Awireke Dîrokî Li Rojavayê Kurdistanê II 11:44 16.02.2017 Awireke Dîrokî Li Rojavayê Kurdistanê II Ji Mîtanîyan Heta Mirdêsîyan Ber Bi Serdema Me Ve … Pirs ev e: Gelo hemû dewletên revend û Ereban ku wê demê hatine avakirin, ne bi navê eşîra ku girêdayî wê ne hatine pênasekirin? Mînak, revendên Benî Uqeylan dewleteke bi navê Uqeylî, Benî Numeyran dewleteke bi navê Numeyrî ava kiriye û bi navê eşîra xwe hatine nivîsîn. Her wisa çima navê dewleta Benî Kilaban ne Kilabî ye lê Mirdêsî ye?! Heger Salihê Mirdêsî ji Benî Kilaban bûya, navê dewleta wî jî wekî eşîrên Erebên din, vîyabû ku bi navê eşîra wî bihata nivîsîn. Wekî din, di zimanê Kurdî de gotineke wekî “Salihê kurê Mirdas” nehatiye û nayê bikaranîn. Kurd dema bixwazin kur û bavekî pênase bikin dibêjin “Salihê Mirdas”. Mirdas navek e û dema dibe navê êl an jî hozekê, vediguhere û dibe “Mirdasî”. Lêbelê dema xwerû be, an ku “Mirdas” be, bi taybetmendîya tewandina tîpên “a” û “e”yê yên di nîvê peyva Kurdî de, ditewe û dikeve forma “MIRDÊS”ê, paşê “î”ya rengdêrîyê werdigire û dibe “MIRDÊSΔ. “Mirdas” navekî Kurdî ye û “Mirdasî” yan jî “Mirdêsî” navê eşîrê ye. Ev eşîr ji Hekarîyê ye û daneyên di nav destên me de jî vê yekê piştrast dikin. Em ê li jêr yek bi yek van daneyan pêşkêşî xwîneran bikin. Ji bo têgahiştina meseleyê, em ê bi kurtî berê xwe bidin zimanê Kurdî, ê ku laboratuareke zindî ye: Bûyernivîs û dîrokzanên Ereb an jî Erebînûs, pênaseya “Salihê Mirdêsî” wekî “Salih Îbnul Mirdêsî” ji Kurdî wergerandiye Erebî û “Mirdêsî” wekî ku bavê Salih be, nivîsîye. Ev şaşîyeke ku dîtin û nirxandina wê pir hêsan e. Di rastîya xwe de “Salihê Mirdêsî” ye û wateya “Salihê ji eşîra Mirdêsî” dide. Hemû dîrokzanên dinyayê -çi Misilman, çi Xirîstîyan û çi Cihû- ev dewlet wekî “Mirdêsî” tomar kiriye û di nav Ereban de eşîr an hozek bi navê Mirdêsî qet nîne. Hebe eşîreke Kurd a kevinar a ji Hekarîyê heye û di serî de Şerefxan, paşê jî hebûna wan a îroyîn, derewa hezarsalî betal dikin û vê rastîya dîrokî dipeytînin. Dîsa em zelalkirina dîrokê bidomînin: Ji van dewletên nû yên serbixwe ku li jor behsa wan hate kirin -ên ku di destpêka sedsala dehemîn de ava bûbûn-, herî bihêz Dewleta Bûyîd (Biweyhî) bû. Biweyhîyan li derûdora sala 950yî desthilatdarîya Ebasîyan a li Bexdadê bi dest xist û dest bi êrîşên li ser hawirdorê kir. Di sala 980yî de, hikimdarê Biweyhîyan Adedldewle sefereke mezin biriye ser Kurdên Hekarîyê. Hemû dîrokzan û bûyernivîsên Îslamê destnîşan dikin ku ev sefera han ji bo Kurdên Hekarîyê gelekî dijwar û xedar bû. Ji lew re gelê vê herêmê ji zarokan heta bi pîran hatine kuştin û yên mayî jî yan hatine mişextkirin an jî anegorî derfetên xwe revîyane û xwe li çîyayan parastiye. Nivîsîna vê bûyera qirêj û xwînwar ji bo zelalkirina kok û binyada Mirdêsîyan pêdivîyek bû. Ji lew re dîrokzan û zanyarê Kurd Mîr Şerefxanê Bedlîsî, ew di beşê Mîrnişînîya Mirdêsî de, di pirtûka xwe ya binavûdeng a li jêr Şerefnameyê de tomar kiriye. Dema ew qala Mirdêsîyan û sedema hatina wan a ber bi Gêla Amedê ve (Egil) dike û avakirina wan a Mîrnişînîya Mirdêsî li Gêlê dinivîse, em ji tomarîyên Şerefxan xweş fêm dikin ku ev eşîra dîrokî ya nijadkurd, ji ku, kengî û çima hatiye. Şerefxan anegorî gotinên nevîyên Pîr