HELWESTA ME LI HEMBER LÎSTIKÊN CHP-Ê 03:31 08.12.2016 Min berê jî gotibû, partîyên T’irkîyayê, ew çi navî jî li xwe bikin, çi şêwazî ji bo k’arê xwe yê siyasî hilbijêrin, yek e, encam wan dîsa heman tişt e: t’unekirina destk’evtîyên gelê k’urd û nirxên net’ewî ye! Binihêr’in, ferqa di navbera AKPê û CHPê da çi ye. AKPê û Erdoxan jî di dema xwe da gotin, ku pirsgirêka k’urd a wan e, û ewê jî wê ç’areser bikin! Encam li ber ç’avan e – gund û bajarên K’urdistanê yên wêran û t’’alankirî, bi dehezara p’enaber, bi hezaran kuştî û girtîyên siyasî… Sedemên van kirên AKPê diyar in – di r’astîya xwe da di herêmên K’urdistanê da gelê k’urd xweserî bi dest danî. Û ev jî k’eda gelê k’urd, T’evgera Ne’tewî ya R’izgarîxwaz û Partîya Dêmokratî ya Gelan e! Lewra jî ew bi hemû hovîtîyên xwe yên nebînayî va li hember gelê me t’evger’yan! R’êjîma faşîst çi kir? – Ewê xwest, ku gel çavtisyayî bike: serok, r’êvebir û parlamênterên HDPê girtin û avîtin hebsan… Û ji ber vê ner’azîbûn di welêt û cîhanê da destpê bûye, hewayek hatye sazkirin, a ku dikare r’ê li pêşîya pêşk’evtinên nû veke… Ji bo wê jî naha aktorke dinê derk’etya ser qada siyasî ya t’irk– CHP, ji bo rê li ber wan pêşk’evtina bigire, milê gel sist bike û bawerî û hêvîyên wî lewaz bike, destbi siyaseteke p’ir’ k’etî k’irêt kirye… Ji xwe k’arên CHPê ji mêjva tên zanîn – ev partî ya At’at’urk e, û hemû t’evkujîyên gelê me yên sedsala XX di serdema Ataturk da û bi serk’êşîya wî pêk hatine! Û naha ev partî careke dinê, lê bi şêwazekî nû dik’ev dewrê! Wek ku tê r’agîhandin, CHPê pilana xwe ya, qaşo, ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî r’adigihîne (helbet ne bêyî zanebûna Erdoxa û dewleta veşartî!), hemû daxwazên gelê k’urd, ên ku di vê pêvajoyê da ji hêla HDPê va hatibûne zimên, dubare dike (ji bo ku dilê gel xweş bike û wî bike xewa hingorê ya şêrîn!) û derba mirinê davêje wî. Bi nêrîna van delk’bazan, ji bo ev hemû bê sêrî, divê: 1. PKK çekan dayne; 2. Gel jî berê xwe ji HDPê biguhêr’e! Ango, t’irko van r’ojên ji bo dewleta xwe ne yekawa da xwe pêr’a digihîne û dixwaze gelê k’urd bê hêz û îrade bike û t’eslîm bigire! Ji bo wê – banga min ji hemû gelê k’urd r’a heye: – Ji van lîstikên t’irko û xulamokên wan ên k’urd bawer nekin! Yên ku em gîhandine van serk’evtinan, û ev faşîstên r’engor’engo neç’arkirine, ku ew li ser mafên gelê me biaxivin, T’evgera Net’ewî ya R’izgarîxwaz û Partîya Dêmokartî ya Gelan in, û yên ku azadîya me bînin jî, ew bi xwe ne! Em bi r’êxistinên xwe r’a heya serk’evtinê bimeşin û guh nedin delk’ û dolabên faşîzma t’irko ya veşartî… Em bi net’ewî, li R’êberê gelê k’urd birêz Abdullah Ocalan, r’êvebirîya HDPê û parlamênterên gelê xwe xwedî derkevin, ji bo azadîya wan k’ar bikin û têk’oşîna xwe bidomînin. R’astîyeke dîrokî hrye: hê t’u dewleteke serdest û partî û r’êxistinên wan ên sîstêmê azadî nedane gelên blindest, ev ak’sîoma ye! Û CHP partyea sîstêmê ye, nak’okîya di navbera wê û AKPê da heya r’adeyekê ne, heya pirsgirêka k’urdî nehatye hole! Her r’êyên wan ên bindestkirina gelê k’urd ji hev cuda dibin… Mafên xwe her em bi xwe dikarin bi dest bînin, gotin û sozên dinê derew in! Ezîz ê Cewo 08. 12. 2016