1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rûken Sarılı
  4. Twîtên Zimanê Kurdî - Mijara Îşev: Çewtiyên Axaftinê
Twîtên Zimanê Kurdî - Mijara Îşev: Çewtiyên Axaftinê,twîtên,zimanê,kurdî,mijara,îşev,çewtiyên,axaftinê

Twîtên Zimanê Kurdî - Mijara Îşev: Çewtiyên Axaftinê

A+ A-

Mijara Îşev: Çewtiyên Axaftinê

Mijara Îşev Kesên ku peyvên tirkî li nav axaftina xwe dixin, ev mijar ji bo we ye.

Di mijara îşev de em ê li ser çewtiyên axaftinê bisekinin. Li gorî formatê hûn dikarin hevokên xwe bipirsin.

Çewtiyên Axaftinê:

Çewt >>> Ez nikarim xwe îfade bikim. Rast >>> Ez nikarim xwe bînim zimên/Ez nikarim xwe derbibirim.

Çewt >>> Gere ez herim. Rast >>> Divê ez (biçim) herim.

Çewt >>> Gere em ji bo zimanê xwe mucadele bikin. Rast >>> Divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin.

Çewt >>> Ez ê li qûrûma ziman üyelixa xwe çêkim. Rast >>> Ez ê li saziya zimên, endamtiya xwe çêbikim.

Çewt >>> Tu cixareyê vedixwî? Rast >>> Tu cixareyê dikişînî?

Çewt >>> Wî, oya xwe qûllanmîş kir. Rast >>> Wî, dengê xwe bi kar anî.

Çewt >>> Ez çîrokê yaz dikim. Rast >>> Ez çîrokê dinivîsim.

Çewt >>> Bawer, qezetê dixwîne. Rast >>> Bawer, rojnameyê dixwîne.

Çewt >>> Zarok, ji dersê gerî qalmîş bûn. Rast >>> Zarok, ji waneyê şûnde man.

Çewt >>> Ji bo ku em îlerlemîş bibin... Rast >>> Ji bo ku em pêş ve biçin...

Çewt >>> Me gelek emek dabû. Rast >>> Me gelek ked dabû.

Çewt >>> Zozan Heval, Baran Heval... Rast >>> Hevala Zozan, Hevalê Baran...

Çewt >>> Em te takîb dikin. Rast >>> Em te dişopînin.

Çewt >>> Ez li benda teme Rast >>> Ez li benda te me.

Çewt >>> Çaqtirmîş neke! Rast >>> Neyne ser eynê xwe. ;)

Çewt >>> Ez di golê de yüzmiş dibim. Rast >>> Ez di golê de avjeniyê dikim.

Çewt >>> Tu xwe pir begem dikî. Rast >>> Tu xwe pir diecibînî.

Çewt >>> Ew pir ji xwe emîn e. Rast >>> Ew pir bi xwe bawer e.

Çewt >>> Hûn pir güvenmîşê xwe dibin. Rast >>> Hûn pir bi xwe ewle ne.

Çewt >>> Em ê di zemanekî genîş de xeber bidin. Rast >>> Em ê di demeke fireh de biaxivin.

Çewt >>> Yanlış fêm neke! Rast >>> Şaş fêm neke!

Çewt >>> Em di yürüyüşê de rastlaşmîş bûn. Rast >>> Em di meşê de leqayî hev hatin.

Çewt >>> Qoniya îşev jî sonlanmîş bû. Çewt >>> Sona me bi xêr!

We begenmîş kir înşallah

Ji bo tevlîbûn û alîkariya hemû hevalan, gelek spas...