Mensûrê Mirdêsî dibêje ku: “Di destpêkê de Pîr Mensûrê Mirdêsî li Hekarîyê dijîya û di pişt re ji wir bar kiriye û çûye alîyê Gêlê (Egilê) û li gundê Pîranê yê ku nêzîkî Kela Gêlê dimîne, bi cih bûye…” Lê Şerefxan sedema hatina Pîr Mensûr û malbata wî nenivîsîye û ev malbata Kurd a navdar jî wekî nevîyên Ebasîyan nîşan daye, sedema pênaseya “PÎR” jî nekiriye, ji lew re pênaseya “PÎR” di çanda Kurdî de xwedî taybetîyeke girêdayî ol û bawerîyê ye, lê sedema vê yekê cuda ye û ji bo vê gavê ne mijara me ye, di gotareke din de em ê bi berfirehî behsa vê bikin. Vê gavê em ê mijara xwe bidomînin, Şerefxan bi kurtî wisa didomîne:“Pîr Mensûr li Pîranê terîqeteke mezin ava kir û piştî mirina wî kurê wî Pîr Mûsa kete şûna wî. Piştî Pîr Mûsa îcar kurê Pîr Mûsa, Pîr Bedir bû şêxê tekyayê. Lê Pîr Bedir bavê xwe û bavpîrê xwe derbas kir û Keleha Gêlê bi alîkarîya pismam û mirîdên xwe zeft kir, bi darê zorê ji xwedî stand. Lê piştî demekê Siltanê Selçûkîyan çav berdide welatê wî û ji neçarî Pîr Bedir xwe diavêje bextê Siltanê Merwanîyan û xwe li ba wî di qesira Silîvanê (Farqîn) de diparêze. Heta dagirkirina Silîvanê ji hêla Artûkê fermandarê Selçûkîyan ve, li Keleha Silîvanê dijî û di wê dagirkirinê de ew jî tê kuştin. Pê re piranîya xelkê bajêr jî tên kuştin û serên wan tên jê kirin. Jina Pîr Bedir ji wê qirkirinê difilite û bi duhalî ye. Jê re kurikek çêdibe û ew lawik bi destê Mirdêsîyan ve tê mezinkirin û bi navê “Mîr Bulduk” li ser textê bavê xwe tê rûniştandin…” Dîsa anegorî Şerefxan, mîrnişînîya Mirdêsî ya Gêlê heta dema Şerefxan (1596) li welatê xwe desthilatdar û hikimdar e. Li vir em tê digêhijin ku Pîr Bedir di sala wêrankirina Silîvanê û dagirkirina welatê Merwanîyan ji hêla Artûkîyan ve de tê kuştin. Sala vê bûyera qirêj û hov 1085 e. Pîr Bedir nevîyê Pîr Mensûrê ku cara yekem ber bi Hekarîyê ve hatibû ye û anegorî texmîna me li derûdora 1020 û 1030î hatiye dinyayê. Ji vê agahîyê em fêm dikin ku Pîr Mensûrê bavbîrê Pîr Bedir jî li derûdora 970 û 980yî li gel êl û malbata xwe ji Hekarîyê koç kiriye. A rasttir ji destê Biweyhîyan baz daye an jî hatiye mişextkirin. Sedema hatina wan û dîroka wê, li gel hemberhevkirina agahîyên bûyernivîsan nêrîna me piştrast dike. An ku beşekî hoza Mirdêsîyên Hekarîya wê demê, di sala 980yî de ji destê Adedldewleyê Biweyhî revîyane, xwe li Gêlê parastiye û piştî du nifşan li Gêlê mîrnişînîyeke bihêz û mezin bi navê “Mirdêsî” ava kiriye. Me got beşekî wan û ev bi zanabûn hate gotin. Helbet Mirdêsî tev de bi hev re û bi tevahî ji wê tofanê baz nedaye, ew derfet neketiye destê wan. Di wê rewşa ku “dêyê weledê xwe diavêt” de ev yek ne gangaz bû. Beşekî wan ber bi Gêlê ve çûye, ev hate piştrastkirin. Lê yên din, ew ber bi ku ve çûne? Pirsa sereke ev e û dîsa em ê berê xwe bidin Şerefxanê Bedlîsî ka çi û çawa tomar kiriye… Şerefxan dibêje ku “…ev eşîra han ku di nav vê keleh û wîlayetê de rûdine, ji ber navê serokê Benîkilaban Mirdas, Mirdasî hatiye gotin… di zemanê berê de li derûdora Helebê dewletek ava kiriye…” Li vir xweş xuya ye ku Şerefxan jî, ji gotin û tomarîyên bûyernivîsên Ereb ên berê sûd wergirtiye û ew dubare kirine. Ji lew re hemû bûyernivîsên Ereb û Misilman ên wê demê, damezirenerê Mîrnişînîya Mirdêsî