Şengal...,şengal

Şengal...

A+ A-

JI BO SALVEGERA KOMKUJIYA ŞENGALÊ

Hêjayî gotinê ye ku, birêz Abdullah Ocalan beriya 12 salan di hevdîtinên xwe û parêzerên xwe de balê kişandibû ser Şengalê û metirsiya êrîşên li dijî Şengalê. Her wiha hîn wê demê pêşniyaz kiribû ku ciwanên Şengalê ji bo parastina xwe ya cewherî bêne birêxistinkirin, perwerde û amadekirin, lê hezar mixabin ku di wê hişyariya birêz Ocalan de rêxistin bi derengî ma. Piştre jî, PDKê rê li ber girt û kadroyên Tevgera Azadiyê ku hewl didan ji bo Şengalê xebatek bikin, girt û ew zîndan kir. Mînakên vê û kesên hatine girtin têne zanîn.

Min ji vir û çend roj berê, li ser amblema ku niha”Osmanli Ocaklari” bikar tîne, di medyaya civakî de wiha nivîsîbû: ” Mijarek grîng!

Ji vir û 9-10 sal berê, ji ser emaila malpera me amidakurd´ê û ji emailên me yên taybet re ji aliyê TÎT´ê (Tugayên Tolhildanê yên Tirk) ve tehdît dihatin kirin. Hîn wê demê digotin;

"Pir nema, em ê koka we ji holê rakin û em ê ji Sîncarê (Şengalê) dest pê bikin û pê ve bên."

Wan deman du bombe jî li Şengalê hatin teqandin û hin sivîl hatin kuştin. Ew ceribandinên pêşîn bûn bê guman. Piştre ku DAÎŞê li Şengalê da û xwest ji wir ber bi Rojava ve bi pêş bikeve, ew tehdît hatin bîra min û min dizanî ku tu ferqa wan nîne ku gelek tirkên nîjadperest jî ji xwe di nav wan de hebûn, hene.

Niha ya ji bo vê nivîsê grîng, dema ew tehdît ji me re dihatin, vê amblema li jêr min parvekiriye bikar dianîn. Niha heman amblem ji aliyê "Osmanli Ocaklari" ve tê bikaranîn ku êdî ji aliyê Siltanê Ker ve jî tê zanîn ku Osmanli Ocaklari artêşeke taybet a AKPê ye ku ji bo şerê taybet hatine perwerdekirin û ev Osmanli Ocaklari, organîzator û kana birêxistinkirina hoveberên DAÎŞê ne.

Komkujiya li Qamişloyê karê vê organîzasytonê, ango karê AKPê û dewleta faşîst a tirk e, tu şik û guman ji vê nîne.

Ji ber êşa Qamişloyê xwîn diherike ji hemû dilên dilsozên gel û welatê xwe. Lê kurd li ser êşa xwe şîn dibin, li xwe didin û bilind dibin. Tişta dijminên kurd jê tênagihêjin û dê wan têk bibe jî her ev e.”

Hîn DAÎŞ´a ku îroj tê zanîn li holê tunebû, hesabên qirêj li ser Şengalê hebûn û dewleta tirk bi MÎT´a xwe, polîtîkayên xwe yên şerê taybet, dîplomasiya xwe û hêza xwe ya leşkerî û milîtanên xwe yên faşîst ve, di navenda van hesaban de bû. Navê van hemû gemariyan û hesabên qirêj di nav demê de bû ”DAÎŞ”.

Guman jixwe ji vê re nîne ku Erdogan û dewleta îroj di bin rêveberiya wî de ye, hîn ji serî ve li pişt, li nav û li sere vê komkujiyê bûn. PDK di nav van hesaban de li ku derê bû? Li gor min PDK jî ji destpêkê ve bi van polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re bû û xwedî heman tewanî ye. Helwesta wan a roja yekem a komkujiya Şengalê li holê ye û li ber çavên hemû cîhanê rû da ji xwe. Piştre hesabê wê revê li gel sozên hatin dayîn jî, ji tu kesekî nehat xwestin.

Heya yek jin û zarokek kurd di nav lepên wan dirindeyan de be, bila tu kurdek nebêje ez xwedî namûs im. Rizgarkirina dîlên di destê hoveberên DAÎŞê de deynê stuyê her kurdekî bi şeref e. Rizgarkirina her dîlek, xwedîlêderketina şeref û namûsa gelê kurd e. Yek rêyek bi tenê heye ji bo başkirina rewşa Şengalê û gelê Şengalê, ew jî xweseriya Şengalê ye. Şengal divê xweser be û bi xwe ji birêxistinkirin û parastina xwe berpirs be, xwe li gor wê perwerde û organize bike. Wekî din, tu kes nikare garantî bide ku dê careka din heman malxirabî bi serê Şengalê ve neyê.

Du sal derbas bûn bi ser fermana 73´an a Êzdiyan re. Xemgîniyek kûr e. Kulek e li ser dilan, girêkek ji tayê hirî ye di gewriyan de. Şermezar nakim. Kî şermezar bikim? Lewra şermezarkirin jî hêjayîyek e. Lê şerm dikim ku me nekarî gelê xwe, namûsa xwe biparêzin. Şengal kula li dilê min e ku bi xwînê der bûye û bi ser xwelîseriya min ve diherike.

Mahabad Felat Arda

2016-08-02

[email protected]


Gotinên miftehî :