Wêran,wêran

Wêran

A+ A-

Helbestek stûxwar im di nav pelên jiyanê de
Dikim nakim rêzek min li rêza din nayê
Bi çûyina te, bajarê dilê min hilweşiya. Malwêran, warwêran, hişwêran, rihwêran, zimanwêran û jiyanwêran im. Ev bû çend sal bêyî te. Dema tu têy bîra min, di dilê min de dehlek bêxwedî dişewite bêyî te. Heta tu neyê kes nikare vî agirî vemirîne. Rondikên çavên min bibe derya jî nikare vemirîne agirê şewata hesreta te.

Îro dîsa wek agirek ku li şûna wara mame û bêxwedîme, dişewitim di kuçik de. Îşev hêviyên min bûn baran û ketin ser balîfê min. Her roj rûyê xwe bi rondikên çavê xwe dişom. Roja ku te min li vir hişt û tû çûy qet ji bîra min dernayê. Dilê min ê zarok li dû te stuxwar ma. Heta wê rojê min nizanibû sêwîtî çiye. Piştî çûyîna te min dît ku bêyîtebûn sêwîtî ye ji bo min û dilê min. De bes e êdî vegere. Bibîne ku agirê kuçikê şûna wara li benda te ye.

Te ez di dinyayek tarî de hiştim. Her roj tav derdikeve lê bi çûyîna te roja min çû ava. Êdî her dem ji min re berê êvarê ye. Te sibeha emrê min kir berê êvarê. Radibim, rudinim, diçim, têm, bazdidim, disekinim û dinhêrim dîsa berê êvarê ye.   
Wext derbas nabe. Berê zeman wek avek har diherikî û diçû. Bi çûyîna te sekinî. Ew jî naxwaze derbas bibe. Naxwaze ku sal di ser veqetina me de derbas bibin û birîna min sar bikin. Tu dibînî, ji xeynî te hemû tişt seferber bûne ji bo roja ku emê bighîjin hevdu.

Bêyî te keziyên min li hev hebilîn. Dibêjin heta ew were em ji hevdu naqetin.

Min îşev li esman temaşe kir. Min dît ku stêrk bûne rondik û ji çavên heyvê de dirijin û bi ser min de dibarin. Serê sibehê şiyar bûm û çûm ber neynikê. Ew stêrkên ku bişev ji çavên heyvê de rijiyabûn her yek bûbû takî porê sipî û li ser serê min danîbû.

Piştî ewqas salan ger ku tu rojek werî û li min bigerî, ne bawerim min bibînî. Ji ber ku ez di nav tunebûna te de wenda bûme û êdî ez jî nikarim xwe  bibînim. Qet li min negere hevalo. Di veşartoka jiyanê de ez têk çûm, tu yê jî têk herî.

Niha rihê min najî lê rojek ku ez bimrim bila gora min li kêleka rêya gund bikolin. Ser gora min negirin. Ji bo ku roja tu werî ji berî herkesî ez bibînim. Eger tu neyê, wê bayê hemu demsalan bighîjin hevdû û ser gora min bigrin ji bo dengê giriyê min bi ser dengê kesan nekeve.

Min tenê tiştek ji hezkirinê fêm kir;her hezkirinek hezar mirin e, gora hezkirinê dinyaye. Tu dikeviyê û nikarî derkevî.


Gotinên miftehî :