ya ku li rojavayê Feratê û derûdora Helebê ava bûbû, wekî serokê Benîkilabanên Ereb nivîsîye. Di rastîyê de, di dema dagirkirina Hekarîyê ji hêla Biweyhîyan de, wekî ku me li jor gotiye, hemû Kurdên wê herêmê (Mirdêsî jî tê de) ji hev belav bûn û ji bo ku xwe bifilitînin, li gel malbatên xwe baz daye. Pîr Mensûr û malbata wî ber bi Gêlê ve çûne, ev yek ji hêla Şerefxan ve hatiye nivîsîn. Şerefxan di dewama mijarê de dibêje ku; Salihê Mirdêsî li derûdora 1015an, li Helebê serî li ber Fatimîyên Misirî hilanîye û bi ser ketiye. Li wir bûye desthilatdar lê di sala 1029an de di şerekî ku di navbera wî û Fatimîyan de qewimîye hatiye kuştin. Li ser vê bûyera nexweş, malbat û êla wî ji derûdora Helebê derketine û ew jî hatine Gêlê û li wir bi cih bûne, an ku hatine li ba Pîr Bedirê nevîyê Pîr Mensûrê pismamê xwe û di pişt re Pîr Bedir bi alîkarîya van mirovan, Keleha Gêlê bi dest xistiye û bûye hakimê wî welatî. Şerefxan li vir diqedîne û mijarê berfireh nake, helbet sedema vê yekê rewş û mercên wê demê, kêmanîya çavkanîyan, bêderfetî û xwenegihandina çavkanîyên bêalî ye. Hatina Mirdêsîyên Helebê û rojavayê Kurdistanê ber bi Gêlê ve ne ji ber kuştina Salihê Mirdêsî (1029) ye û ne di wê demê de ye. Ji lew re dîrokzan û bûyernivîsên Kurd Îb Şedad û Îbn Elesîr û her weha Yaqût Elhemewî yê Romî, Sibt Îb Elcewzî û Îbn Xeldûn agahîyên bêhempa tomar kirine. Em ê îcar tomarîkirinên van zanyaran binirxînin. Anegorî Îbn Elesîr û Sibt Îbn Elcewzî, Salihê Mirdêsî cara yekem di dawîya sedsala dehemîn de, li Keleha Rehbayê ya Dêra Zorê tê xuyan. Li wir, li gel leşkerên xwe li ba hikimdarekî bi navê Îbn Elmihkan cih digire û parastina wî li hemberî Fatimîyan li ser milê xwe digire. Li vir em dikarin nirxandineke teqez pêk bînin. Wekî ku me li jor nivîsîye, êla Mirdêsî di sala 980yî de ji destê Biweyhîyan ji makewelatê xwe Hekarîyê baz dabû û ji hev belav bûbû. Beşek ber bi Gêlê ve bi rêberîya Pîr Mensûr -çawa ku Şerefxan nivîsîye- çûbû û em dikarin bi hêsanî bibêjin ku beşek ji wan jî bi serokatîya Salihê Mirdêsî berê xwe daye Dêra Zorê û bûne leşkerên Îbn Elmihkan ê hakimê Keleha Rehbayê. Ji lew re koça Mirdêsîyan û hatina Salihê Mirdêsî û şervanên wî li Dêra Zorê heman çax e. Li Rehbayê, Salihê Mirdêsî bi keça Îbn Elmihkan ê hakimê wê deverê re dizewice û di sala 1008an de bi alîkarîya Benî Kilaban, ku eşîreke bihêz û niştecih a wê deverê bû, Îbn Elmihkan ji text diavêje, wî dide kuştin û dikeve şûna wî. Bi vê yekê, mezinahîya Kilaban bi dest dixe û bi leşkerên Kilaban û şervanên xwe artêşeke mezin ava dike û berê xwe dide Reqa û Helebê. Reqa bi dest dixe û bi alîkarîya xelkên Helebê (Kurd û Ereban), ên ku ji zilima Fatimîyan gelek aciz bûbûn, Helebê jî distîne û dibe hakimê Heleb, Reqa û Rehbayê. Ji Cerablusa îroyîn heta Antakyayê, ji Reqayê heta Deryaya Spî erdên xwe berfireh dike û serbixwebûna xwe radigihîne. Sîyaseteke aqilane li gel cînarên xwe dimeşîne û bi Bîzans û Merwanîyan re jî peymanên hevgirtinê girê dide. Bi vê yekê, di herêma xwe de dibe hêzeke berbiçav û heta mirina xwe (1029) hikim dike. Di sala 1029an de Walîyê Misirê Eldizdarî li gel artêşeke mezin berê xwe da Mirdêsîyan û di qada şer de Salihê Mirdêsî tê kuştin. Lê kuştina wî nebûye