1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Zimanê Xuda bi kurdî ye!
Zimanê Xuda bi kurdî ye!,zimanê,xuda,bi,kurdî,ye

Zimanê Xuda bi kurdî ye!

A+ A-

Zimanê Allah û Yahova û Rab dikare bi erebî û îbranî ango hebreî be. Lê zimanê Xuda bi kurdî ye. Belê ew bi hemû zimanan dizane û bi zimanên ku mirov nizanin jî dizane, lewra bixwe afirandiye. Lê Xuda bixwe bi kurdî diaxive.

Lewra kurdî, zimanê evîn û erotîzmê ye. Di tu zimanî de bi qasî zimanê kurdî erotîzm û evîn ewçendî estetîk, bi wêje, hişmendî û felsefeyeke kûr û xwezayî nehatiye ziman û nehatiye bikaranîn.

Piştî ku Xuda hezkirin bixwe ye, wê demê nabe ku bi zimanekî din biaxive, ji bilî zimanê kurdî. Lewra zimanê herî xweşik li bedewî, wate û pîroziya Xuda tê, kurdî bixwe ye.

Ol ango dînan, kirasê gunehbariya herî xerab, peritî û qirêjî li evîn û erotîzmê kirine û bi ser de jî qedexe(!) kirine. Loma ev herdu pîroziyên ku mirovan ji alî hest û manewiyatê ve bilind û xweşik dikin, herî qirêj jî di nav olan de hat jîyîn û olan ew kirine sedema ketin û qirêjiya mirovan. Wate û grîngiya wan bi temamî hatiye serobinkirin ku jixwe ol xwe bi tenê dikarin li ser serobinkirina rastî, taybetî û bedewiyên jîyanê he bikin, şîn bikin û bijînin. Lomaye ku ev jîyan ewçendî gemiriye! Jîyan ne bi evîn û erotîzmê, lê bi olan û mêjiyên wan ên genî gemiriye.

Zimanê Xuda bi kurdî ye; ango Xuda bi kurdî diaxive. Ez dizanim. Min bihîstiye jî, gelek caran û eger we li Şakiro, li Mihemed Şêxo, li Temo, li Şiyar, li Şivan, li Tahsîn Taha, li Mihemed Arif, li Aram Tîgran gohdar kiribe, we jî bihîstiye, şik jêre nine. Şik bingeh e ji şirîkiyê re û ew jî kufir e, nebin kafir, bi zimanê xwe ve bibin kurd.

……………….. 

Eman herê lê 

Delaliyê sibeye min ji te re nego di rê da ha di rê da 

Ca tu rabe çavan bişkêne biryan pêda pêda 

Hele rabe em ê kaxitekê binvîsin ji xaliqê alemê rebbê jorîn ji terefê di Xwedê da 

Emê bavêjine gola hêşin delxê di bare da 

Belkî miradê miradxwazan hasil bike Miradê min û muhuba dilê min meha remezanê şeva leyletulqedir li mala bavê pişt perdê da here lêêê…

Şakiro

https://www.youtube.com/watch?v=qC0FwAHiioo


Gotinên miftehî :