1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Eliyê Xemxur
  4. Xwedê Ji We re Nehêle
Xwedê Ji We re Nehêle,xwedê,ji,we,re,nehêle

Xwedê Ji We re Nehêle

A+ A-

Çawa haya we jê çênebûye. Xebatên kurdî mezintir kirine. Amed kirine navend. Karsazan dest avêtine xebatên kurdî. Şaredaran dest bi xebatên kurdî kirine. Lê we çavên xwe ji her tiştî re girtiye. Ji Giravê peyam hatiye şandin, gotiye “Xebatên çand û hunerê û zimên zêde bikin û girîngiyê bidim zimên.” Lê we tu tişt ji min re negot. Ma qey ecêb bû ku ez çend hefteyan ji Amedê derketim. Xwelî li serê we be, wey şîrê diya we li we heram be.
Binihêrin, heke amadehiyên rojnameyeke rojane bi ser bikeve û heke bi rastî jî di 21’ê adara 2005’an de rojnameyeke rojane xwerû bi kurdî dest bi weşanê bike, ez nabêjim ku xwedê hûn dane, ez ê mû di çavê we re bikim. Ez ê we bigurom û çermê we bikim erbane. Bila haya we jê hebe.

Teeew tew teeeew. Hela ji xwe re temaşe bikin. Camêran êdî nema bi tirkî jî diaxivin. Mêr û jin li sûkê bi dikandaran re bi kurdî diaxivin û dema ku dikandar bersiva wan bi tirkî dide jî, tew kar û barê xwe li cem dikandarekî dikin dikin. Ev tiştekî pir xetere ye. Êdî kurdîaxêv bi çavekî biçûk li tirkîaxêvan dinihêrin. Bi taybetî tirkîaxêvên kurd ji ber xwe fedî dikin ku biaxivin û bi tenê guhdarî dikin.

Ev xetereyeke mezin e. Min ev bajar bi vî rengî li pişt xwe nehiştibû. We çawa ez agahdar nekirim, kurê nizanim çi, we çawa haya min jê çênekir?

Ji xwe re li bajêr binihêrin. Kolana Hunerê bûye cihê rewşenbîr û ronakbîrên kurd. Hemû rojnamevanên kurd li wir dibînim. Êdî kî pirtûkxaneyekê vedike, beşeke girîng jî dide pirtûkên kurdî. Wisa nabe, na na na. Wisa nabe. Qet nabe. Ez nikarim bipejirînim.
Ev kê wisa kir. Kê ev xwelî li serê we kir. Teqez divê hûn raporekê amade bikin ku em dikarin çawa pêşiya van tiştan bigirin.

Min ji bo ku Pena Kurd nikaribe navenda xwe li Amedê veke, ew qas têkoşîn da. Di encamê de jî aha min ew û Terry Carlbom bera ber hev dan. Çi bû? De bila bêjin “Navenda Pena Kurd li Amedê ye!” De bila bêjin haaaa! Nikarin. Na, na, na! Hûn tev hevalbendên wan in. Lê min baweriya xwe bi we anîbû.

Min ji we re çi got? Ez Xemxurê vî gelî me. Gelê me berê her tiştî birçî ye û nan di kurdî de nîn e. Nan di tirkî de ye. Hûn ne qeşmer bûna, we dê fêm bikira. Ji niha û pê ve, ez we li tu deran nebînim. Kar û barê we ev e:

1-Nehêlin rojname û kovarên kurdî werin firotin.
2-Tinazê xwe bi kurdiya wan bikin û bêjin “Em tu tiştî ji we fêm nakin.”
3-Qîmetê bidin nivîsên tirkî û timî qala wan bikin.
4-Li cem nivîskarên kurd ji yên tirkî re bêjin “Min nivîsa te ya nû xwend, pir xweş bû.”

Heke na, şîrê diya we li we heram be. Xwelîserên xwelîseran.


Gotinên miftehî :