YÎBO 09:18 24.12.2010 Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, jin û zarok timî bûne goriyên herî erjeng ên şer. Şer li her devera cîhanê xwedî heman encaman e, lê li Kurdistanê wahşeta ku ev ji 30 salî zêdetir e tê pêkanîn, pir zêde bi ser rastiya têgiha ”şer” ketiye. ”Bêjeya ”şer” êdî li hember vê wahşetê pir masûm maye. Wîjdan û ehlaqê şer nîne, li gel her tiştî jî, di navbera aliyên şer de hin mêzîn û rêzik hene. Gelê kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de her çendî pîvanên mirovahiyê parastibin û di çarçoveya van rêzik û ehlaqan de li ber xwe dabe jî, li dijî gelê kurd hêzek heye ku ji van rêzik û pîvanan dûr, bê prensîp û bi polîtîkayên çelexwarî heya îroj vî şerî aniye. Dewleta tirk ku li gor rastiya avabûna xwe bi polîtîkayên devşorme sîstema xwe ava kiriye, di nav xwe de rê û cî nade tu nasnameyeke cuda û yên heyî jî di nav salên dirêj de mehandiye û civakeke çêkirî ya tirk ava kiriye. Bulgarên di dema Ozal de anîne Tirkiyeyê jî, di demeke kin de mehiyan û komikeke faşîst a tûj ji wan afirandin. Dewletê rewşa wan a sosyopsîkolojîk pir baş analîz kir, ji ku derê û çewa dê bêne devşormekirin hate diyarkirin, li gor vê polîtîka hatine pêşxistin û ev komik di demeke kin de di nav refên alîgirên dewletê û sîstema wê de cihê xwe girt. Dema nasname ji holê bê rakirin, tu nirx û rûmetên ehlaqî û mirovahî jî namînin. Qada herî sereke ya pêşxistina van polîtîkayan jî dibistan û leşkergeh in. Dibistan û qişle ango leşkergeh, qadên mîlîtarîzmê yên herî baş in ku xwe lê dijînin û polîtîkayên xwe yên çelexwarîkirina mirovan pêş dixin. Ji bo zarokên kurîn, ev dibistan bingehên avakirina leşkergehan in. Gihaneka sîstema perwerdehiya ku di çarçoveya van esasan de tê avakirin jî, leşkergeh in. Piştî van gihanekan jî êdî ferd, ji bo bibine diranek ji çerxa sîstemê, amade ne. Lê çi ku mîna nîjadên din ên li Tirkiyeyê dijîn, yek ji van polîtîkayan jî, nekarîn li ser gelê kurd bi ser bixin. Piştî hemû rêbazên qirêj ên şer ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd pêk anîn bêkêr man, îcar gund bûne armanca wan û bi rengekî hovîtî gund şewitandin, pîlana mehandina kurdan li metropolan kirine dewrê. Lê dema dewletê dît ku kurd li metropolan jî bûne hêzeke xurt, berê xwe da zarokên kurdan. Gotina ”dar dema hîn şil e dikare bitewe” rastiya van polîtîkayên wan dibişkêfe. Li gor van polîtîkayan, ev ”darên şil” dê li dibistanên ku qişleyên sivîl ên mîlîtarîzmê ne bêne perwerdekirin, lê li şûna ku darên hewl didan bi rojê bitewînin, dê êdî neşandana malên wan û bi şev û roj di bin kontrola wan de bûna. Bi vî rengî ocaxên yenîçeriyan ên hemdem, di bin navê Dibistanên Herêmê yên Sereta yên Leylî (Yatılı İlköğretim Bölge Okulları - YİBO) hatin avakirin. Perwerdeya mîlîtarîst êdî sîstematîze bûbû. Bi lîseyên leylî des bi vî karî kirin, lê dema dîtin ku di van temenan de ”dar” êdî li ber kemilandinê ye û bi hêsanî natewin, dewletê êdî li şûna ku mamosteyan bişîne dibistanan, di bin navê dibistanan de kampan ava kir. Dê êdî di van kampan de ”xizmetê” bidana zarokên kurdan. Kurdên ku dixwestin zarokên xwe ji nav lepê nezaniyê û perîşaniyê rizgar bikin, bi nezanî lê bi dilekî paqij zarokên xwe radestê destên hov ên dewletê kirin. Kurdan nedizanîn ku dê ew zarok li wan ”dibistanan” bêne tunekirin. Zarokên ku cara yekem lingên xwe avêtin nav van ”dibistanan” bi piçûkxistinê re rû bi rû man, ”mamosteyan” henekê xwe bi zimanê zarokan kirin. Zarokan dê çewa bizanîna ku hemû nirx û rûmetên wan, baweriyên wan, deverên ku ji nav derketine û hatine, malbatên wan û yê herî grîng jî zimanê wan dê rojek ev çend bibe bela serê wan? Tu cudahiyek di navbera van dibistanên mîlîtarîst û kiryarên îngilizan ên li dijî zarokên aborjînan de nîne. Zarokên aborjînan hema çewa ji dayikên xwe dibûn, îngilizan ew digirtin didane dêran û ji bo rojek bibine xizmetkarên baş ên dewlemendan, ji aliyê keşeyan ve ji bo koletiyê dihatine perwerdekirin. Nedihiştin yek gotineke bi tenê ya zimanê aborjînan hîn bibin. Îngilizan navê ”medeniyet”ê û tirkn jî navê ”perwerde”yê dane vê komkujiya spî û ev komkujiya spî di bin navên cuda de heya roja me hat. Di dibistanên YÎBO’yan de ji bo zarok ji kurdayetiya xwe