1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Xwîn li lingê komployê yê Fransayê ket!..
Xwîn li lingê komployê yê Fransayê ket!..,xwîn,li,lingê,komployê,yê,fransayê,ket

Xwîn li lingê komployê yê Fransayê ket!..

A+ A-

Kuştina siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li nîvê paytexta Fransayê Parîsê û li saziyeke kurd, li dijî gelê kurd halan û xwenîşandan e

Ji bo mirov texmîn bike ka kîjan hêz in li pişt vê qetlîama erjeng, pêwîst nake mirov pir li dîroka kevin bikole. Serokwezîrê tirk Receb Tayîp Erdogan, di roja komkujiya Roboskiyê de, di bernameyeke TVyê ya zindî de wiha digot: ”An hûn dê xwe bisipêrin hemêza vî gelî (qesda wî gelê tirk e bê guman) an jî hûn dê vî welatî biterikînin, an jî hûn dê jiyana xwe ya li nav şikeftên xwe bidomînin. Lê em dê we li nav şikeftên we jî rihet nehêlin, em ê wan şikeftan bi serê we ve bînine xwarê”. Ev ne tesadufek e ku hema piştî vê axaftina Erdogan ku hêrs û kîna xwe vedireşe, ev qomkujî pêk hat.

Ji aliyekê ve di bin navê ”muzakere”yan de polîtîkaya eglekirinê tê meşandin, ji aliyê din ve lez didine hewldanên xwe yên tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û Serokayetiya wê. Polîtîkaya wan a tunekirinê ku di bin hêvîdayînan de nuxumandine, bi vê qetlîamê re, careke din derkete holê û aşkere bû. Erka nuxumandin û manîpulekirina vê komkujiya ku hema bêje piştî axaftina Erdogan a bi kîn û xezeb pêk hat jî, pêşî bû barê stuyê cîgirê Erdogan, Huseyên Çelîk.

Çelîk ku hema bi kelekel derket pêş kamerayan, dijberî Erdogan, bêtir bi zimanekî profesyonelî îdîa kir ku ev komkujî ji ber ”şerê navxweyî” ye û bûyerên bi vî rengî yên nû jî, di rojevê de ne, dikarin pêk bên. Ev çi hîkmet be, ji nişka ve, zimanê hema bêje herkesekî jî, li gor vê manîpulasyonê, guherî û him di çapemeniya neteweyî û him di ya navneteweyî de, berê tîran dane ser PKKê û nûçe û nirxandinên xwe li ser ”têz”ên pûç û derew ên ”şerê navxweyî” honan.

Bi vê daxuyaniyê re, hewldanên pêşxistina derew a ku di navbera kadroyên rêveber ên Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, nêrînên cuda hene, tê bîra mirov. Komployên bi vî rengî, gelek caran li ser maseyên MÎTê hatin amadekirin û ji medyaya alîgir re hatin serwîskirin, lê yek ji wan jî bi kêr nahatibû û hemî jî vala derketibûn.

Her kesek ku vî şerî hinek dişopîne, dizane ku dewleta tirk di şerê xwe yê li dijî Tevgera Azadiyê de tu sînorî nas nake û serî li hemû rêbazên qirêj xistiye û dixe. Pêşxistina ajaniyê û di nav tevgerê de bikaranîn jî, yek ji van rêbazên qilêr e. Bi bîr bînin ku demek berê di nav tevgerê de hin ajan hatibûne tesbîtkirin. Ew ajan, ji aliyê dewletê ve bi çi rengî hatine bikaranîn, bi xwe dabûne xuyakirin û ev ji raya giştî re hatibû aşkerekirin. Di bin daxuyaniya Çelîk û baskê hukûmetê ”şerê navxweyî ye” de, gelo dîsa komployeke wiha veşarî ye?

