1. Tekst

  2. Gotar

  3. Feratê Dengizî
  4. Wêjeya Nûjen; Arjen ARÎ
Wêjeya Nûjen; Arjen ARÎ,wêjeya,nûjen,arjen,arî

Wêjeya Nûjen; Arjen ARÎ

A+ A-

Feratê DENGIZÎ

Ji mêj ve min dil heye derheqê “Wêjeya Kurdî ya Nûjen” de tiştinan binivîsim. Lê ev ê kurt û teng be, mîna zeraqa ku li paceyek teng a qesrê xe.

Dîsa zêdetir ew ê tava hestên li Bakur be. Ji ber kêmasiyan ji niha de lêborînê dixwazim. Min xwest hin hestan bidim der. Bi tenê ev… Wê beş helbest be.

Dîsa mîna paceyek dilxwestinên giyanî…

Pêşî bêyî min Arjen ARÎ kete rêzê. Ew bixwe bangî min dike. Belkî ev xewn û xeyalên nifşî be. Bayekî cuda yê çiyayên Omeriyan û dengxezeba birînreşa “xetê”, çi “serxet” çi “binxet” û nalîna çiyê ya dil û hinavên çar perçe ango pir perçe û hêviyeke kesiksorîn ya bihara dilan a dîlana çiyê, ji Çalê, ji Çala Omeriyan. Lewra gir, sikur, nezar, dol, berwar û newal di govendê de ne, li nik dilê wî. Kesî weke wî nizanibû hesretê, bêriyê binexişîne mîna binevşên Gebarê… Û çanda jiyana çiyayên abadîn.

“di xurcika min de hemû qewîtî:

kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî…

cotê xirxalan ji bîr dikim qet!

siwarê hespa kimêt im têm

têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!”

Bêyî mirov berê mirov dide Kurdistan û berxwewdanê, binêrin, bixwînin, hîsbikin.

“Şêrgele hene; kefen ezmanê sayî

Şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî

Şêrgele hene şevçirax û heyve-ron

Li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!”

Xwezka niha berxwedana Kobanê ya wê binxeta ku ewqasî jê hez dikir bidîtaya. Bawerim hîs dike, dibîne. Û Şêrgeleyên wî îro li Şingalê ne jî, li Kobanê…Û dilê ku ji bonî wekheviyê lê dide; wekeheviya mirov û kedê, di dema ciwaniya xwe de, diqêriya…

“Roja pala erzan e

Kufletê mal giran e

Mala te xera bibe maldar

Ma qey tu pê nizane!”

Û lêgerîna evîn û hezê. Jixwe ev xak, ev gel warê jiyan û evînê ye. Bila ew bibêje;

“Li şiveriyên Çiyayekî

…………….

li hezê digerim, niha

dizanim; dengê xwezayê ye hez:

herikîna avê, guvîna bê, xûşîna spîndarê…

min xezalek wenda kir li vê beriyê

dildarên xakê nebedî bûn

di şiveriyên çiyayekî de vê berêvarê!”

Bi rastî jî ew mînakek ji Wêjeya Kurdî ya hemdem e; dilê wî bi evîn, wekhevî û welatparêzî û felefeya jiyanê mişt dagirtî ye. Bi rêzdarî bi bîrtînim, ji hez û hêza Kobanî.

Wek ku ew bibêje; Bijî Berxwedana Kobanê…


Gotinên miftehî :