ŞAH ÎSMAÎL,şah,îsmaîl

ŞAH ÎSMAÎL

A+ A-

ŞAH ÎSMAÎL

 

Hebû, tune bû. Ji erd û asîman pê ve tiştek tune bû. Pê re dinya tije benîadem bû. Hebû padîşakî kurdunde. Emrê wî pir mezin, lê bê zar û zêç. Ji xwe re ji bo bibe xwedî ewladekî li tixtor û dermanan digeriya. Rojekê li baxçeyê xwe, li bin siya darekê rûniştî li hale xwe difikirî û liberketî bû. Ji nedîtî ve sofiyek li ber peyda bû, rihspî, por weke pemboSêvek da padîşê.

Û gotê:

           -Vê sêvê bike du felqan. Nîvî tu, nîviyê dinê jî bila xanima te bixwe! Qaşikê wê jî bide hespa xwe! Wê Xwedê miradê te bike. Lê ku zarok ji te re çêbû, bêyî min nav lê meke.

Û wenda bû.

Padîşê ecêb ma. Lê gotin tev bi cih anîn. Zeman derbas bû, wehde hat, wehdê Xwedê. Xwedê lawek da padîşê û cenûyek hespa wî jî çêbû. Lawik mezin dibe. Xoce jê re girtin. Perwerde dît; perwerdeya ziman, edeb, şûr û mertal, rim û tîr û kevanLawik bû xort, emir jî panzdeh salîSofî nehat, law jî bênav. Padîşê miletê xwe da hev, xwarinek mezin danî û got ez ê nav li lawê xwe deynim. Di gurmîna şahiyê de Sofî got,Selam û elêkim ! Dilê padîşê jê mabû,bi mirûzî gotê, Tu li ku mayî heyra!  Sofî bi ken, kin birî;

           -Navê lawik Şah Îsmaîl û navê cenûya wî jî Qemertay!

           Û dîsa wenda bû.

            Zeman ava ji kîsê xwezayê ye, diherike, derbas dibe. Rojekê Şah Îsmaîl ji xocê xwe re dibêje;

            -Destûrê ji bavê min bistîne, ez ê herim nêçîrê, seydê.

             Bav destûrê dide. Şah Îsmaîl bi gelek nêçîrvanan re derdikeve nêçîrê. Şertê xwe jî datîne;

            -Nêçîr di ber kê re derbas bibe bireve, ez ê serê wan jêkim.

             Adeteke kevn e li Welatê me. Nêçîra bi piran wiha li dar dikeve; neçîrvan dibin xelekeke dorfireh û dikin qîrîn, deng pir derdixin (ji vê adetê re, ilim jî dema ku berf li erdê gelek be, dibêjin;Hêle). Ji hay û wayê nêçîr radibe û dibeze. Mêrê çê wê wextê dertê hole û nêçîrê bi saxî zeft dike..Heya bê gotineke wan jî heye, dibêjin Kî berde, dê bi derd e. Wê rojê sihûda wan li cî ye, xezalek radibe. Her kes ji tirsa rihê xwe dike qêrîn û gazî. Xezal di ber lingê hespa Şah Îsmaîl re derbas dibe û direve. Şah Îsmaîl jî weke teyrê baz li dûHa vê derê, ha wê derê, dûr, nêzîk, xezal dikeve bin konekî. Pîrekeke yextiyar ji bin kon dertê.

         -Lawê min tu çi dixwazî ?

             -Ez nêçîrvan im, pîrêxezala min ket bin konê te!

             -Na lawê min, ew ne xezal e.Qîza min Gulîzer e. Gulîzeer,Gulîzer were derve.

              Bi banga pîrê, Gulîzer tê derve. Gava herdu hevdu dibînin, ne bi dilekî, bi heft dilan dilê wan dikeve hev û Şah Îsmaîl gêj dibe, dinya li dora wî digere û dibê rep û dikeve erdê. Hinek av li ser çavên wî dikin. Hişê wî tê serê wî. Dipeyivin û hungulîskên xwe bi hev diguherînin. Şah Îsmaîl dibêje;

              -Tu miraq neke, ez ê te ji bavê te bixwazim, li gorî adeta dinê.

              Û vedigere malê. Çend rojan xwarinê naxwe, weke gêja dimîne. Xoceyê wî li halê wî dipirse, ew jî dibêje hal û mesela min ev e û di dawiya peyva xwe de dibêje;

               -Bila bavê min, Gulîzera qîza Şahê Ereba ji min re bixwaze.

