1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Çîroka kesek, herkes, filankes û tikesî
Çîroka kesek, herkes, filankes û tikesî,çîroka,kesek,herkes,filankes,û,tikesî

Çîroka kesek, herkes, filankes û tikesî

A+ A-

Di dibistaneke min de li ser panoya odeya mamosteyan ji bo bibîranîna, da her kes bê ku li benda kesekî be, karê xwe pêk bînê, wiha dinivîse:

Çîroka Çar Kesan: "Hebû tunebû, pir sal berê, do, îro û sibe çar kes hebûn. Navê wan: Kesekî, filankes, herkes û tikes bû. Karekî gelek girîng ê divîbû pêk bihata hebû. Kesekî, filankesî û herkesî dikanîbû ew kar bikira, lê tikesî ew kar nekir. Herkesî digot: "Çer hebe, wê kesek vî karî bike." Her kes li benda kesekî bû. Hima tikesî jî ew kar nekir.

Kesekî bi awayê teqandinê hêrs ket û got: "Çima ev karê herkesî bû, kesekî dikanîbû bikira, lê tikesî ev kar nekir? Ma ev ne karê herkesî bû?" Herkesî di hinavê xwe de digot: "Mafê filankesî heye, kesekî dikanîbû bikira! Wê çaxê ev serêşa bela serê herkesî çênedibû."

Di dawiyê de herkesî kesekî, filankesî tewanbar kir. Lê tikesî tewana xwe nedît! "Û ew kar bû bela serê her çar kesan!“

Dema mirov vê çîroka bi zimanekî felsefîk hatiye nivisandin, dixwîne, di ronahiya vê çîrokê de li karên komale û saziyên me Kurdan dinêre, dibêje; qey ev çîroka xwerû ji bo me Kurdan hatiye nivîsandin. Di pirraniya komaleyan de karên herkes dikane bike, le herkes yan wî karî li ser kesên din dihêle, yan jî di hinavê xwe de dibêje; "çima ez, bila kesekî din, yan jî filankes bike." Herkes li ser kesên din dihêle, hetanê ku karên komaleyan ji ber karnekirina tikesan tê ber fetisandinê. Piştre jî, herkes herkesî rexne û tewanbar dike, carinan ev xirecira ku herkes bûye sebebê wê, tikes tewanê hilnagire, herkes hewl dide xwe mafdar derxe û tewanê davêje ser filankesî yan jî bêvankesî. Di dawiyê de dilê pirrkesan diêşin, xeyidandina kesan çêdibe. Heta ji ber vê pejmurdetiya herkesan pirr kes nayên komaleyan. Filan bêvan kes jî bi felsefa qaşo jîriyê van karên herkes û filankes dikane bike, nake, mixabin her kes vî karî li ser bêvankesî dihêlin. Û teqîn! 

Ma kesekî, herkes û filankes ne tenê di kolmaleyan de hene, ev çîroka herkes û filankesî di her warê jiyanê de derdikeve pêş me. Di nava partiyan de, di nava malan de, di nava hevalan de û û. Aliyekî vê herkes, tikes, filankesî herî zêde jî di medya dîjîtal de wek tikesê xwe kes dibîne, xuya dike. Ji ber ku herkes, kesekî, filankes, bêvankes ti karekî nake, kevirekî jî navêje mirîşka dijmin, filan û bêvan rêxistin qaşo pêncî sal in hene, karekî bi qasê nirxê pênci qurişî ji bo welat nekirine, nebûne filankes û tikes, lê baqilê dê û bavê xwe; xwe û koma xwe wek bêvankes difiroşe. 

Filankes jî li zanîngehên Ewrûpayê li zevenga dil û navrana kesayetiya xwe mêze kiriye, rojê li welatêkî wek bêvankes digere, mîna ku tişteke pirr baş kiribe, fotoyekî xwe yê di rengê tikesî de diweşîne. Ew  nizanim çi kesa di encamê de wek herkesî li ber kompûterê rûdine, dibe fîlosof filankes, politîkzan bêvankes, pisporê bêkesê her derdî. Bi gotinên girekesê ji bejna xwe mezintir, cihanê şîrove dike, êrişê hemû nirxên civata herkesan dike. Ew filankesê bêvanpispor kuçên herî bêfesal li berxwedêr û zehmetkêşan werdike. Egoya xwe ya tikesbunê mîna kesekî yan jî filankes be, ditêrîne, pişt re jî di dîskoya kesan de bi filan û bêvan, bi herkesî re, zik û serî li ba dike.

Filankesî berê ço li ser serê me li ba dikir, guhên xwe yên bêkes digirt, rexne, filan bêvan, dengê tikesî nedibihîst, bi navên herkesî filankesî diaxivî û filan bêvan biryarên nekesî digirt. Niha reviye! li pişt perdeya filan bêvankesî rûniştiye. Mîna kes be, kesek be, zorkes be, jîrkes be, mîrkes be; xeftanê demokrasiya zanakesî li xwe kiriye, dîsa bi navê herkesî erişê xeta ku ew bi kesayetiya xwe ya bêkesî berê li wir rê nedida tikesî, dike.

Belê, ez dizanim, gotinên min ên bi navê kesekî, herkes, filankes, bêvankes, tikes serê kesê wek we xweşkes in, gelek êşandiye. Lê hetanî em filan – bêvankesî, herkesî fêm nekin, herkes karê xwe neke, dest nevêje karekî, ev karwan bêkes dimîne û nameşe, lewma min bi vê peyva kes serê we êşand filankes!...



152
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA