ewqasî jî ne bi hêz e, çiqas di ç’avên me da tê xuyanê.
Li ber Yekîtîya net’ewî t’u hêz nikare xwe r’agire!
Dutîretîya di nava pêşîyên me da welatê me bi destê dagerkeran va da berdan û em wek net’ew kirin r’ewşa k’oletîyê. Îro jî  jihevdûrbûna me wê azdîya me derengtir bike. Ji bo ku di dîroka me da bûyerên Çîyayê Agirî, Gelîyê Zîlan, Koçgirî, Mehabadê, Helebçê, Qamûşloyê, Şengalê û yên din dubare nebin, Yekîtîya Netewî me divêt…
Em hemû xeyd û nakokî, hemû pirsgirêkên biç’ûk ên navxweyî daynine hêlekê û ji vê sale û pêva bi enîyekê wek Yek Net’ew û Yek Welat t’evbiger’in.
Mercê azadîya me, mercê pêşk’etina me, heya mercê hebûna me bi xwe, wek net’ew,
YEKÎTÎYA NET’EWÎ YE!