1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Eliyê Xemxur
  4. Tişta Anîn Serê Min
Tişta Anîn Serê Min,tişta,anîn,serê,min

Tişta Anîn Serê Min

A+ A-

Mîna rewşa siyasî anîn serê min jî. Ji ber ku xwendevanan gelek ji min hez kir û gelek name hatin ji rojnameyê re, gerînendeyê me yê ku ji min hez nake, birayê min ê Weloyê Xemxur anî şûna min. Birayê minê serî bi kum ku xwedê jê razî be, lê tu kes jê ne razî, di şûna min de nivîsî. Lê bi alîkariya we ez vê heftê jî li cihê xwe me.

Nameyên vê heftiyê tune. Ji ber ku herkesî got qey wê Weloyê Xemxur binivîse, gotine “pêwistiya me bi aqilê te tune û name neşandine.”

Ezê nameyeke heftiya borî bibersivînim. Birayekî me nameyeke wiha gotiye: “Birayê Xemxur, min pirtûkek nivîsî. Ji ber ku çîrok, roman û helbesta kurdî bi pêş neketiye, min bi kurdî nivîsî da ku ez tiştekî lê zêde bikim. Lê mixabin 3 weşanxaneyan pirtûka min neweşand û weşanxaneya 4’an jî bersiva min hîn nedaye. Gelo ez çi bikim.”

Birayê min ê hêje, te dest avêtiye xebateke gelek pîroz. Pêwistiya me bi rastî jî ji pêşketina wêjeya kurdî heye. Lê mixabin weşanxane vê fêm nakin. Min serî li weşanxaneyên navborî da û min ji her çar weşanxaneyan pirsa pirtûka te kir. Weşanxaneya yekem got: “Me tiştek jê fam nekir, helbestvan, çîroknûs û romanûsan li pirtûkê nihêrîn, lê mixabin kesî tiştek jê fam nekir û me paş de vegerand.”

Weke tu dibînî, hemû hînî helbest, çîrok û romanên ji rêzê bûna û fam nekirine ku te tiştek lê zêde kiriye.

Weşanxaneya duyem jî got: “Weşanxaneya duyem hin kêmasiyên pirtûka yekem ên rêzimanê xêz kiribûn û dabûn xuyakirin. Lê mixabin nivîskar ew kêmasî rast nekiribû, li ser nesekinîbû û ji me re şandibû.”

Wekî tu dibînî ev weşanxane jî fedî nake ku bêje redaktorê me tune. Evqasî jî eletewşî nabe. Mirov hinekî serê xwe bi pirtûkê diêşîne, ev çawa weşanxane ne?

Weşanxaneya sêyem got: “Kekê Xemxur, bi xwedê pereyên me tunebû ku em çap bikin. Demeke dirêj li cem me ma, lê mixabin me lê vegerand.” Û Weşanxaneya dawî jî got: “Kêfa me ji wî nivîskarî re nehat. Ew li ser siyaseteke din e û hindik slogan berz kiribû. Heke dixwaze bête weşan, bila sê-çar sloganên tûj berz bike.”

Keko, tu were dest ji nivîskariyê berde. Bi xwedê hindik kesan serî neêşandiye bi vî karî re. Lê mixabin rewşa me ev e.


Gotinên miftehî :