1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Çima ”Bêyî Serok Jîyan nabe”?
Çima ”Bêyî Serok Jîyan nabe”?,çima,bêyî,serok,jîyan,nabe

Çima ”Bêyî Serok Jîyan nabe”?

”Kes bi lav lav û bi dîlek vî berî nabî serî”!

A+ A-

Tu civak heya rê û rêberek xwe nebîne, bawerî pê neyîne ji bo azadiya xwe û tu mafên xwe yên rewa, ji ber xwe ve organîze nabe, dînamîzma wê civakê dernakeve holê û civak nakeve nava tu tevgerekê.

 

Li gel bandorên xwezayî û yên ji derî xwe jî, ev jîyan ji aliyê mirovan ve tê honan. Di her dem û serdemên mirovahiyê de jî, di rengê şaman û paganan de be, di rengê dermankar û şîfakaran de be, di rengê rahîb û peyamberan de be, di rengê fîlozof û zanyaran de be, di rengê key, împarator û dîktatoran de be, her li pêşiya civakê kesek kû rê nîşan bide, an bi rê ve bibe hebuye. Dema tunebuye jî, ji xwe re pût û saneman çêkiriye û daye pêşiya xwe, hemû hêviya xwe ya jîyanê bi wan ve girê daye.

 

Baş an xerab, lê ev her wiha bûye. Lewra rêberî di xweza giraniya caneweran de heye. Ji moriyan bigirin heya moz û balindeyan û heya pez û dewaran, ev wiha ye.

 

Loma ye ku dema serok û rêberek ji nav gelekî bindest derdikeve, dijmin û dagirkerên wî gelî û wî welatî beriya her kesekî û her tiştî êrîşê wî kesî dikin û her di nav hewldana tunekirin û eger nebe reşkirin, piçûkxistin, bêrûmetkirin û rizandina wî rêber û serokî de ne. Dîrok bi van mînakan dagirtî ye. Ji ber van rastiyan jî, dema em derbarê serokekî de tiştekî bêjin, divê em baş bizanin ka ew gotina me dikeve xizmeta kê!

 

Farao (Firewn), Ramses, Sokrates, Aristoteles, Platon, Descartes, Hypatia, Konfuçyus, Lao Tzu, Hegel, Heredot, Arşîmet, Einstain, Edîson, Şerefxanê Bedlîsî, Ibnul Ezreq, Spartakus, Julius Caesar, Karl Marx, Frederik Engels, Freud, J.J. Russo, Voltaire, Sartre, John Locke, David Hume, Nietzsche, Albert Camus, Arthur Schopenhauer, Ahmedê Xanî, Dante, Scholohov, Shakespeare, Henry Tudor, Yuri Gagarin, Lenin, Mao, Hitler, Stalin, Francisco Franco, Nasru Dewle, Romen Dîojen, Alparslan, Ataturk, Martin Luther, Winston Churchill, Mahatma Gandhi, Tolstoy, Dostojevskij, Stenbeck, Kafka, Nelson Mandela, Qazî Muhammed, Şêx Saîd, Seyîd Riza, Celadet Bedirxan, Mazlûm, Egîd, Che Guevara, Charlie Chaplin, Mozart, Bethoven, Zerdeşt, Îbrahîm, Mûsa, Îsa, Muhammed, Buddha û bi sedan navên din…

 

Ev navên bi derbekê re hatin bîra min û min li gor taybetiyên wan û dîroka wan ew rêz nekirin. Ji ber pêwîst jî nedikir. Lewra heryek ji van bi nêrîn, rawestan, armanc, kiryar, gotin û berhemên xwe ve, baş an xerab mora xwe li dîrokê xistine û bûne sedema teşegirtina raman, mêjî, dil, awir, bawerî, giyan û jîyana mirovan û mirov li gor van teşeyan organîze bûne, xwe birêxistin kirine, afirandine, bi pêş xistine, kuştine, bi paş xistine, bi ser ketine, bi bin ketine, bûne sedema jîyana bi milyonan mirovî. Dema em van navan ji cîhana wêje, dîrok, mîtolojî, felsefe, ol, siyaset, polîtîka, zanist, rêbaz û muzîkê derînin, dê çi bimîne? Ne tu tiştek!

Hemû mirovahî bi giyan, mêjî û teşeya xwe ve berhêmê van kiryar, nêrîn û rêbazan e. Ango mirovahî berhemê xwe bixwe ye.

 

”Bêyî serxwebûn jîyan nabe”. Rast e. Lê ya rasttir, bêyî Serxwebûn û azadiyê jîyan nabe. Lewra dikare welat serbixwe lê gel ne azad be, ku mînakên vê hindik nînin. Loma jî, her du bi hev re xwedî wate ne.

 

Belê muzîk pir xweş e, dermanê giyanê ye. Lê muzik ji ber xwe ve çê dibe? An kî bixwaze dikare bibe hunermendekî baş û muzîkên gerdûnî biafirîne? Herkes dikare bibe Mozart? An Îsa, an Nietzche an Xanî?

 

Yên encamên baş an xerab diyar dikin mirov bixwe ne.

 

Serxwebûn û azadî jiberxwe ve nayên ber derê me.

 

Zanyarî divê, felsefe divê, siyaset, polîtîka, taktîk divê, estetîzm û bibiryarî divê, berxwedêrî, sebir û radîkalî divê, fedakarî û xwedayîn divê. Ji bo van hemuyan rêberî, serokayetî divê.

 

Ha hûn dikarin ji serokekî hez nekin, an jê bawer nekin, an ji hebûna wî bixwe jî acis bin, mafê herkesekî ye.

 

Bi şertê mirov pê li mafê kesekî din neke, êrîşê nêrîn û hilbijartinên wî neke; rêz negire jî bikaribe nêrîn, bawerî û hilbijartinên kesên din tolere bike, ji ya xwe kêmtir an zêdetir nebîne, mafê herkesekî heye çewa jêre rast tê wisa bifikire, wisa bike, wisa bêje.

 

Lê zanibin, kîjan serok dibe bila bibe, serxwebûn jî, azadî jî bêyî rêber û serokan ne pêkan e.

 

Çewa ku mirov nikaribe felsefê bêyî Sokrat, fîzîkê bêyî Einstain, dîrokê bêyî Heredot, wêjeyê bêyî Xanî û Dante, muzîkê bêyî Bethoven û nanê sêlê jî bêyî pîra min bifikire, wisa jî mirov nikare serxwebûn û azadiyê, siyaset û polîtîkayê bêyî rêber û serokan bifikire.

 

Eger em serxwebûn û azadiyê dixwazin, divê em ji gotina ”Bêyî Serok Jîyan Nabe!” acis nebin. Lê mafê me heye em pirsa ”kîjan serok” e bi argumantên berçav û nêrînên zelal û bi pîvan bikin. Hebin, rexneyên xwe jî di vê çarçovê de bînine ziman.

 

Yên divê bi pîvan û argumantên berçav bêne nîqaşkirin raman, kiryar û encamên wan in!

 

Wekî din, lav lav û gotinên pûç in, bi kêrî xwediyên xwe jî nayên.

 

Li gel silavan

Mahabad Felat

2017-07-08


Gotinên miftehî :