1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Êzîdî, tirs û zimanê tirsê
Êzîdî, tirs û zimanê tirsê,êzîdî,tirs,û,zimanê,tirsê

Êzîdî, tirs û zimanê tirsê

A+ A-

Em ji tirsê ditirsin, kelehên tirsê bi çîrokên fermanan ava dikin, tirsê tê de wek şahanşah bicih dikin û gerdûnê bi tirsê dixemilînin.

Em zarokên tirsê ne, bi tirsê re şîr dimijin, pê re dilîzin û rêwîtiya bêdawî di rê û rêbarên tirsê re diajon.

Neh mehan di çîgerê dayîka xwe de, bi nehwirandin û lorîkên ferman, kuştin û revandinê, ez amadeyî hatina jiyanê bûm. Ez hatim û min çavên xwe li ser tirsa dayîka xwe vekirin. Bi mijandina şîrê wê re, dêwên heftserî ez didaqulpandim, dilorand û dinehrirand; sirûdên tirsê, çîrokên fermanan, serpêhatiyên xwînê, rêwîtiya miriyan û lavlava pêşwazîkirina çarenûsa reş, deryayek bêser û bin ji êş û azaran rêz dikir. Hêstirên tirs û êşê tevî şîr dibûn, agir li hinavê zarokekî nûhatî û şîrmij gur dikirin. Serpêhatiyên qedera reş rêz dikirin; Besê xwe ji serê zinarekî avêt da ku nakeve nav destên wan, Xezala çavreş û gulîdirêj birin, kes nizane çi pê hat. Dest û lingên Șero girêdan û li pêş çavên wî, bi rêz beziyan ser Xanima gulîzer, pişt re jî serê wî jêkirin. Mêrên mala Guro hemî serjêkirin û jin û zarok bi xwe re birin. Binefşa ducanî, piştî bi dehan beziyan ser, zikê wê çirandin û serê zaroka di zikê wê de jêkirin …… Bi zimanê me diaxivîn, erê bi zimanê me, gelek ji wan cîranên me bûn, me nan û xwê bi hev re xwaribû ….

Di xewnên xwe de, bi dêwên heftserî re min şer dikir, ez dibûm xwarina koremaran, dibûm êrîşa hirç û gurên çiyan, keftarên bi awayê mirovan diya min direvandin û ez sêwî dihiştim, serê birayê min yê mezin jêdikirin, bavê min dikuştin, xwîşka min direvandin, bi tirsê re, giyanê min hemî dibû tirs. Tirs dibû lehî û bager û ez ji zinarekî diavêtim zinarekî din. Dema ez şiyar dibûm, min xwe diavêt hembêza diya xwe, min nizanîbû ne ez xwe diparêzim, ne wê. Ez ditirsiyam ku wê birevînin û min sêwî bihêlin, yan jî min birevînin û agir li dilê wê gur bikin.

Ez mezin bûm û ber bi pêlên vê tirsa malwêran ketim. Di mejiyê min de ferman dibûn keleh, kuştin dibû keleh, revandin dibû keleh û jiyan hemî dibû fermana tirsê. Ji xwe ditirsiyam, ji hevalên xwe ditirsiyam, ji cîranên xwe ditirsiyam û ji tirsê ditirsiyam. Min hêz da xwe da ku bi xwe bidim pejirandin ku ev hemî çîrok in, ne ferman hebûn, ne jî çêbûne. Ma çawa birayê mirov bikaribe bavê mirov bikuje? Ma çawa xwîna mirov diya mirov birevîne?

Min bi hezaran xalepirs danîn ser kiriyarên Bedilîsî, Bedirxan, Mirê Kore … û yên din?

Min bi xwe da bawerkirin ku kurd nikare kurdekî bikuje, wî talan bike û jina wî birevîne! Min bi xwe da bawerkirin ku kurd wê ticaran nehêlin ferman çêbibin! Min bawer kir ku Kurdistaneke bêferman wê ava bibe!

Lê Șengalê serê min li dîwarê rastiya mirinê da. Șengalê teqez kir ku hîn neviyên Bedlîsî, Bedirxan û Mîrê Kore li jiyanê ne.

Ez jî tirsa xwe wek tûrikê kurmên Eyûb bi milê xwe ve dikim, ber bi dinyayê ve bi tirsê re pêl didim. Ez û tirs dibin hevrêyên jiyaneke tarî û çarenûseke nenas.

Hun bêdeng bimînin biranoo, min û tirsa min necefilînin!

Tirs nasnameya min e, bi tirsê hatime jiyanê, bi tirsê jî diçim!

Min bikujin, lê rêzê li êş û tirsa min bigirin!

Selîm Biçûk


Gotinên miftehî :