               Xoce meselê ji padîşê re dibêje. Padîşê du kesan dişîne cem Şahê Ereba, wî diezimîne seraya xwe û qîza wî ji kurê xwe re dixwaze. Ew jî qebûl dike û dibêje;

               -Hûn dest bi dawetê bikin. Piştî çil şev û çil rojên din werin bûka xwe bibin.

        Û çawa vedigere malê, hema konê reş î erebî bar dike û tu li ku, bajarekî dinê li ku!..Li wir Gulîzer dide kurê birê xwe û daweteke dinê li dar dixe. Gulîzer qebûl nake. Şûşa jehrê li ber xwe datîne û dibêje, Ku hûn ber bi min de werin ez ê jehrê vexwim!

Em vegerin Şah Îsmaîl, haya wî ji bayê felekê tune ye, daweta wî jî her didome. Çil roj û çil şev diqede. Berborî tên ba konê Şahê Ereba, konê çi halê çi!..Ne kon li dewsa xwe ne û ne jî Gulîzer. Bayekî gur tê û dewsa kon tevlîhevŞah Îsmaîl tê, wan deran qontrol dike. Kuçikê agir ê dewsa konê bavê Gulîzer diqulibîne.Dinêre kaxizek bi nivîs, nameyekGulîzer nivîsiye. Em diherin filan bajarî û ez li hêviya te me, ku tu min bixwazî were. Şah Îsmaîl û berboriyên xwe vedigerin malê. Şah Îsmaîl çekên xwe girê dide û destûrê ji bavê xwe dixwaze. Padîşê destûrê nade. Her çar deriyên bajarê xwe digire, nobedaran li ber datîne, lê Şah Îsmaîl qerara xwe daye, li Qemertay siwar e, ji lingan heya serî, tev xwe bi çekan xemilandiye. Ji ber deriyekî vedikişe û tevî hespê xwe, xwe li wî deriyî dixe, derî dişkêne. Ji bajarê xwe dertê. Berê xwe dide oxirê û pişta xwe dide felekêDûr dihere, nêzîk dihere, li qesrek gilover rast tê. Qesrek weke hêkê spî û gilover. Derî û pacên wê jî tune ne. Şah Îsmaîl qoziyeke qesrê xera dike, dinêre ku qîzikeke xweşik bi tena serê xwe lê rûniştî û çav bi girî ye. Şah Îsmaîl dibêje;

            -Çima tu digirî?

Qîzikê got:

            - Ez negirîm wê kî bigirî, û domand;

            -Heft birayê min çûne şerê hûtan, dido mirine. Pênc jî di tengahiyê de ne û tiştek ji destê min nayê.Wê kî here hawara wan?

             Şah Îsmaîl dibê tu rê nîşanî min bide, Xwedê mezin e, ka ku çi bibe? Qîzik rê nîşan didê û ew jî dimeşe. Dûr, nêzîk, dibîne ku şerê hûtan û pênc biraWestiyane, bêhna xwe vedidin. Şah Îsmaîl difikire, dibêje ez alîkarî wan bikim ew ê bêjin ev siwar ji me tirsiya. A rast ew e ku ez ê silava Xwedê bidim, kê bersîv da, silava min vegerand ez ê alîkariya wan bikim. Silav dide, pênc bira silava wî vedigerînin. Şah Îsmaîl ji wan re dibêje,Hûn bisekinin, ka hûn rûnên, îcar jî dora min e. Serê Qemertay berdide û dikeve meydana herbê, dikeve qada şer. Gelek hûtan dikuje, serê wan difirîne, xwîn laşa dajo, herbê qezenc dike. Hûtan qir dike. Ew û pênc bira vedigerin qesra wan î wek hêkê. Bira dinêrin qozîkeke qesra wan hilweşiyaye, xera bûye, ditirsin. Şah Îsmaîl dibêje, Netirsin, min werê kiriye. Çend rojan mêvanê wan dimîne. Ew jî dibên em ê xweha xwe bidin te, li te mahr bikin. Ew qebûl nake. Dibêje ez sozdarê Gulîzera qîza Şahê Ereba me. Kengî min ew anî, bi wî sozî ez ê xweha we jî bi emrê Xwedê bixwazim. De ka bi destûra we, riya filan bajarî rê min bidin. Wî dibin serê du riyan. Dibêjin riyek a çûnûhatinê ye ya dinê jî ya çûn û nehatinê ye. Şah Îsmaîl berê xwe dide ya diduya, ya çûnûnehatinê. De bê ka çi li pêşiyê ye. Qederekê dimeşe. Ez bêjim şeş roj, hûn bibêjin panzdeh roj, meşiyaRastî mêrgekê hat. Serê qemertay berdide mergê, wê diçêrîne û ew jî diçe bin siya darekê. Demek kin-dirêj derbas dibe. Xwediyê mergê tê. Bi awazê meydanê dixwîne, qaqibo dike:

