1. Tekst

  2. Gotar

  3. Yakûp Kurmanc
  4. Îlam an Hissênava
Îlam an Hissênava,îlam,an,hissênava

Îlam an Hissênava

Îlam bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye ku ketiye başûrê parêzgeha Kirmaşanê, bajarê Îlamê navenda parezgeha Îlamê ye ku xelkê wê bi zimanê Kurdiya Îlamî diaxivin

A+ A-

Mezheba kurdên Îlamê mezheba Şîî ye.

Gelheya vî bajarî li gor saziya Amar û hiljimartinê nezîkî 200hezar kesî ye.
Bajarê Îlamê li herêmeke çiyayî û daristanî hatiye avakirin û keşûhewaya wê keşûhewayek hênik a çiyayî ye
Zanîngeha zanistên bijîşkî û zanîngeha Îlam zanîngehên herî girîng yên vî bajarî ne.
Îlam yek ji herêmên Kurdistanê ye ku lê gaz û petrol tê berhemanîn.yanî di warê gaz petrolê de pirr zengîn e.
Her sal bi deh hezaran kes ji riya herêma îlamê diçin ziyareta îmamên şîîeya wekî Îmam Husên hwd.

Dîroka navê Îlamê
Berê navê Îlamê Dêh Bala(Gundê Jorîn)bû ,piştre Hissênqulî Xan ku li hikûmet kiribû û Îlam ji nûve avakiribû navê Hissên Ava danî ser vî bajarî.
Hin dîrokzan jî navê Îlamê wiha şirove dikin.
Xwarina dawetê amadekirin.
Mêvanî û cejn lidarxistin
Cejn û şahî kirin
Yanî Îlam bi giştî tê wateya şahî,dîlan,dawet, mêvanî û mêvanperwerî
Ku ev hemû navana girêdayî taybetiyên herêmî û xwecihî yên xelkê vî deverê ne.
Îlam di serdema Qacaran de ji ber ku waliyê bajêr li demsala havînê li wir dima bi Piştko navdar bûye.
Di tebaxa sala1308an a hetavî de bi awayekî fermî navê bajêr bûye Îlam û ev bajar li sala 1352hetavî ji parêzgeha Kirmaşanê hatiye cuda kirin û bûye parêzgeh.
Parêzgeha Îlamê ji sedî 95% kurd in.

Gotineka herî xurt ku derbarê mirina Mehdî Xelîfe'yê Abbasî di Wîlayeta Masbezanê de bi destê nivîskarekî dîrokê bi navê Teberî hatiye nivîsandin wî heya 4 rûpelan derbarê çûyîna Mehdî li Masbezanê û mirina wî nivîsiye û dibêje li wir dimire û cihê binaxkirina wî jî gundê Rezê ye.gundê Rezê yek ji gundên Masbezanê bûye û dibêjin Bajarê Îlamê li cihê wî gundî hatiye damezrandin ku dîroka wê vedigere sala 69an a heyvî.

Ji Destpêka sedsala çaran heya destpêka sedsala şeşan Îlam yek ji bajarên girîng yê wê demê bûye û demekê jî paytexta dewleta Hesnewiyan bû.ku damezerê wê hikûmetê kurd bûne.

Îlam ji berê va warê şaristaniyê û çand û kultûr bûye ,di serdema Sasaniyan de Îlam beşek ji wîlayeta Pehle an Pehlew bû.ku Ereban jê re digotin "Cibal ".
Bajarê Îlamê di şerê navbera Îraq û Îranê de ziyan û xesarê zêde dîtin û bi hezaran xelkê 
wê jî şehîd bûn.

Çiyayê Qelaqîran ku ketiye nêzîkî bajarê Îlamê yek ji herêmên xweşik ê xwezayî û çiyayî ya vî bajarî ye ku bi aweyekî nîşana Îlamê ye.

 

Di tebaxa sala1308an a hetavî de bi awayekî fermî navê bajêr bûye Îlam,berî serdema hikûmeta Pehlewî navê Îlamê Hissênava bû,lê Riza Xan Şahê Pehlewî ji bo bîranîna şaristana Elma navê bajêr ji Hissênava guhertin navê Îlamê ji bo wê tomarkirin.Şaristina Elma ji Îlam,Ehwaz an Xuzistan,Piştko,Faris û başûrê Îraqa îroyîn pêk dihat . Îlam di zimanê Samî de bi wateya cihê bilind û çiyayî ye.

Ziman û Devok 
Xelkê Îlamê bi zimanê kurdî Îlamî ku hin jê re dibêjin Kurdiya Başûrî dipeyivin.

Şûnwarên Dîrokî
Kela Waliyê Îlamê
Koşka Felahetî
Kevirnivîsa Qoçelî
Kela Îsmaîl Xan
Mezargeh Mehdî Xelîfe'yê Abbasî
Naqe
Kela Tût
Eywana Şîrîn û Ferhad
Agirgeha Siyakelê
Mezargeha Elî Salih

Bajarên girîng yên parêzgeha Îlamê
Îlam,Eywan, Şîrvan,Mehran,Avdanan,Dereşehr,Dêhloran,Majîn,Bedre,Çwar,Mûsiyan hwd
Yaqûb Kurmanc


Gotinên miftehî :