Topa Fitaran,topa,fitaran

Topa Fitaran

A+ A-

Rovî li daristanê digere, hêtek pezkovîyê li goşîyê darê daliqandî dibîne, birçî ye, lê şikan dike. Li dora wê dihere û tê dibîne ku bi tayekî ve bombe girêdayî ye, jê bi dûr dikeve,  piyê xwe dixe bin serê xwe û radikeve.

Demek dibibure gur tê, hêta pezkoviyê û rovî dibîne. Ji rovî dipirse:
- Tu çi dikî?
- Ez radikevim.
- Va ye li vir heye.
- Erê heye.
- Te çima nexwar?
    Rovî bi nazikî bersivê dide:
- Ez îro bi rojî me.
    Gur ji xwe bawer dibêje:
- Ez ê bixwim, wê çaxê.
- Fermo, noşîcan be ji te re.
    Gur xwe dirêjî hêtê dike, bombe diteqe. Toz û dûman tevlihev dibe, gur deh metroyan dipengize, birîndar dinale. Rovî radibe û dest bi xwarina hêtê dike. Gur dibîne û dibêje:
- Hey bê şeref, ka tu bi rojî bû?
- Weh! Ma qey dengê topa fitarê nehat te jî?


Gotinên miftehî :