            -Lo..!Lo..! Ev kî ye? Ma ev mêrga bavê te ye, tu hespa xwe lê diçêrînî?Ev sedema şer e.

            Şah Îsmaîl bersîv dide;

-Kafirbav, çêra meke, xebera nede!Were meydanê ka bê wê Xwedê bide kê?..

            Herdu xwe dikişînin hespa. Siwar dibin, şûr û mertalê xwe dikişînin û êrîşî hev dikin, weke gurên har. Heya nîvro li ser hespa şer dikin. Şerê şûr û mertalan, şerê gurzan, ê rimanKes bi ser kesî naxe. Piştî nîvro bi navê dilîzin. Heya ber êvarê. Dawiyê Şah Îsmaîl diqîre. Xwediyê mêrgê bilind dike û li erdê dixe, dikeve ser dilê wî, xencerê dide qirikê. Xwediyê mêrgê zûka sînga xwe vedike. Şah Îsmaîl dinêre ku ya bin pîreke. Şah Îsmaîl dibêje:

             -Wey xwelî li serê min be. Ji sibehê heya vê êvarê min bi kevneke jinê re şer dikir. Çawa ez Şah Îsmaîl bim û pîrekek wiha li ber min bisekine. Û radibe, xencera xwe dixe kalanê wê. Xwediya mêrgê dibêje:

             -Çavê xwe veke. Ez jî ne hindikim. Ez Perî me.Qîza Ristemê Zal im. Tu vê qesra hanê dibînî? Min ji serê kurê bavan, ji serê egîtên weke te lêkiriye. Tu dilê xwe bi xwe neşewitîne.

              Şah Îsmaîl dibe mêvanê Periyê. Qederekê li balê dimîne. Dawiyê xatir dixwaze.

              Perî dibêje:

             -Min ahd kiriye, kî di şer de bi min bikaribe ez ê pê re bizewicim. Ez helaliya te me.

              Şah Îsmaîl bersiv dide;

                  -Ez sozdarê Gulîzera qîza Şahê Ereba me. Heya ez wê neynim, ez nazewicim, zewac li min heram e.

                  Îzna xwe ducar dike û rê jê dipirse.

                  Perî:

                 -Tu li wî bajarî kesî nas dikî?

Ew dibêje na. Perî dibêje, wiha nabe. Ez te bi tenê bernadim. Ez ê bi te re werim. Şah Îsmaîl qebûl dike. Bi hev re dikevin rê. Ha li vir ha li wir, digihên bajarê Şahê Ereba.

                   Perî dibêje:

-Em herin ku?

 Şah Îsmaîl:

-Em ê serê Qemertay berdin, ew serê xwe li deriyê kê bixe, em mêvanê wî ne.

                  Qederekê li nava bajêr digerin. Qemertay kuça tevlihev dike, diçe li ber deriyê xaniyekî xerabe disekine û serê xwe li derî dixe. Mal a pîrikeke yextiyar û bêkes e.

                    Şah Îsmaîl dipirse:

   -Pîrê! Ma tu mêvanan dihewînî?

                    Pîrê:

                   -Kurê min, welehî ciyê min tune ye.

                    Şah Îsmaîl zêrekî didiyê. Pîrê wan bi mêvanî qebûl dike. Cî ji wan re çê dike. Rûdinên.Gurmîniya dengê defê ye. Dengê dawetê bajêr hiltîne.

                   Şah Îsmaîl dipirse:

                   -Pîrê! Ev dengê daweta kê ye?

                    Pîrê:

-Ev dengê daweta Gulîzera qîza Şahê Ereba ye. Dane pismamê wê, lê ew pismamê xwe qebûl nake. Şûşa jehrê li ber xwe daniye, dibêje ku hûn nêzîkî min bibin ez ê jehrê vexwim. Niha rewş wiha ye û ew ê bi zorê wê bikin bûk.

