1. Tekst

  2. Werger

  3. M. Çiya Mazî
  4. Va ye ez diherim, Pir Sultan Abdal
Va ye ez diherim, Pir Sultan Abdal,va,ye,ez,diherim,pir,sultan,abdal

Va ye ez diherim, Pir Sultan Abdal

A+ A-

Ji vî zozanî ez ê jî herim şah

Yê himber xuyayî çi zozanekî xweş e
Min demek nebihart ez diherim wisa
Pîrê min î çavbelek tu min bistirînî
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah

Ger ez şênkahiya vî bostanî bim
Di devê vî gelî de ezî destan bim
Ger Axa reş ez serdestê te bim
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah
 
Ji komek quling re bifirin gotin
Derdê di dil de der bikin gotin
Ji zozan û wê de nêzîk e gotin
ji vî zozanî ez ê jî herim şah

Ji destê xoşevist mişt vexwarî dîn im
Lehiya mêşeyî ser kef bixwîn im
Ez lawekî rê me rê perîşan im
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah

Destmêja min girtî bidine girtin
Nimêja min kirî bidine kirin
Yên li ba we bêjin ‘Şah!’ bidine kuştin
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah

Pir Sultan Abdal im dinya aş nabe
Çû, emrê çûyî nayê bi şûn de
Çavê min jî ji rêya şahî venabe
Îsal ji vî zozanî ez ê jî herim şah

Pir Sultan Abdal

Ji Tirkî werger: Çiya Mazî-