1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gelawêj Ewrîn
  4. Şopên Kembera Erebî
Şopên Kembera Erebî,şopên,kembera,erebî

Şopên Kembera Erebî

A+ A-

Carnan hinek şop bi qasî mezinbûna xwe dimînin û jê naçin baş yan xirab. Li Rojavayê Kurdistanê mirov şopên mêtîngeriya li ser Kurdistanê û bi taybet siyaseta Terirîbkirin ango Erebkirina Kurdistanê dikare bi hêsanî bibîne. Rastiyên ku bi taybet piştî şoreşê derketine holê vê nîşan dide heta hemû Kurdista şoreşên bi vî rengî neke wê bi asta mêtîngeriyê nehese. Tevahiya Kurdistanê tenê dermanê jêbirina birînên xedar ên ku mêtînger û dagirkeran li ser bedena wê hêlaye dikare bi şoreşan bipêçe.

Li Rojavayê Kurdistanê mirov rastî van şopan tê ku mirov bi girîngiya şoreşa rastîn a gelan dihesîne. Wek mînak kişandina kembera Erebî bi taybet li herêma Cizîrê ya Rojava, li ser bihust bi bihustê welat bandorek neyênî kiriye. Hûnê pirs bikin çawa? Niha Rojavayê Kurdistanê xwedî erdek bi xêr û bereket e. Yanî axek zêre birastî lê rejîma Baas ew ax heta ku jê hatiye xistiye bin destê Erebên ku ji cihên din aniye Kurdistanê. Di nîqaş û dan û standinên li wir mirov pê dihese ku dayîna erdê Kurdan ji Ereban re çiqasî bi plan hatiye kirin. Niha Erd ji bo mirovan mijarek girîng e. Îja Kurd li ser wê axê ne lê tu erdek bi navê wan nîne, hemû erdên Ereban e. Ger tu bixwazî çareser bikî, pêwîst e wer nêz bibî ku rê li ber nakokî û mijarên cuda veneke. Mijar ne ew e mirov çawa ji Ereban bistîne, mijar ew e ku Kurdên ku divê tu erd ji nûve bidî wan, tuyê çawa bi awayek wekhev ku tu pirsgirêk û nakokî dernekeve, li ser wan belav bikî. Ev mijarek ya din jî di encam de biratiya di navbera gelan de ji bo şoreşa Rojava girîng e tu nikarî ji kesek re bêje, mafê te ewqas e û mafê kesek din ji nedîtî ve werî. Xulase tişta xuya dike ew e ku şopên Kembera Erebî li ser Kurdistanê bi zanebûn hewl daye heta jê were nakokiya di navbera gelan de ku em niha tenê behsa erdê dikin, kûr û kûrtir bike.

Ji aliyê din ve Kurdên me nekarîne bê destûra walî yan jî wezîfedarekî dewletê ji xwe re li ber mala xwe darekî jî biçîne. Wek mînak ji bo vê karê bike divê ta biçe ji parêzgeha Hesekê destûr bigire. Xizmetên ku dewletê dane, ew hene û ji bo Ereban hatiye kirin ji Kurdan re tu tişt nehatiye kirin. Ji bo wê jî hewl daye çanda darçandinê, xwedî li axa xwe derketin û girêdana pê re lawaz bike. Yanî ji xwe nasname ji Kurdan re nehatiye dayîn, erd jî ne ya wan bûye, cihê lê jiyan dike jî nikare bi kêfa dilê xwe tê de bimîne, bi vî awayî derfetên jiyanek gelekî xwezayî bi temamî ji holê radike.

Mijarek din jî ku bala mirov dikşîne, hebûna medrese yan jî dibistanên bi rengê reş e. Rejîmê dibistanên ji bo perwerdeya zarokan bi rengê ku ne zarok fêrî jiyanê bibin, fêrî mirinê bibin. Ne tenê dibistan gelek avahiyên dewletê ku mirov rastî tê bi rengê reş hatine çêkirin. Bandora neyênî ya rengê reş bi taybet li ser ruh û saykolojiya civakê tê zanîn. Yanî dewlet û hêza ku tu bi salan pê hatiye terbiyekirin, sembola wê reş e. Ev ta ji zarokatiyê de û di dibistanan de di dil û mêjiyê zarokên Kurd de hatiye kolandin. Civaka Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve li her parçeyê rastî şêwazek sosret a asîmîlasyonê hatiye ku naveroka wan heman tiştî îfade dike. Wê wer lê bikin ku Kurd ji hebûna xwe, ax û welatê xwe dûr bikevin. Kembera Erebî bi qasî bandorên planên Islahata Şerq a di dema Ataturk û Rizaşah li Tirkiye û Îranê bi hêz bûye û  şopên diyarker li pey xwe bi cih hiştine. Ji bo nijad yan jî netewek li gor xwe hêja li ser Kurdan û civaka Kurdistanê ferz bikin, tevahiya Kurdistanê li ber dilê Kurdan di bin navê sererastkirin û avadaniyê de wêran kirine û dane destê Tirk, Ereb û Farisan.


Gotinên miftehî :