ŞENG-AL,şeng,al

ŞENG-AL

A+ A-

Beriya ku mirovên hesûd û çav birçî, xwezayê bilewitînin, nexşeyan nîgar bikin, erdê li hev par ve bikin, bircan ava bikin, di navbera mirovan de sînoran deyinin, ala daçikînin, dîroka jîndaran û ya mirovatiyê li vê derê, dest pê kir. Dendika jînê ya destpêkê, bi tîrêjên rojê re nerm bû, li ser ruyê vê axa bi bereket, zîl da. Ev der ocax û jîngeha kevana zêrîn, Şeng-al e!

Şengal navekî bi evsûn e! Ew ji dîrokê bilindtir e, ji pirtûkan pîroztir e! Roja ku ji kerametê, av cebirî û xweza afirî, ew ji Cûdî, Gebar û Agiryê cihê bû. Lê her û her reseniya xwe parast. Ew jî weke Nûrhaq û Mûnzûran, bi sedan sal in ku heznîtiya tenêtiya xwe dikişîn e. Ji sedema ferman û tevkujiyan, her bihost axa Şengalê bi xwîn e, lewma ew îro dîsa xemgîn e!

Di dîroka Êzdiyan a devkî de, di serdema Tofana Nebî Nûh de, keştiya ku Nebî Nûh lê siwar bûbû, ku ji her cûreyên heywanan jî, cotek bi xwe re rakiribû, ji ber pêlên tofanê li çiyayê Şengalê li zinarekî dikeve, binê keştiyê kun dibe. Lê marekî reş, tavilê xwe dike kunê, nahêle keştî niqoyî bin avê bibe. Bi saya serê marê reş, Keştî bi silametî xwe digihîne navsera çiyayê Cûdî, li wir bi cî dibe. Heya ku xweza careke din aram dibe, bermayên jîndaran li gel Nûh û binemala wí, li wir distirin.

Bizrê Mirovahiyê, wisa ji tofanê û tûnebûnê rizgar dibe. Ji ber vê sedemê, marê reş li cem Êzdiyan pîroz e.

Li Perestgeha Lalişa Nûranî, li kêleka dergehê avahiya ku gora Şêx Adî tê de ye, teswîrê marê reş bi wê boneyê hatiye çêkirin.

Wekî din jî, serpêhatiya Çil Mêrên Mala Adiya, Lawikê Xerîb û hwd. hene di qewl û vegotinên kozmogonîk de.

Balkêş e ku, dema Nebî Mûsa ji ber Freunan mehkûm dibe, ji Misrê direve, tê li vê derê disitir e. Ne tenê distire, dizewice. Li nav civakeke li gorî serdema xwe gelek pêşketî, îlm û zanebûna xwe pêş de dibe, plansaziyekê çê dike û bi dizî vedigere Misirê, da ku Cihûyan ji wir derbixîne wan bigihîne erda ku hatiye "wead" kirin.

Ev çiya, ya bi qasî navê xwe

" Al- şeng" û serhişk e!

Tê zanîn ku di tevaya qurnên 1400 salên dawî de, li ser wî çiyayê ku himbêza xwe ji Êzdiyan re vekiriye, ew parastine, dengê şûr û mertalan ên ji şer û cengên giran, qet kêm nebûn.

Destpêkê êrîşên xelîfeyên muslimanan hatin, her der tarûmar kirin, çi bi dest xistin weke xenîmet talan kirin. Piştre, Osmaniyan kurk û ebayên muslimantiyê li xwe kirin, ji bo tovê Êzdiyan ji dinyayê biqelînin, bê navber êrişî Şengal û Welat-Şêx kirin. Her cara ku dihatin, ji bona ku kevir li ser kevir, serî li ser bedenan nehêlin, şûr disûn, xezeb vedireşiyan.

Divê bi kurtayî were gotin ku, ferman û tevkujiyên li ser cimata me pêk hatine, ên herî zêde bi xwîn û dijwar, bi destê Turkan û di serdema desthilatiya Împaratoriya Osmaniyan de pêk hatine. Li dawiyê jî, êrîşên desthiladarên herêmî dest pê kirin. Weke mînak, ên Bedirxaniyan û Paşayê Kor e. Aniha jî DAİŞ a hov, hewil dide ku Êzdiyan ji axê qut bike û bê kok bihêle. Lê Çiyayê Şeng- alê jî, weke cilspiyên xwedanê tokan, her dem serbilind ma û wê bimîne bi rûmet. Li hember tu zaliman, zordaran, ceberûtan û xwînxwaran, serî dananî û xwe nizim ne kir, wê neke.

Ji sedema şer û pevçûnan, gelek caran kevir li ser hev neman, lê vî çiyayî bêbextî bi xwediyên xwe ên weke xwe qedîm re nekir, her dem ew di himbêza xwe de parastin.

Di van 200 salên dawiyê de, Mêrxasên weke Dewrêşê Evdî, Dawidê Dêwid û Hemoyê Şero, ji bo ku cimata Êzdî ji axa bav û kalan qut nebe, xwîna xwe xistin mista xwe, li hember êriş û talanan, bi merdaneyî şer kirin, şûr hejandin. Îro jî ên kû şûr û mertalên wan egîdan dewir wergirtine, bi canfedayane berevaniya milet û axa xwe dikin.

Ax maka zayinê ye, pîroz e. Di van sed salên derbas bûyî de, çi qas bela û bobelat bi ser Êzdiyan de hatin jî, Êzdiyan mirin da ber çavên xwe, lê terka axa xwe nekirin. Mixabin em îro nikarin heman tiştî bibêjin. Lewre her diçe cimata me ji koka xwe û kok ji axê qût dibe. Wateya vê hewce ji tu şîroveyan re nahêle. Ji ber ku, Êzdiyatî tenê li ser axa xwe ya qedîm dikare bi serbilindî bijî û xwe ji pêlên hilandinê biparêz e.

Qutbûna ji axa bav û kalan, qirkirina giyanî, çandî, zimanî û olî jî bi xwe re tîne. Û hezar mixabin ku, pêşî li pêla koçberiyê nayê girtin.

Sedemê koçberiyê, dûrketin û qutbûna ji axa kal û bavan, bê guman, nebûna şert û mercên jiyaneke bi aram û ewlekariyê ye.

Îbrahîm Osman

12.12.2016


Gotinên miftehî :