                    Şah Îsmaîl, dibê pîrê ji te re zêrekî û here sûkê satilek mast bikire. Pîrê satila mast tîne, Şah Îsmaîl hungulîska xwe dixe nav tasek mast, dide pîrê. Dibêje bibe ji Gulîzerê re, yan bila mast bixwe yan jî tiliya xwe di nav mast de bigerîne.Pîrê weke wî dike. Gulîzer rewşê fêm dike. Ji pîrê dipirse:

                    -Xwediyê hungulîskê li ku ye?

                    -Li mala min e.

                    -Bêjiyê, bila îşev xwe bigihîne min.

                    -Baş e.

                    Pîrê tê cem Şah Îsmaîl, weziyetê dide fêmkirin. Şah Îsmaîl zêrekî dinê dide pîrê, dibêje here ji sûkê qatik cilê pîrekan ji min re bikire. Pîrê cilan dikire. Şah Îsmaîl dibêje pîrê, here bibêje bila Gulîzer zewacê qebûl bike. Bavê Gulîzerê jî ilam kiriye ku kî qîza wî ji bo zewacê qanih bike ew ê barek zêr bidê. Pîrê xebera Şah Îsmaîl digihîne Gulîzerê û barek zêrê xwe distine. Şah Îsmaîl cilên pîrekan li xwe dike û dikeve nav berbûriyên bûkê û dikeve oda bûkê, binê sedirê. Şev digere, berbûrî belav dibin, zava tê oda bûkê. Ji Gulîzerê tasek av dixwaze. Gulîzer avê tîne, zava heya Xwedê dayê bi şid şiqamekê li Gulîzerê dixe, Gulîzer dibêje:

                        - Wey mêro!.. Bi hesreta ku riya dûr nêzîk bûye, tu bi derba Şah Îsmaîl herî!

            Bi wê gotinê Şah Îsmaîl ji bin sedirê dertê, şûr li serê zavê dixe difirîne û bi destê Gulîzerê digire dertê derve.

Perî, tevlî hespan li pişt xênî li hêviya wan e. Bi ser hespan dikevin û di nav şevê de berê xwe didin welatê xwe. Lingo bi qurban. Qederekê diherin, dibetilin, xewa wan tê. Perî nobedar dimîne û Şah Îsmaîl serê xwe datîne ser çoka Gulîzerê û serî dixe xewê. Demek derbas dibe, leşkerên bavê Gulîzerê bi dû wan ketine, digihên wan. Perî bi tenê bi wan re dikeve şer. Gelek leşkeran dikuje, herb dirêj dibe. Gulîzerê digirî, hêstirên wê dikevin ser rûyê Şah Îsmaîl û ew bi xwe dihese. Dinêre ku çi ferman e!.. Zûka bi ser Qemertay dikeve û êrîş dike. Gelek leşkeran dikujin. Paşê leşkerên bavê Gulîzerê qada şer dihêlin û direvin. Ew jî dikevin rê û tên qonaxa Periyê, qederekê jî li wir dimînin, paşê tên ba her pênc bira û xweha wan jî bi xwe re radikin û têne bajarê Şah Îsmaîl. Berî ku têkevin nav bajêr, Şah Îsmaîl xeberê ji bavê xwe re dişîne, dibêje Bila bê hersê bûkên xwe bibîne. Bavê wî tê pêşiya wan, kurê xwe himbêz dike, pîroz dike û qesrekê ji wan re hazir dike, di pey re diya Şah Îsmaîl jî diçe bûkên xwe dibîne û tê ji padîşah, ji bavê Şah Îsmaîl re dibêje:

                        - Weleh bûkên me zaf xweşik in, encex liyaqî te ne!

                        Dilê padîşê xera dibe, kurê xwe Şah Îsmaîl teslîmî celad dike, dibêje bibe derveyî bajêr wî bikuje û cilên wî yên bixwîn ji min re bîne. Li derveyî bajêr Şah Îsmaîl ji celad re dibêje:

                        - Tu yê çima min bikujî? Hey bavê min fahş bûye, xurifîye, li min hatiye xezebê!.. A ji te re çend zêr, hinek teyr û teba bikuje, xwîna wan li cilê min bixe û bibe ji bavê min re.

