1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rûken Sarılı
  4. Twîtên Zimanê Kurdî - Navdêr û Taybetiyên Navdêrê
Twîtên Zimanê Kurdî - Navdêr û Taybetiyên Navdêrê,twîtên,zimanê,kurdî,navdêr,û,taybetiyên,navdêrê

Twîtên Zimanê Kurdî - Navdêr û Taybetiyên Navdêrê

A+ A-

Mijara Îşev: Navdêr û Taybetiyên Navdêrê

Navdêr: (isim)

Li cîhanê, çiqas ziman hebin, beriya her tiştî; heyînên giyanewer an negiyanewer, her tiştek bi navekî tê pênasekirin.

Ev navên ku li heyînan hatine kirin, di nav xwe de li gorî taybetiyên xwe dibin sê beş.

Navdêr, li gorî peyvsaziyê wekî; Navdêrên Xwerû, Navdêrên Pêkhatî û Navdêrên Hevedudanî ji hev vediqetin.

Li gorî taybetiyê navdêr:

1) Navdêrên Hevenav: (cins isim) Bi awayê “kok” tên bikaranîn.

Navdêrên Hevenav, qertafên çêker an navekî din nagirin.

Navdêrên Hevenav, ji xeynî serê hevokê, bi tîpên hûrdek (küçük harf) tên nivîsandin.

Mînak: Dar, çiya, hesin, zarok, jin, mêr, kulîlk, xanî, sêv, hinar…

2) Navdêrên Serenav: (özel isim) Navên taybet in.

Navdêrên Serenav; Li cîhanê yekane ne û di nav hevokê de jî bi tîpên girdek (büyük harf) tên nivîsandin.

Navdêrên Serenav:Mînak: Gulistan, Şevîn, Egît, Stenbol, Amed, Çemê Dîcleyê…

3) Navdêrên Komenav: (grup isim)

Navdêrên Komenav: Ev cure navdêr, navê ku li koman hatiye kirin e.

Komenav, tevî ku di bingeha xwe de pirjimar in jî wekî; yekjimar tên pejirandin û bi awayê yekjimariyê di nav hevokê de bi teşe dibin.

Mînak: Gel, artêş, leşker, pez, garan, firaq, kinc… Bi van peyvên ku min dane, ji kerema xwe re hevokek binivîsin!) Li bendê me

Ji bo bikaranîna komenavan çend mînak:

Mînak: Gelê kurd, birûmet e. Pez ber bi jor ve diçe. Gavan, li ber garanê ye.

Taybetiya van navdêran ew e ku; Pir in, lê dibin kom û wekî ku yek be tê bikaranîn. Mînak: Ev, artêş e.

Mijara îşev qediya. Pirsên we hebin, kerem bikin!

Ji bo tevlîbûn û alîkariya hemû hevalan, gelek spas...