Turkî çawa ket Rojava? 03:19 13.11.2016 Çima Turkî karî têkeve nav "axa Sûrî"? Ew der di çavên me de Kurdistan be jî, Rojava Başûrê Kurdistanê be jî di çavên Sûrî de axa Sûrî ye, di çavên Iraq, Îran û Ûris de jî axa Sûrî ye. Van hêzên wekî Ûris û Îran ku Amerîka jî newêre xwe zû bi zû tê derxin, çima hiştin ku Turkî têkeve Cerablûs û wê herêmê dagir bike? Ji we heye ku nikarin bi Tukî? An ji we heye ku Amerîka wisa xwest? Qet şaşiyên me Kurdan di vî warî de tune? Werin em bihejmêrin, tu zerara wê tune. Ûris û dewletên Şîe ji berxwedana Kurdan a Rojava sûde wergirtin, hinekî, ango heta derekê li hesabê wan hat, ji ber ku di navbera Turkî û Sûrî de bûn tampon. Yên ku vê qebûl dikin, nexwe qebûl dikin ku Ûris û dewletên Şîe di mijara hilweşandina Sûrî de dewleta Tirk wekî dijminekî sereke nas dikin, dizanin. Zarok jî bi vê dizanin. Baş e. Nexwe ji bo ev dewlet razî bibin ku Turkî tekeve nav "axa Sûri" divê ev dewlet hinekî ji desthilanîn bikevin, ma ne? Divê rewşa Turkî jî ji ya berê çêtir be, ku bikaribe serserkî têkevê. Lê wisa nebû, Turkî ne bi zirtî, li ser maseyê ew îqna kirin. Çawa yanî? Yanî Turkî hem Sûrî tevîhev kir, hem jî ev dewlet îqna kirin ku destûrê bidin ew têkeve nav "axa Sûrî"? Ê çima? Çima yê ku parêzvaniya axê dike tu yî, çima yê ku dikare wan îqna bike Turkî ye? Kes bila mebêje "dema mijar Kurd bin her kes dikare bibe yek". Tu tiştekî wisa tune! Ev ezber e, ev psîkolojiya nezanînê ye. Rastî gelekî xweştir e. Rastî ew e ku têkiliyên Kurdan û Amerikayê zêde derketin pêş. Ev jî ne ji jêhatîbûna Kurdan bû, ji ber ku Amerîka ji Ûris aktîftir e. Ev xalek. Xala duyem a vê madeyê ji ew e ku Ûris nizane benê dewletên dagirkerên Kurdan li Rojhilata Navîn ji lingên xwe biqetîne û polîtîkayeke serbixwe bimeşîne. Ji bîr mekin, Turkî çawa Ûris îqna kir? Erdoğan çû cem Putin, du cara lêborîn xwest: Yek: Got, der barê xistina balefira we de em hatin lîstikê, em hatin xapandin, me şaşî kir, em lêborina we ji we dixwazin, hûn çêtir rast tevgeriyan. Du: Got, der barê Sûrî de jî me şaşiyek mezin kir; di vê şaşiyê de em şirîk in, me hişt ku em bihêlin di hembêza me de Amerîk û Kurd bibin tifaq, Sûrî-Iraq-Îran û Turkî parçe bikin û berjewendiyên Amerîkayê li vir bi bingeh bikin. Destûrê bidin, em nehêlin Sûrî parçe bibe û Amerîka di nav Sûrî de bi ser bikeve. Ev arguman bi dilê Ûris e. Plana Erdoğan jî ev bû: Got, em ê nehêlin Kurd li nav Rojava bibin yek parçe û ev mijar derbasî merheleyeke din bibe. Ji bo vê em ê dakevin heta El Babê, em ê wir dûre têxin kontrola rejimê. Ûris ev plan hinekî guhart û li ser bûn yek. Nexwe çima hinek wekî kêmaqilan behsa jêhatîbûna Erdoğan dikin? Çi jêhatîbûn di vir de heye. Rastiyaku divir de ye ev e; Yek: Putin piştî ew qas dijminatiya Turkî ket nav lîstikek erzan. Du: Dîplomasiya Kurdan ew qasî bêkêr e ku yekî wekî Erdoğan bi vî rengî dikare wan têk bibe. Hevdîtinen paş deriyan tu carî girseyên mezin ava nake. Tenê temaşevanan çêdike, ew jî dema belav dibin tu nasnameya wan çênabe. Bîni bîra xwe, we di warê dîplomasiye de di navbera Kurdan û Ûris de çi dîtiye heta niha? Çûna Selahattin Demirtaş a Moskova? Baş bû. Deng da. Lê ma dîplomasiya Rojava karê wî bû? Ew dikare çi qasî îfade bike? Me got baş bû, bila baş be. Dûre? Piştî wê, berî wê çi tê bîra we? Valahiyek mezin. Dê Ûris çawa ji têkiliyên we û Amerîkayê nekeve şikê û ji we netirse? Ma karê we tirsandina cîran û hevkaran e? Karê dîplomasiyê ger e, îqna ye, ji bo ve jî VEGOTIN e. Vegotin jî li paş dîwaran û ber dîwaran nabe. Rastiyek we hebe, wiha xweşik derkevin ber kamerayan û vebêjin. 