şerm bikin û xwe înkar bikin, her tişt hatiye amadekirin. Pêşî û her tim henekên xwe bi zimanê zarokan dikin û hewl didin ku zarok ji gelê xwe nefretê bikin. Ev kiryar, lingê herî bingehîn e ji bo dewşormekirina zarokan. Dema zimanê wan bi wan bidî înkarkirin, êdî pir hêsantir e ku bi wan bidî gotin ”em tirk in”. Piştî vê merheleyê, êdî bi xwe diherike ji xwe. Lewra dema ji ziman hat şermkirin, êdî ne nirx dimîne, ne kesayet dimîne, ne rûmet dimîne, ne çand, ne folklor, ne bîr û ne jî bawerî dimîne. Bi ziman re, her tişt ji destê wan tê girtin. Dema tu tiştek ji rastiya wan bi wan re namîne, êdî hevîr jî tirş dibe û amade ye teşeyek li gor dilê wan bigire û li gor dilê wan bipije. Bi van re, tiştek dermirovahî din jî dikine dewrê: Yek ji çeka mîlîtarîzmê ya herî mezin jî “mêranî” ye û bi vê “mêranî”yê re, zarokan hînê tecawiz û xirabiyên bi vî rengî dikin. Sedema herî mezin ku zarok vê dikin ew e ku li dibistanê neyêne heramkirin ango ji derveyê komikan bi tena sere xwe nemînin, nebine armanca lêdan, çêr û şidetê. Ev psîkolojî jî li ser zarokan pir bi zanebûn û sîstematîk tê avakirin. Dema ez van dibêjim, pişta xwe bi tenê naspêrim analîz û texmînan. Derbarê YÎBO’yan de min li gelek herêmên Kurdistanê lêkolîn kirin, dosya amade kirin û di rojnameya Gundemê de bi rojan weşandin û ez niha pir bi kurtî li ser mijarê çavdêrî û nêrînên xwe parve dikim. Li her deverî tablo, yek bû, nediguherî. Lewra ev sîstem ji navendekê dihate birêvebirin. Dixwazim li vir ji bi dehan mînakên bi vî rengî mînakek bi tenê bidim: Leşkeriyê qaşo ji bo alîkariya perwerdeya zarokên kurd, ji Şirnexê komek zarokên lîseyê anîbûne Stenbolê Lîseya Çekmeceyê ya Mêran a Leylî. Rojnameyên tirk bi rojan propogandaya vê yekê kirin ku artêşa tirk çewa alîkariya zarokên kurd dike, ji bo perwerde bibin. Zarokên ku anîbûn jî, hemû di dibistanên xwe de yên serkeftî bûn. Heşt zarok di odeyeka 4 metre çarçik de hatibûne bicîkirin û xwarina wan a sereke şorbeya genî ya bi kurm bû. Ji bo xwe bişon nîvê zivistanê ava sar didane wan û digotin bêhn ji we tê xwe bişon. Bi wê ava sar hemû nexweş bûbûn. Pola wan cuda kiribûn, bi sedema ku bêhna axuran ji wan tê û şagirtên din aciz dibin. Dema biçûna xwarinxanê jî, pêşî gerînendeyê dibistanê çêr bi wan dikir û piştre diçûn wê şorbeya genî ya bi kurm dixwarin. Dema ez çûm min bi wan re hevpeyvîn kir, ez bi dîzî ketibûme dibistanê. Min bi xwe bihîst ku gerînendeyê dibistanê bi çi rengî gotin û çêrên pir xirab bi wan zarokan dikir. Zarokan ez di nava xwe de vaşartibûm û nedihiştin gerînende min bibîne. Leşker jî her heftî dihatin, mîna li qişlayekê bin ew zarok dikirine rêzê, porên wan bi traşa leşkeran didane jêkirin, marşên leşkerî bi wan didane gotin û wisa wan dişandin pola wan. Zarokên ku zimanê dayika xwe mina belayek bibînin, ji xwe û malbata xwe jî şerm dikin. Ev rewş wan zarokan bi lez ber bi înkariya xwe ve û veqetandina him mêjî û him fîzîkî ya ji rastiya xwe û veqetandina ji gelê xwe ve dibe. Bi dare zorê û van polîtîkayên hovane tirkîtiyê dikin mêjiyê zarokan. Zarok, ji pêkanîna hemû xirabiyan re têne amadekirin û ew jî ji bo li derve nemînin, neyêne heramkirin, her tiştên ku têne gotin, nîşandan, pêk tînin. Zarok bi vî rengî êdî dibine berendamên diranek ji çerxa sîstema dewletê. Êdî armanca wan a sereke ew e ku xwe ji kurdan û kurdayetiyê bi temamî rizgar bikin. Di destpêkê de ev polîtîkaya gemar heya deverekê bi kêr hat, lê piştî demekê rûyê wê yê gemar hat aşkerekirin û êdî mina berê bi bandor nine û dibişkife. Sedemek herî grîng ku îroj dewlet bi vî rengê hovane êrîşê zarokên kurdan dike ew e ku nekarî desthilatdariya xwe ne li ser kurdan û ne jî li ser zarokên kurdan bide rûniştandin. Zarokên kurd ku bûne xewnereşkên dewleta tirk, eger îroj girtîgehan dagirtine, ev nîşana tewandina dewletê ye, ne ya zarokên kurdan e. Ev lawaziya dewletê ye ku girtîgehan bi zarokên kurdan dadigire. Kiryarên di çarçoveya polîtîkayên çelexwarîkirinê de hatine pêkanîn, di destên zarokên kurdan de bûne kevir û bi ser dewletê ve bariyan. Ev tê wateya ku ew darên hîn şil bûn hewl dan bitewînin, ew çendî koka xwe berî axê dane ku li ber tu çewisandin û pêkoliyan serî natewînin. Bîrgul Ozbaris Arda