1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Werin em rastiya Xwedê bêjin!
Werin em rastiya Xwedê bêjin!,Werin,em,rastiya,Xwedê,bêjin!

Werin em rastiya Xwedê bêjin!

A+ A-

Sal 1984. Li Farqînê. Bandor û pêkanînên cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê ya li Tirkiyeyê, bêyî ku şîdet û tundiya xwe kêm bike, didomiya .Ez û hevalekî xwe, rojekê li ber dikana wan rûniştibûn û me li ser asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî û li ser qedexebûna wî xeber dida. Pê re jî, me pişkên xwe diwerimand, ji ber ku tevî ew qas pest û çewisandinan gelê Farqînê tu tişt ji axaftina xwe ya bi Kurdî kêm nekiribû.

Piştî ku em di axaftina xwe de piçekî bi pêş de çûn, hevalê min Evdilxenî, qala Mem û Zîn’ê kir ku, bi hatina dozdehê Îlonê re, wan tevî pirtûkên birayê xwe yên siyasî û Kurdî, ew di bin axê de veşartibûn.Ji ber ku ji aliyê temenê ve ez jê çend sal biçûktir bûm, heya wê çaxê li min nebûbû nesîb û min pirtûkeke bi Kurdî nedîtibû.

Baş tê bîra min, wê hingê min bi bihîstina navê Mem û Zîn’ê tavilê jê xwestibû ku wê bîne, da ku ez bixwînim. Lê na nedibû. Qedexe bû!Dûre, çend meh di ser vê axaftina me re bihurî, ez wekî gelek caran, dîsan çûm cem wî. Wî bi kenekî hûr û di bin lêvan re ji min re got, îro diyariyeke min heye ji te re. Hê berî ku ez bêjim ka diyariya te çi ye, ew rabû çû paş dezgehê, tiştekî ku rojname lê hatibû lefandin da destê min û got: ‘ne li vir, li malê veke.’Çare tunebû.

Xefî pir bûn û dîwar jî bi guh bûn.Piştî ku ez gihîştim malê, min rojnameya li diyariyê lefandî vekir ku çi bibînim: pirtûkeke rûpelên wê zerbûyî û bêhna axê jê difûre. Min ew vajî qeliband û li berga wê nihêrî: Mem û Zîn. Ez nizanim, divê ez heta çend salan binivîsim da ku karibim hest û coş û peroşiya xwe ya wê kêliyê bînim zimên. Lê baş dizanim ku ew dem ne a niha ye…

Gava min rûpelên pirtûkê vekir, min dît ku rûpela li milê çepê bi Kurdî ya li milê rastê jî wergera wê ya bi Tirkî ye.Pêşî min bala xwe bir ser Kurdiya wê û min xwend. Lê mixabin…Ez dikarim bêjim ku ji %30’yê wê jî min jê fam nekir. (ez a niha, bi vê hayjêbûn û hişmendiya xwe, Kurdên ku li parçeyên din mane, li gorî me Kurdên Tirkiyeyê pir û pir bisiûdtir dibînim: ji ber ku qet nebe wan bi Farisî an jî bi Erebî dizanibû û wan dikaribû ji klasîkên Kurdî fêm bikin. Lê yê me, me bi Tirkiyeke şikestî dizanibû; ew jî bi kêr nedihat ku bêyî ku em têkevin zehmetiya fêmkirina ji zimên, me nedikarî klasîkên Kurdî bixwînin.)

Dûre min rêzik bi rêzik, beyt bi beyt, malik bi malik, pêşî rûpela bi Kurdî xwend, piştre Tirkiya wê; û her wiha bi alîkariya wergera wê ya Tirkî ez di peyv û beşên ku min baş jê fêm nedikir, gihîştim. Ev çîrokeke ji destpêka min a xwendina Kurdî ye. Û mixabin!Karesateke mezin, biêş û jan e jî!...

