1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rûken Sarılı
  4. Twîtên Zimanê Kurdî - Kirde û Bireser
Twîtên Zimanê Kurdî - Kirde û Bireser,twîtên,zimanê,kurdî,kirde,û,bireser

Twîtên Zimanê Kurdî - Kirde û Bireser

A+ A-

Mijara Îşev: Kirde û bireser (Özne ve nesne)

Ji bo hevalên ku nû tevlî bûne; dersa kurmancî her şev saet di 10:00'an de ye.

Kes an jî tiştê ku kar, tevger, kirin û bûyînê pêk tîne, kirde ye.

Di hevokekê de dema ku ji lêkerê pirsa “kî/kê û çi” tê pirsîn, bersiva ku bi dest dikeve, kirde ye.

Mînak: Li gorî Dema Niha:

Mînak: Dîlan diçe dibistanê. Kî diçe? Kirde >>> Dîlan

Mînak: Xwendekar sparteka xwe çêdike. Kî çêdike? Kirde >>> Xwendekar

Mînak: Ez ji gulan hez dikim. Kî hez dike? Kirde >>> Ez

Mînak: Tu diçî seyranê. Kî diçe? Kirde >>> Tu

Mînak: Berf li ser Çiyayê Araratê spî dike. Çi spî dike? Kirde >>> Berf

Mînak: Agirê Newrozê geş dibe. Çi geş dibe? Kirde >>>> Agirê Newrozê

Mînak: Ji bo bikaranîna kirdeya veşarî, nîşeyeke girîng!

Di d. niha, d. bê û di demên borî yên bi lêkerên negerguhêz de, li gorî hin rêbazan kirdeya veşarî (gizli özne) jî tê bikaranîn

Heta vê derê pirs hebin, kerem bikin!

Mînak: Sêvê dixwim. (di qertafa kesane de em fêm dikin ku kirde “ez” e.)

Mînak: Daran av didî. (di qertafa kesane de em fêm dikin ku kirde “tu” ye.)

Mînak: Gulan difiroşe. (di qertafa kesane de em fêm dikin ku kirde “ew/yekjimar” e.)

Mînak: Kulîlkan diçînin. (ji ber ku qertafên kesane yên pirjimar aîdê sê cînavkan in, mirov tê nagihîje ku kirde kî ye.)

Dema ku em bibêjin; “Kulîlkan diçînin” dibe ku kirde “em, hûn an jî ew/pirjimar be.

Ji ber vê yekê jî kirdeya veşarî tenê bi “Ez, tu û ew/yekjimar” dikare bê bikaranîn.

Lê di demên borî yên bi lêkerên gerguhêz de kirdeya veşarî nayê bikaranîn.

Mînak: Dema ku em bibêjin: “pirtûk çap kir.” Di vê hevokê de ne diyar e ku pirtûk ji aliyê kê ve hatiye çapkirin.

“Pirtûk çap kir.” Dibe ku ‘min, te, wî, wê, me, we, wan’ pirtûk çap kiribe.

Sedemê vê yekê jî ew e ku: qertafên kesane yên van cînavkan tunene.

Dema ku qertafên kesane tunebin, kar ji aliyê kê ve tê kirin, ne diyar e.

Mînak: Dîlanê stran got. Kê got? Kirde >>> Dîlanê

Mînak: Azêd rojname firotin. Kê firot? Kirde >>> Azêd

Mînak: Zarokan spartek çêkirin. Kê çêkir? Kirde >>> Zarokan

Mînak: Mamoste name nivîsî. Kê nivîsî? Kirde >>> Mamoste

Berdewama mijara îşev, sibê ye.

Pirsên we hene gelo? :)