1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. YEKÎTÎYA NET’EWÎ DIKARE BÊ, ...EGER EM JI HEV R’A R’ASTÊ BIBÊJIN!
YEKÎTÎYA NET’EWÎ DIKARE BÊ, ...EGER EM JI HEV R’A R’ASTÊ BIBÊJIN!,yekîtîya,net,ewî,dikare,bê,eger,em,ji,hev,r,a,r,astê,bibêjin

YEKÎTÎYA NET’EWÎ DIKARE BÊ, ...EGER EM JI HEV R’A R’ASTÊ BIBÊJIN!

A+ A-

(Li şûna nameya vekirî)

Min gotara te ya “Ȋro yekîtîya kurdan, nolî nan û av, pêwîst e!”xwand, kekê Tosin (http://riataza.com/kurdish/5901-ro-yektya-kurdan-nol-nan-u-av-pvst-e.html).

Helbet, tu r’ast dibêjî, ku îro yekîtî li k’urdan wek nan û avê pêwîst e. Ji vê jî zêdetir, heya ez jî ji hêla xwe va hewayê lê zêde dikim.

Lê, ji bo ku ev yekîtî ava bibe, em divê r’astîyê bibînin û wê r’astîyê ji hev r’a bibêjin. An – na, ha bila em bibêjin – yekîtî, yekîtî û yekîtî! – ma bi gotinan yekîtîyê ava bibe?...

Ezê li vir li ser hemû gotara te neaxivim, her t’enê bala te û xwendevanan bik’işînim ser du tiştan.

Tu dinivîs:

“Ji bo tȇkbirina pȇwendȋyȇn PKK û rȇxistinȇn Herȇma Kurdȋstanȇ ye sȋyasȋ, bi taybetȋ PDK, propaganda Tûrkȋyȇ jȋ roleke nȇgatȋv dilȋze. Awa, serekwezȋrȇ komara Tûrkȋya, A. Davûtoxlû, çiqwes ser pirsa kurda bipeyivȇ, wȇ bȇje, wekȋ pȇwendȋyȇn wan bi Herȇma Kurdistanȇ re gelek baş in, di navbera Tûrkȋyȇ û Herȇma Kurdistanȇ gelek girȇbestȇn aborȋ hene. Ew kurdȇn Başûr wek dostȇn xwe dibȋnin”. – Xwedê mala te ava bike, gelo ev tiştê tu dinivîsî, tu bi xwe jê bawer dikî? Eger tu bawer jî bikî, ma, lê xelk? Ma, emê ji xelkê r’a çi bibêjin?..

Baş e, ma, li vira çi k’arê Davûtoxlîyê t’irk bi yekîtîya me heye, eger îradeya me hebe? Erê, ji xwe ew t’irk e û t’irkîtîya xwe dike... Lê di pirsa yekîtîya me da r’ola wî ne ewqas mezine!.. Dîsa, eger... dixwazî, hema her’e ji tirkan bi xwe bipirse...

Binihêr, ma, gelo, we hîç carekê ji devê Davûtoxlû an Erdoxan bihîstye, ku ew ji biraderên başûr r’a bibêje – dostên me yên startêjîk. Na! Lê r’êvebirên Başûr wana dostên xwe yê stratêjîk dihejmêrin. Û evê jî ew bi xwe li her cîhan dibêjin. Gotinê jî dayne hêlekê, bi hemû p’êwendîyên xwe yên kesî, malbetî û dewletî va bi T’irkîyayê va hatine girêdan...hemû hebûna gelê Başûr kirine bankên Erdoxan, û ev jî wê hebûnê ji bo t’unekirina k’urdan û vejîyandina Împêratorîya Osmanîyê bi k’ar tîne...

Dema dewleta t’irk t’evkujîya gelê k’urd pêk tîne, r’êvebirîya başûr bi r’êberîya kek Mesûd k’urdan t’ewanbar dike û t’irkan mafdar dibîne...

A, hema vê, ku tu dinivîsî: “Gava artȇşa Tûrkȋyȇ bajarȇn kurdan bombaran dike, xelkȇn am û tam di jȇrzemȋnan de, ji birȋnȇn sivik, yan jȇ bȇ xurek û av dimrin, gotinȇn A. Davûtoxlû dilsarȋyȇ dikin navbera kurdȇn Bakûr û Başûr”. – Dubare dibêjim, t’u k’arê Davûtoxlîyê t’irk li vir nîne! Ewqasî ew t’irke û t’irkîtîya xwe dike, lêbelê yên me, yên ku navê k’urd li ser wan e, lê k’urdîtîya xwe nakin... Ma, tu nizanî, kekê Yosin, ku di van r’ojên here trajîk da dengek ji wan biraderan dernek’et, lê dema xortekî me, ji bo ku tola pakrewanên gelê xwe hilîne, di navenda p’ayt’exta wan Ankarayê da, li ber navenda dewleta t’irk a leşkerî bombe t’eqand, bi xwe p’akr’ewan bû, lê 28 leşkerên t’irk t’unekirin, di nav wan da 22 jî pîlotên leşkerî, r’êvebirîya Başûr serxweşî da dewleta t’irk û ew bûyer t’ewanbar kir...

A, tu jî behsa yekîtîyê dikî! Ma, yekîtî bi vî şêwazî dikare pêk bê?

Û li vira jî bi xwezayî pirs dertê holê:

– Belê, yekîtî..., hemma yekîtîyeke çawa û bi k’ê r’a?

Wekî dinê, nizanim, mirov tê nagihîje, hûn van r’astîyan nabînin, an naxwazin bibînin!

A, eger hûn bi r’astî yekîtîya k’urdan dixwazin, li ber van biraderana bisekinin û r’asatîyê ji wan r’a bibêjin, helwesta xwe a net’ewî û mirovî dîyar bikin... Her çiqas ewana di têk’ilîyên xwe yên bi kujerên gelê xwe r’a ewqasî k’ûr bûne û ewqasî dûr çûne, ku mirov dijwar bikaribe wana bi gotinan ji wê r’ewşê derxe, helbet, eger ew bi xwe wê nexwazin!

An – na, ewê hema wisa bi Erdoxan r’a heya dawîyê her’in...

Heya dawîyê!

Li ser vê mijarê, hûn wisa jî dikarin di gotara min a “Ma, k’urdîtî jî weha dibe?” da bixwînin:

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ma_k_urdîtî_jî_weha_dibe

http://www.mezopotamya.gen.tr/ma-kurdt-j-weha-dibe-makale,958.html

Ezîz ê Cewo

28. 02. 2015