                        Celad qebûl dike, çend teba û hinek heywanan jî dikuje. Xwîna wan di kurtikê Şah Îsmaîl dide, kurtik bi xwe re hiltîne. Lê çavê Şah Îsmaîl jî ji serê wî derdixe. Çavê rastê dixe berîka wî ya çepê, çavê wî yî çepê jî dixe berîka wî ya rastê û wî datîne bin darekê û dere. Wexta ku hêvî nemire, rih ji bedenê derneyê, cardin jî tên. Çima du kevok nayên ser wê darê! Û bi hev re dipeyivin:

                        - Tu dizanî çawa çavên vî însanî rihet dibe?

                        - Çawa?

                        - Niha em ê bifirin. Wê du heb perikên me bikevin. Ev însan rahêje periyekî me di dewsa çavê rastê bide û çav ji berîka xwe ya çepê derxe, per di wî jî bide û çav têxe dewsê. Periyên din jî di dewsa çavê çepê bide û çav ji berîka rastê derxe û perî tê bide û têxe dewsê. Ew ê her du çavên wî jî spîsax bibin.

                         Wiha dibêjin û difirin. Ev jî qismet e. Şah Îsmaîl zimanê wan fêm dike û kevokê çawa gotiye werê dike;çav spîsax!..Berê xwe dide bajarê bav.

                          Em vegerin bajêr.

                          Bavê Şah Îsmaîl xeberê ji hersê bûkên xwe re dişîne. Dibê hûn bi min re dizewicin ,bizewicin. An na ez ê we hersêyan jî bikujim. Hersê jî qebûl nakin û qîza Ristemê Zal, Perî herbê li dar dixe. Qederekê şer dike, gelek leşkerên bavê Şah Îsmaîl dikuje. Di vê xirecirê de Şah Îsmaîl tê bajarê bavê xwe û dibe rêncberê axayekî dewlemend. Rojekê rêncber ji axayê xwe dipirse:

  - Gelo ev çi şer e?

Axa dibêje:

  - Ev şerê bavê Şah Îsmaîl û bûkên wî ne. Meselê ji serî heya binî jê re dibêje:                                            

   - Lawo, wele vî şerî em qelandin. Hersê bûk dibêjin Em dimirin û gotina padîşê qebûl nakin. Perî însanê me tev kuştin. Serê malê em egîdekî dişînin şer û kî dihere venager e!..Rêncber dibêje:

                           -Ez ê herim şerê Perî.

                           Hespekî û şûrekî jê re tînin. Ji sibehê heya nîvro şer dikin. Nîvro her kes dihere malê. Perî jî tê û ji Gulîzerê re dibêje:

                           -Îro yekî çavseqet hatiye şerê min. Derbên wî wek ê Şah Îsmaîl in.

                           Gulîzer remlê davêje û dibêje:

    - Eman! Tu wî nekujî, ew Şah Îsmaîl e.

                           Ji nîvro pê ve şer dîsa dest pê dike. Her kes dibêje wê rêncber Perî bikuje. Di bêhnvedana nîvro de rêncber hesp û şûrê Şah Îsmaîl dixwaze û dibêje:

    -  Ez ê Periyê sax bigirim.

Padîşê dibêje:

                        -Kesî heya niha bi Periyê re ew qas dirêj şer nekiribû. Padîşê hêviya xwe bi rêncber ve girêdaye. Di şerê piştî nîvro de rewş wiha dibe; Perî û rêncber çend derba davêjin hev û meselê bi hev didin fêmkirin. Rêncber yanî Şah Îsmaîl, bi dizî di guhê Perî de dibêje:

                           -Ez ê te sax bigirim. Bibim ba bavê xwe. Ew ê li dora te here were û bibêjete gelek leşkerê min kuştine, çi misteheqî te ye  û wê çaxê tê serê wî bifirîn î.

                           Perî qebûl dike. Hinekî din şer dikin û rêncber wê sax digire û dibe qesra padîşê. Wek ku gotibûn, Şah Îsmaîl şûr dide Periyê û Perî serê padîşê bêbext û bêûjdan difirîne. Şah Îsmaîl li dewsê dibe padîşê. Jîyaneke xweş ji nû de ava dikin.

                            Li hawir kulîlk vebûn av çû dara

                            Silav dan payiz û biharan

                            Ew gihan meqsed û qirara

                            Rihme li dê û bavê guhdaran

Ew gihan miradê xwe

De ka em herin malên xwe.

 


Berhevkar:Feratê DENGIZÎ

Herêm: STEWRÊ/MÊRDÎN


Gotinên miftehî :