Cemaeta Gulen ku di çarçoveya ´li Rojhilata Navîn îslama nerm´ de rêvebirina Tirkiyeyê danê, di pirsa kurd de xwediyê yek armancî ye, ew jî tenêhiştin û piştre jî tunekirina Ocalan e. Bi vê re jî tevgerê ji hundir ve parçekirin, lawazkirin û bêbandorkirin e. Piştî ku ev pêk hatin, li gor wan êdî her tişt pir hêsantir dikare bibişkife. Lê salên dirêj in ku ev cemaet jî mîna hemû rêbazên ku berê ji bo vê armancê pêk hatine, wan jî her cure rê û rêbazî ceribandin, pêk anîn, bi ser neketin û îroj li hemberî Ocalan serî pêl kirine. Cemaeta ku nekarî girêdana navbera Ocalan û gelê kurd tune bike, hewl dide ku bi qetlîamên bi vî rengî rêxistinê û Ocalan li dijî hev û du rake û li hemberî gel wan bike nav rewşekî xirab û xetere. Daxuyaniyên ku didin û berê tîrên wan ku dane PKKê jî, nîşaneya vê rastiyê ne. Li derve, hewayek wisa didin ku mîna dê aştî pêk bê û ev nêzîk e, lê li hundir jî polîtîkaya xwe ya tunekirinê bi hemû leza xwe ve didomînin. Erdoganê ku cemaet êdî westiya ye guhê wî bikêşe, car din bi hersa xwe nekarî û axaftineke êrîşkar kir û wezîrên wî jî pişt re ketin nav hewldana sererastkirina vê êrîşkariyê. Ev hemî jî têre dikin da mirov keviran bide ber hev.

Her wiha divê mirov li aliyê navneteweyî yê vê komkujiyê jî binihêre û lêbikole. Diyar e, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hemû lez û beza xwe ve, berdewam e. Li nava Parîsê, li saziyeke kurd ku 24 saetan di bin kontrola îstixbarata fransayê de ye, siyasetmedarên kurd têne qetilkirin ku her yek ji wan jî her kêliyên wan ji aliyê heman îstixbaratê ve tê şopandin. Li gel vê rastiyê jî, gelo dê kî bawer bike ku tu haya polîs û îstixbarata fransayê ji vê wahşetê nîne?! Daxuyaniyên li dû hev ku hev û du temam dikin hatin kirin. Dema mirov van daxuyaniyan dide ber hev, mîna ku ev komkujî bi hevkariya tirkan û fransiyan pêk hatiye û li gor wê jî ji berê ve bi her awayî amadekariyên xwe kirine. Tê zanîn ku sicîla Fransayê ya li dijî kurdan jî, mîna gelek welatên Ewropayê, ne paqij e. Fransaya ku herî dawî siyasetmedarê kurd Adem Uzun di encama komployekê de girt û kir zîndanê, vê carê jî siyasetmedarên kurd di nav xwe de, li Parîsê da kuştin, an jî bi hev re ev wahşet pêk anîn. Bi hin kitekitan, her çendî hewl didin ku balê bikêşin ser ”şerê navxweyî” jî, nikarin bersiva vê pirsê û gelek pirsên din bidin: Polîs û îstixbarata Fransayê ku 24 saetan gav bi gav li dû van siyasetmedaran bû, çi bû ku wê rojê dev ji şopandina wan berda? Fransa ne di bin tohmetan de ye, ev ne nêzîkayî û nirxandineke rast e! Fransa, raste rast di rewşa failê vê komkujiyê de ye.

Dewleta tirk çiqasî di vê komkujiyê de bêguneh be, Fransa jî ewqasî bêguneh e. Ji ber vê yekê jî, hêviya ku dê kujerên rastîn bêne dîtin, ne hêviyeke objektîf e. Ji niha ve tê dîtin ku dê balê bikêşin ser PKKê û Serokatiya wê û li ser argumana xwe ya vala ”şerê navxweyî” lêpirsîna xwe hûr û kûr bikin û bidomînin.

Bila tu kesek vê ji bîr neke ku di nav rewşeke wiha de ku girtin, kuştin, operasyon û tecrîd didomin, mirov nikare qala hewldanên ji bo aştiyê bike. Bi tenê ku tecrîd bê rakirin, dikare bê zanîn ka ast û naveroka van hevdîtinan çi ne û di çi rewşî de ne. Eger bi rastî jî hewldanên ji bo aştiyê hene, wê demê domandina vê tecrîdê tê çi wateyê. Bi kuştin û girtinan ve mirov nayê li ser masa aştiyê rûnanê, navê vê bi tenê armanc û daxwaza teslîmgirtinê ye. Wekî din jî, Erdogan di daxwaziya xwe ya aştiyê de çiqasî durust be, ev kiryar jî ew qasî durust in.

Bîrgul Ozbariş Arda 2013-01-11