24 saetan, li tevahiya cîhanê bigerin û projey xwe vebejin. Bi her zimanî vebêjin. We kir? Heke we kiribe çima, çawa Ûris ji we ket şikê, ji we tirsiya û bi dijminê xwe re gihaşt hev? Te tiştekî ev qasî zehmet çawa bi Ûris da kirin? Tu çawa ev qasî jêhatî yî?! Le ku Turkî piştî gihaşt Helebê, çepera dora Helebê bişikanda û Ûris bianiya lîstikê? Wa? Ji bo ev nebe te xwe ji Efrînê bera navbera Turkî û Helebê da? Yanî Ûris dîsa şaşî kir, te jî pêşî lê girt û nehişt Turkî xwe di Marê re bigihîne Helebe. Baş e, lê ku bigihaştina hev û şerekî mezin derketa, para te di vê de dibû çi? Aşkere ye ku dema mirov karê xwe baş neke, mirov dibe sedema felaketên mezin, carinan mezintir. Lê hîn ne dûr e. Birêz Salih Muslim divê du tiştan bi lez bike: Yek: Divê derkeve pêşberî kamerayan û vê mijar bombekirina Efrînê bi zimanekî dîplomatîk bîne zimên, ku Ûris dest ji vê şaşiyê berde. Dîplomasî jî wekî Kurdan spontane nabe, divê hevok bi hevok were amadekirin. Divê birêz Muslim van rêz bike: * Dostê me Ûris û dinya dizane ku yek ji sersebebên rewşa îro ya Sûrî Turkî ye yek ji berxwedêr û parêzvanên vê axê jî Kurd in. Lê îro ku balefirên Turkî û tangên Turkî dikarin belasebeb (digel ku bi hev re hêza me têra parastina hemû Sûrî dike) têkevin nav Sûrî, ev hêz û siyaseta Ûris li ber çavên gelan erzan dike. * Ûris dê sibe nikaribe van şaşiyên xwe ji gelê Ûris re vebêje û nikaribe hesabê vê bide gelê xwe. Birêz Muslim divê projeya Kurdan çêtir bi Rûsya bide famkirin. Heke hebe! Ji ber ku em Kurd bixwe jî hîn ji magazînê wêdetir rastiya mijarê nizanin. Ji her seriyekî projeyed derdikeve, her kes îdia dike ku rastiyê ew dizane. * Em wekî Gelê Kurd li herêma Rojava tu carî nebûne hevkarê tu planên kesî, nebûne şirîkê şaşiyên tu kesî û em ê biser bikevin. Ji niha û pê ve Rojava divê dîplomasiyek zindî, vekirî û aşkere bike. Ne ku bi zimanê xwe xwe têk bibe, lê Kurdan pir baş îfade bike û girseyek mezin li cîhanê roj bi roj bide pişta xwe. Du: Zivistan tê. Rewşa koçberan li ber çavan e. Birêz Muslim divê li Ewropa kesên nas (hunermend, rewşenbîr ên Kurd û biyanî) bide dora xwe û kampanyayek mezin û organîze ji bo berhevkirina alîkariyê bide destpêkirin. * Li hemû welatan hesabê bankê, * Di TV'yan de weşana kampanya, 24 saetan * Di rojnameyan de Îlan, * Konser * Rê û rêçik, teknîk û awayên tê hişê hevala. Weqfek wekî Wikipedia salê 12 milyon, Wekfek wekî Firefox salê niza çi qas milyon dolar berhev dike, di meha Berfanbarê de. Mijara koçberan mijarek mezin e, heke dê Rojava vê organîze neke, çi plana wê heye? Divê jimarek pir mezin bike armanc, di berhevkirina alîkariyê de divê rekora cîhanê bişkîne. Şikandina rekorê bixwe divê bibe armana girseya cîhanê, xalen wiha teknîk dixwiyin ji alî girseyên civakî ve pir tên hezkirin. Ma nikare? Ku Kurd niha nikribin hîn dê kengî bikaribin? Tu jî bawer bikî dikarî bidî kirin û dikarî mohra xwe lexî, de lêxe, çend hevalan ji bo ve îqna bike.