Em hatin heya îro.Bi qasî salek berê, edîtoriya weşanxaneya LÎS’ê, ji min re çêla projeyeke xwe ya çapkirina pirtûkan a bi du zimanan kir û ji min xwest ku ez jî bi wergêrî destek û tevkarî li wan bikim. Min jî, wê dema xwendina xwe ya Mem û Zîn’ê anî bîra xwe û ev yek qebûl kir; lê belê bes wekî kesekî ku dê çar pirtûkên bi Tirkî wergerîne Kurdî û hew!

Wekî din jî bi tu awayî ne bandor, ne jî dan û tevkariya min di wê projeyê de tunebû û çênebû. Wekî tê zanîn bi qasî 8 mehan berî niha weşanxaneya LÎS’ê pênc pirtûkên ji Tirkî wergerandî, bi du zimanan çap kir. Piştî çapkirina van pirtûkan, gelek camêran bi çavekî erênî lê nihêrî, gelek camêran jî bi çavekî neyînî lê nihêrî û rexne li duzimaniya wan pirtûkan anî. Tew di çalakiyekê de, camêrekî ku piştî teqawitbûnê pêşî xwe li helbestkariya Kurdî, piştre jî xwe li çîroknûsî û nivîskariya Kurdî qerase kir, rabû pir bi jixwebawerî û bi gotinên gelek tûj û tund û aşkera, ev pirtûk û ev wergeran wekî xizmetkariya polîtîkaya asîmîlasyona dewletê bi nav û tawanbar kir.

Belê, ez dibêjim heqê her kesî heye ku ‘wî/ê çawan bivê’ wisan bifikire! Helbet ez ne muxatab im ku bersîva van rexneyên ku ji bo çapkirina bi du zimanan a van pirtûkan tên kirin, bidim. Lê belê, hin rexneyên ku dişibin wekî gotinên ser tenûran tên kirin jî, bi awayekî kar û xebat û keda wergerê jî binpê dikin û diçewisînin.

Belê heye ku ji aliyê gelek kesan ve, (belkî ez jî tê de) çapkirina pirtûkan a bi vî awayî pir jî kêrhatî neyê dîtin. Lê belê tiştek heye ku bi ya min pir girîng e: ger rexneyeke li ser awa û teknîk û ziman û ast û kalîteya wergerandinê hebe, divê bi metodeke edebî û zanistî be. Jê pê ve jî îşê min jê nîn e. Ez ne berdevkê tu kesî û tu weşanxaneyê me, lê wekî wijdanî û heqanî pirseke min heye ji wan camêrên ku li dij weşandina pirtûkên bi du zimanî derketin û ew wekî xizmetkariya asîmîlasyonê tawanbar kirin. (ger bersîvin edebî û toreyî hebin ez ê gelek kêfxweş bim):-

Gava salên 70’yî Mem û Zîn bi du zimanan hat çapkirin;- Gava salên piştî 86’an kovara Deng bi du zimanan (tê de bi Kurdî dersên gramera Kurdî hebû) weşiya;- Gava çend hejmarên pêşî yên Kovara Rewşenê bi du zimanan weşiya;- Gava rojnameya Roja Nû, Dema Nû û yên din bi du zimanan weşiya (û hê jî diweşe);- Gava rojnameya Fıratta Yaşam bi du zimanan diweşiya;Gelo kîjan ji van kesan -ku kêm zêde bi van yekan agahdar in-, ew weşan bi ‘xizmetkariya asîmîlasyonê’ tawanbar kirin?

Ez pir baş bawer im, bêguman, her Kurdê ku dilşewatê zimanê Kurdî ye, başî, qencî, pêşketin, xurtbûn, belavbûn û geşedana zimanê Kurdî dixwaze. Îcar, em Farqînî, gava em bixwazin ku tu tiştekî bi navê çiv û çirivîtkdanê, vir û derewê li holê nemîne û her tişt zelal û aşkera be, bi alîkariya biwêjekê em dibêjin: ‘De werin em rastiya Xwedê bêjin!’

Dilawer Zeraq


Gotinên miftehî :