1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. WÊJE Û TÊGIHIŞTINA ŞAŞ
WÊJE Û TÊGIHIŞTINA ŞAŞ,wêje,û,têgihiştina,şaş

WÊJE Û TÊGIHIŞTINA ŞAŞ

A+ A-

Wêje, bi zimanê afirînerî û xudayî, vegotina felsefeya jîyana civaka xwe ye. Xiyal, hêvî, daxwaz, tirs, fikar, bawerî, erdnîgarî, avhewa û hemû rengên civakê bi rêya ziman têne honandin û dibine wêjeya civakê. Wêje her çendî caran derkeve derveyê sînoran jî, di dil û mêjî de bi temamî bi civaka xwe ve girêdayî ye û reng û rûçikê civaka xwe di giyana xwe de dihewîne, wan dide der.

Wêje, bê guman ku divê bi rastiya civaka xwe ve girêdayî be û di nav kûrahiya wê rastiyê de bi hemû reng û rûçikên wê rastiyê re şîn bibe û geş bibe. Ziman tişta sereke ye di wêjeyê de. Lewra wêje him bi rêya ziman xwe dide der û him jî rastiya civakê bi hemû reng, deng û rûçikên xwe ve herî zêde û kûr di ziman de veşarî ye. Loma jî grîng e ku wêjeya gelekî, civakekê, bi zimanê wî gelî û wê civakê bê der û bê honan, yan na ew wêje her çendî li ser hêjayiyên wê civakê hatibe honan jî, nikare bi temamî weke wêjeya wê civakê bê binavkirin.

Baş e gelo bi tenê zanîna baş a ziman têre dike ji bo honandin, xemilandin û derdana wêjeya civakê? Her çendî ziman tişta herî grîng be jî, bi taybet di wêjeyê de, bersiva vê pirsê pir aşkere, na ye. Lewra wêje bi serê xwe cîhaneka taybet e ku hest û giyaneka taybet jî, ji bo wê divê. Loma ye ku xudayî ye ew giyan û bi rêya ziman xwe dide der. Ziman li vir navgîna herî sereke ye, lê bi tena serê xwe têre nake ji bo afirandina wêjeyê.

Gelo wêje divê li ser axa xwe şîn bibe an dikare ji dûrî axa xwe lê bi giyana axa xwe jî şîn û geş bibe?

Ji dîrokeka pir kevin, heta beriya dîroka desthilatdariyê ve jî, mirovan ji ber nêrîn û xebatên xwe yên cuda pirê caran bi cezayên pir giran û erjeng ve rû bi rû mane û bedêlên pir giran dane. Sirgûn, belku cezayê herî sivik bûye ji bo van mirovan. Ev kes pirê caran bi rêya wêjeyê û siyasetê rengên xwe yên cuda dane der. Caran jî şiroveyên wan ên cuda yên li ser olan bûye bela serê wan.

Sirgûnî ew tişte ku mirov an bi darê zorê an jî bêyî dilê xwe ji neçarî ji welatê xwe, ji ser axa ku lê bûye û teşe girtiye bi dûr bikeve û li ser axeka bîyanî jîyana xwe bidomîne. Loma jî sirgûnî an jî penaberî bi xwe re hestên cuda diafirîne ku ew hest bêtir êşê didine mirovan û ew êş jî bi xwe re tiştên nû dikarin biafirînin.

Sirgûnî di nava xwe de berxwedanekê jî dihewîne bê guman. Lewra sirgûnî neçariya hînbûna ji axa xwe bidûrketinê û hînbûna jîyana li ser axeka bîyanî ye. Ev bi xwe re neçariya hînbûna, jîyan, pîvan, ziman û gelek tiştên bi van ve girêdayî jî tîne. Lê gelo ev bi xwe re bidûrketina giyanî ya ji nirx, rûmet, reng, deng û rûçikên ax û civaka xwe jî tîne an na?

Çend mînak:

Fîlozof û ramanwerê navdar ê serdema Yunana Antîk Arîstoteles ji Atînayê sirgûnê Chalcis´ê bû.

Nivîskarê navdar ê dramayê yê Romayî û ramanwerê stoic Seneca şandine sirgûnê girava Korsîkayê.

Helbestvan, ramanwer û fîlozofê navdar ê Îtalyanî Dante, ji ber nêrînên xwe yên siyasî ji Floransayê sirgûn kirin û li gelek bajarên Îtalyayê bi koçberî jîyana xwe domand. Lê li gel vê jî, di sala 1472´yan de pirtûka xwe ya navdar Komediya Xudayî nivîsî û di nav dîroka wêjeyê de cihê xwe girt.

Viktor Hugo li gel ku ji welatê xwe pir hez dikir jî, ji neçarî ji welatê xwe reviya, lewra ji aliyê Napolyon III ve weke xayîn hatibû îlankirin. Hugo li Brukselê û piştre jî li giraveka li ser Keyaniya Brîtanyayê heya sala 1870yî jî ma.

Helbestvanê navdar ê ji Şîlî yê Pablo Neruda salên dirêj li Ewropayê li sirgûniyê jiya.

Fîlozof, nivîskar û helbestvanê navdar ê fransî Voltaire jî, neçarî sirgûniyê bû û jîyana xwe li Îngilistanê domand.

