1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Teknîkzanên kurdînezan xetere ne
Teknîkzanên kurdînezan xetere ne,teknîkzanên,kurdînezan,xetere,ne

Teknîkzanên kurdînezan xetere ne

A+ A-

Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (Karger) pêvajoya kurdiya teknîk derxiste  qadeke nû. Lê ev pêvajo hinekî bi xetere dimeşe. Teknîkzanên kurdînezan xetereyeke girîng in. Heke kurdîzan hinekî berê xwe nedin van xebatan û bi riya înternetê jî mabe, heke çewtiyan serast nekin dê tu kes sibe nikaribe van çewtiyan serast bike.

Bernamekarî û nivîsbarî karekî cuda ye. Ciwanên ku li zanîngehê 2 sal an jî 4 sal bernamenûsî xwendine û bi kurdî re têkildar in, niha bi riya komeleyê dest bi xebatên girîng dikin. Li ser komputerê çi bername pêwist be niha hemû li kurdî tên wergerandin. Lê mixabin ku komele di warê kurdîzaniyê de qels e.

Mirov dikare bi du awayan vê xetereyê ji holê rake. Awayê yekem ew e ku mirov komeleyê ji aliyê aborî ve xurt bike û zimanzanên kurd li vê komeleyê wekî mamoste bixebitin. Ji bo ev kar bi awayekî profesyonelî bête kirin, ev yek ji %100 divê bête kirin.

Riya duyem jî ew e ku kurdîzan divê bi riya înternetê xebatên wan bişopînin. Jixwe ev xebat hemû bi riya înternetê ji herkesî re vekirî ne û her roj nîqaş li ser gotinan têne kirin. Xuya ye ku niha ji riya duyemîn pê ve rê di destê me de nîn e. Lê dîsa jî ez bêjim ku komele li gor riya yekem amadehiyan dike û armanc ew e.

Tunebûna ferhengeke teknîk, tunebûna pirtûkên matematîkê bi kurdî hemû niha bûne bela serê me. Ev çend roj in ku li ser gotinên “Artan, Azalan, Hizalamak, Ortam Nesnesi, Ortam Oynatıcısı, Girinti, Çıkıntı, Bölen, Bölünen, Çarpan, Sağlama” û hin wekî din nîqaş heye. Mixabin ev nîqaş teng dimînin.

Xetere Çi Ye?
Komputergerî û teknolojî ne wekî pirtûkên çîrok, helbest û romanan in. Qadeke cuda ye. Mirov nabîne çawa belav bû. Heke bernameya we bernameyeke hêja be, heke ewlekarî, bikaranîn û hêsaniya wê baş be, tu hew dibînî ku li çar aliyê cîhanê belav bûye. Berî niha bi 3 salan dema geroka cîhanê ya herî ewle bi kurdî derket kesî bawer nedikir ku kes 39 dolaran tê bide. Lê bi qasî du hezar kurdan ev bername stand. Ewqas peyam ji bikarhênerên bernameyê hatin ku çewtiyên bernameyê piştî sê mehan ewqasî kêm bûn ku êdî ji wir û pê ve serastkirin karê kurdîzanên bilind e.

Lê îro gelek bername bi kurdî derdikevin ku kesên amadekar hêj pirtûkek bi kurdî nexwendiye. Teknîkzan e, bernamenûs e, nivîsbariyê baş dizane û mafê wî ye ku bi kurdî binivîse. Mafê wî heye ku bi qasî zanebûna xwe binivîse. Ma bile here bi tirkî binivîse? Camêran di foruma malperê de jî berî ku biweşînin nîqaşan li ser zimanê wê dikin. Lê ev ne bes e, divê bi kêmanî dused, sêsed kes beşdarî van nîqaşan bibin.

Ji bo gotina “girinti” ya tirkî, gundiyekî ji min re got “zik.” Ev neh-deh bername hene ku min di hemûyan de jî wisa bi kar aniye. Lê niha biraderek dibêje “çıkıntı” ya tirkî dibe “zik.” Bi rastî ne dûrî aqilan e. Zik bi piranî bi pêş de nepixandî ye. Lê her wiha jî zik gotineke wisa ye ku wateya “dikare bête tijîkirin, vala, hundir” jî vedihewîne. Ez baweriya xwe bêhtir bi yê gundî tînim.