1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Çend gotin ji Riataza ra
Çend gotin ji Riataza ra,çend,gotin,ji,riataza,ra

Çend gotin ji Riataza ra

A+ A-

 

 

We li ser navê berpirsê baskê 17ê yê Şingalê yê PDKê Wehîd Bakozî, bi sernivîsa “PKK li Şengalê li dijî Pêşmerge alîkariya Heşdî Şeibî dike!” nivîsek di Riyataza de weşandiye.

 

Min nivîsa we di Facebook ê de dît û li binê nivîsa we ev nivisî.

 

"Bi weşandina van nûçeyên derew û bi van bêbextiyên xwe, hûn jî dikevin tora xiyanetê.  Gelo hûn zanin ku Wehîd Bakozî kiye?  Hûn zanin ku ew sîxurê dijmine û hewil dide kurdan ji hev re bike dijmin?"

 

We di binê nivîsa min de ev kurtenivîs nivisiye.

"Dijmin ew kes û partî ne, ku dijî rêfêrêndûmê ne. Dijmin ew kes û partî ne, ku bi alayeke dervayî alaya Kurdistanê, bi wêneyê serokekî naylon, bi çekên dagirkeran ketine Şengalê û maeşê xwe ji Îranê û Îraqê distînin."

 

Riataza, ez hela hê di destpêkê de bibêjim, her çiqas navê we Riataza be jî, di rastiyê de bext û olan bi we re nemaye. We dijberiya tevgêra azadiyê ji bona xwe kiriye erkeke misoger a rojane.

Helwesta we a li dijî tevgêra azadiyê, rastiya "Rojnamevaniya we a bê alí" dide dest. Hûn di pencereya aliyekî bi tenê re bûyera dibînin, dinirxînin, diweşînin. Hûn li gorî daxwazî û berjewendiyên aliyekî bi tenê rojnamavaniyê dikin. Gava tê gotinê jî hûn xwe mîna çapemeniya azad bi nav dikin. Lê emelê we, we derewîn derdixîne.

 

We ewqas hedê edebê derbas kiriye, ku edeba min rê nade gotinên we bibersifînim. Hûn, rêberê bi milyonan ku wî ji xwe re wekî serok û rêber dibînin û amadene li ser ronayiya bîrdozî û felsefeya wî canê xwe bidin, wekî "serokekî naylonî" bi nav dikin.  Hûn bi vê tenê jî nemane. We gotiye: "bi çekên dagirkeran ketine Şengalê û maeşê xwe ji Îranê û Îraqê distînin."

 

Hûn çaw dikarin rastiyan ewqasî berivajî nîşan bidin? Hûn vê hêza Ehrîmanî ji ku peyda dikin?

 

Bixwazî nexwazî mirov li ber van gotinên bêbext radiweste û dibêje: "Ka bext li ku ma."

 

Îjar wekî tê gotin, mirov  ji bêmarîfetan marîfetê, ji bêbextan bext hêvî nake.

 

We wezna xwe, neynika xwe û hisyata xwe wenda kiriye. Kamarayên we di destê PDK de ne û bi belavkirina nûçe û nivîsê manîpûle, we rûreş dikin. We beriya rûmeta xwe bextê xwe wenda kiriye.

 

Kê Şengal firot? Kê cimata Êzdî ji fermanê rizgar kir? Kê ji bo Şengalê şer kir, canên xwe dan û Şengal bernedan? Kîne ên li pişt xwe nenêrîn û bazdan? Kîne ên ji Bexda meaş distînin? Kîne ên hevaltiya Tirkan dikin, kurdan difroşin, nirxên netewî pêşkeşî dagirkeran dikin? Kîne ên 24 bargehên leşkerên Tirk anîne Başûr bi cî kirine? 1996 de kî li ser tank û panzêrên Sadam siwar bûn û Hewlêr dagirkirin?

Eceb hûnê bikaribin bersifa van pirsên ku min li jor nivisîne bidin?

 

"Bext" li cem me, bi tîpên gir tê nivisandin. Ji ber ku bext, mêzîn û neynika rastiya mirovan dide der. Eger mirovan bextê xwe wenda kir, ew êdî ji her dû çavan de hutimî kor e. Kerre, lale, kor e. Kesên wisa jî, ji xwe wezna xwe wenda kirine. Nola korên şûr daweşînin bayê. Ketûber in, kutirim in.

 

Mirov ji ber çi bextê xwe wenda dikin?

 

Bersif ev e: Timayî ye, malê dinya yê, berjewendî û fanatîzmên îdeolojîke ku bext ji mirovan distîne û wan kor dike.

 

Îbrahîm Osman

[email protected]


Gotinên miftehî :