1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gernas Amedî
  4. Zimanê me hebûna me ye
Zimanê me hebûna me ye,zimanê,me,hebûna,me,ye

Zimanê me hebûna me ye

A+ A-

Ev serê çend salan e ku ez bi rik û înadek mezin bi zimanê me yê zikmakî didim û distînim...û li dijî wan rêxistin, partî û siyasetmedaran im ku ne bi zimanê xwe lê belê bi zimanê dewleta dagirker siyasetê dikin; diaxivin û dinivîsin.

Bi baweriya min ew partî û rêxistinên ku bi zimanê dewleta dagirker siyasetê dikin, her yek diranekî çerxa asîmîlekirina gelê Kurd e, dixwazî bila bi zimanê dewleta dagirker bi şev û roj behsa Kurd û Kurdistanê bikin. Lewma carna jî ji hedê xwe derbas dikim û dibêjim "Ewên ku bi zimanê dewleta dagirker siyasetê dikin, di xizmeta dewleta dagirker de ne".

Ziman û çand du tiştên bi hev ve girêdayîne û nasnameya meriv û netewa meriv in. Bêyî çand û ziman tu netewek nikare li ser pêyên xwe bisekine.

Fîlozofê Çînî Konfuçyus 500 sal beriya zayîna Îsa gotiye: Heger hûn bixwazin welatekî talan bikin, beriya her tiştî zimanê wî welatî ji holê rakin.

Konfuçyus di wê baweriyê de bûye ku, heger çand û ziman neyê parastin ne mumkune Çîn weke netewekî hebûna xwe biparêze. Bi vê baweriyê heta dawiya jiyana xwe ji bo parastin û dewlemendkirina çand û ziman xebitiye, bi mutewaziyeke nedîtî.

Dîsa li gora Konfuçyus "Heger meriv zimanê xwe baş nizanibe, meriv nikare bi zelalî fikr û ramanên xwe bîne ziman û bi merivan bide fêmkirin. Heger meriv nikaribe fikr û ramanên xwe bîne ziman û bi merivan bide fêmkirin, ne mumkune meriv bigihîje armanca xwe".

Îro dema ez bala xwe didim rewşa çand û zimanê me, dibînim ku me misqalî zerre sûd ji van gotinên Konfuçyûs negirtiye, lê belê dewleta dagirker girtiye, lewma bi hemû hêza xwe ji bo ji holê rakirina çand û zimanê me xebitiye.

Bêguman li dijî vê xebata dewleta dagirker berxwedanek hebû/heye, lê belê têr nake, ji ber siyaseta bi zimanê dewleta dagirker. Hege bi yekdengî bi zimanê zikmakî siyaset bihata kirin, ez bawerim niha em gihîştibûn armanca xwe.

Îro dema ku kurdîaxêfek li nava dilê Kurdistanê/li Amedê wekî biyaniyekî bê dîtin, meriv nikare bêje ku siyaseta me/tekoşîna me biserketî ye. Çand û zimanê me di rewşeke xerab de ne, xebatên ku tên kirin têr nakin. Divê hemû partî û rêxistinên me rojek zûtir dev ji zimanê dewleta dagirker berdin û dest bi siyaseta xurî Kurdî bikin.

Ji ber van bîr û baweriyan e ku ez rola Amîda Kurd'ê bilind dinirxînim û ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdarim ku hê gelek deh salên din xizmeta xwe ya bo zimanê me yê zikmakî bidomîne.

Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me nasnameya me ye. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin


Gotinên miftehî :