Erebê Şemo, Celadet Alî Bedirxan, Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, xebat û xebatkarên Radyoya Êrîvanê û gelek nivîskarên hêja ên li Sovyeta berê jî bi tenê çend mînak in di cîhana wêje û çanda kurd de. Îroj jî gelek nivîskarên hêja yên li derveyê welêt dijîn hene. Demek heta ekola Stockholmê hebû, beriya ku ev pêşkeftin li Stenbolê bibe û piştre jî biçe ser axa xwe, Amedê.

Helbestvanê navdar ê tirk Nazım Hikmet Ran 12 salan li sirgûniyê ma û li sirgûniyê mir.

Gelek helbestvan, nivîskar, wêjevan, ramanwerên alman, di serdema Nazîyan de 5000 kedkarên çandê, 2500 rojnamevan, nivîskar û weşanger neçar man û salên dirêj li sirgûniyê derbas kirin. Ev sirgûnî bandora xwe herî zêde li ser wêjeyê kir. Di cîhana wêje û çandê de gelek ekolên nû di vê serdemê de derketin holê. Lewra di nav nivîskarên ku di serdema Naziyan de neçarî sirgûnê ango revê bûn de kesên mîna Bertolt Brecht, Alfred Döblin, Lion Feuchtwanger, Heinrich Mann, Thomas Mann, Anna Seghers, Franz Werfel û Vicki Baum jî hebûn.

Ji bilî van nivîskaran, gelek nivîskarên cîhanê yên din jî hene yan li sirgûnê jîyana xwe bi dawî kirine û yan jî salên dirêj ji neçarî li penaberiyê jiyane. Hinek ji van helbestvan, nivîskar û wêjevanan jî caran ji ber tengasiyên aborî, an ji ber tengasiyên cuda yên jîyanê, li sirgûnê bi xwe dawî li jîyana xwe anîne. Stefan Zweig ku li Arjantinê, Kurt Tucholsky ku li Swêdê û Walter Benyamin jî ku li sînorê Îspanya û Fransayê dawî li jîyana xwe anîn, çend mînakên balkêş in. PENa Swêdê ji sala 1985an ve xelata Kurt Tucholsky (Tucholskypriset) dide. PENa Swêdê vê xelatê dide wêjevan, nivîskar û helbestvanên ku ji welatê xwe reviyane, têne tehdîtkirin, an di nav tengasiyekê de ne.

Tişteka grîng ku divê li ser bê rawestan jî ev e ku gelek ji van nivîskaran gelek berhemên xwe li penaberiyê nivîsîne û heta hin ji van berhemên xwe yên herî navdar ên di nav klasîkên cîhanê de cîh girtine, li penaberiyê nivîsîne. Dante bi “Komediya Xwedayî” ya xwe, mînaka herî balkêş û pêş e. Ji bo min û li gor min hîn jî di wê kalîte û bilindahiyê de berhemeka wêjeyî tune.

Wêje, gelek caran ji tenêtiyê dide der. Lewra mirov di nav tenêtiya xwe de bêtir di nav lêgerîn, lêpirsîn û lêkolînan de ye. Pirsên jîyanê, di nav tenêtiya mirov de bêtir zelal in û ew zelalî mirov di nav kûrahiyekê de digihêne bersivên zelaltir. Bi bersivên zelaltir re bihîstyarî digihêje asta bilind û ew jî nexweşînên giyanî dikewîne, pak û paqij dike.

Gelek rengên tenêtiyê hene. Mirov dikare di nav civaka xwe de jî tenê be. Lê girêdaneka yekser a tenêtiyê û wêjeyê bi hev re heye. Sirgûn jî rengekî bel ê tenêtiyê ye. Belku wêjeya sirgûnê jî hêza xwe ji vê tenêtiyê digire.

Belê grîng e mirov li ser axa xwe be û bêhna çol û deşt û çiyayên welatê xwe bikşîne nav hinavên xwe, şîn û şahiyên civaka xwe di nav civaka xwe de bijî da kenê mirov jî hêstirên mirov jî li nav hev bikevin, bi hev re senfoniyeke giyanî biafirînin. Lê dema ew giyan tunebe, çewa ku ziman bi tena sere xwe têre nake ji bo afirandina wêjeyê, hebûna li ser axa xwe jî bi tena sere xwe, têre nake. Eger têre bikirana, her kesê ku li ser axa xwe ye û bi zimanê xwe baş dizane dê bibûna nivîskar, helbestvan û wêjevan. Wê di nav her civakekê de bi milyonan wêjevan hebûna. Wê demê jî dê wêje wate û bandora xwe wenda bikirana. Niha hezar mixabin ku di nav kurdan de rewş -her çendî bi raya min ev periyodek be û di nav demê de dê bêjing bibe jî- wisan e. Lewra kî bi kurdî zanibe, bikaribe binivîse û bixwîne û hele li Kurdistanê be êdî şûr simbêlê wî an guliyên wê nabire. Baş e rastî ev e? Bê guman ku na. Lewra weke ku ji mînakên cîhanê jî tê dîtin, ya grîng ku mirov çendî nirx û rûmetên welatê xwe di giyana xwe de parastiye, şîn, geş û xweş kiriye û çendî mirov dikare vê bedewiyê bi zimanekî dewlemend bihone û bide der. Loma jî nêrîna ku wêje tenê dikare li ser axa xwe şîn bibe nêrîneke pir şaş e.

Mahabad Felat Arda 

2016-03-30 

 [email protected]


Gotinên miftehî :