sedema rûxandina dewleta wî. Li vir divê bê gotin ku Şerefxan desthilatdarîya Mirdêsî di sala 1029an de diqedîne lê dîsa anegorî çavkanîyên ku li jor hatine rêzkirin, piştî kuştina Salihê Mirdêsî, vê carê her sê kurên wî (Nasir, Sîmal û Etîya) xwedî li dewlet û artêşa ku bavê wan ava kiribû derketine û têkoşîna xwe domandiye. Heleb û derûdorê ji Nasir re, Minbic û Rehba (Dêra Zorê ya îroyîn) jî, ji Sîmal û Etîya re dimîne. Ji bo me belkî xala herî girîng, pratîkên Nasirê Mirdêsî ne. Ji lew re, di serdema wî de (1029-1038), ji bo dîrok, çand û avasazîya Kurdan berhemeke bêhempa tê avakirin û heta roja me jî ew avahî wek “Keleha Kurdan” tê naskirin û weha tê binavkirin. Çîroka Keleha Kurdan (Hisn Elkrad): Piştî kuştina Salihê Mirdêsî, kurê wî Nasir (Şibil Eldewle Nesirê Mirdêsî) kete şûna bavê xwe û têkoşîna bavê xwe li hemberî Fatimîyên Misirî domand. Êrîşên dijwar ji başûr, an ku ji Misirê ve dihatin û ji bo ku rê li wan êrîşan bê girtin, anegorî tomarîkirina Îbn Şedad ê dîrokzanê Dewleta Eyûbî, Nesirê Mirdêsî di sala 1031ê de, an ku piştî mirina bavê xwe bi du salan, keleheke zexim û bilind li ser rêya Balbekê ve dihat û digihaşte Tartûs û Himisê ava kir. Sedema avakirina vê kelehê, rêlibergirtina artêşên Fatimî bû û keleh li ser girekî bilind, ê ku li her çar alîyan hakim bû, hate avakirin. Keleh 40 kîlometrî li rojavayê Himisê diket û rêya Tartûs dibirî. Bi vê yekê, Nesirê Mirdêsî xwest welatê xwe bixe ewlehîyê û ji bo vê jî leşkerên xwe ên herî bawer, bihêz û xwedî tecribe li wê kelehê bi cih kirin. Keleh heta dema me wekî ku îro hatibe avakirin saxlem e û ji hêla UNESCOyê ve di sala 2006an de ketiye lîsteya mîrateyên cîhanê. Anegorî nivîsên Yaqût Elhemewî û Îbn Şeddad, leşker û şervanên ku Nesirê Mirdêsî di vê kelehê de bi cih kirine bi tevahî Kurdên Çîyayên Kurmênc bûn û ji ber vê yekê navê kelehê wekî Keleha Kurdan, an ku Hisin Elekrad hatiye danîn lê li gor me ev nêrîn her çi qasî rast be jî, kêm e. Wiha: Wekî ku li jor hate gotin, Mirdêsî êleke Kurd e û ji destpêka sedsala yazdehemîn heta dawîya wê sedsalê, li rojavayê Feratê heta Reqa û Balbekê dewleteke bihêz ava kiriye. Ji ber ku Kurd bûn û ji ber ku xelkê derûdorê (Ereb jî tê de) zanîbû ku Mirdêsî Kurd in, keleha ku Mirdêsîyan ava kiriye, wekî Keleha Kurdan hatiye binavkirin û heta dema me ya îroyîn jî ev nav wekî mîrateya Mirdêsîyên Kurd di nav dîroka Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Sûrîyeyê de dijî. Nîşane û peyta herî girîng û hêja zargotin e û her weha bîra gelan e. Ew keleha bêhempa û binavûdeng, di bîra gelên wê herêmê de wisa maye û ev hezar sal in jî navê wê neguherîye. Nivîs tên guhertin, tomarî tên şewitandin û tunekirin lê bîra gelan, mêjûya civakan bi hêsanî nikare bê jêbirin. Ew navê kelehê tenê têra piştrastkirina Kurdbûn û Kurdmayîna Mirdêsîyan dike û ev rastîya dîrokî di bîra gelan de neqişkirî ye. Piştî avakirina Keleha Kurdan, êrîşên Fatimîyan ketin bin kontrola Mirdêsîyan. Êdî Fatimîyan nikarîbû weha bi hêsanî êrîşî Heleb û Minbicê bikin lê dîsa jî carinan şerên dijwar di navbera her du hêzan de diqewimîn. Di yekî ji wan şeran de, Nesirê Mirdêsî wekî bavê xwe di qada şer de hate kuştin (1038) û vê carê Fatimî bi ser ketin. Piştî vî şerî, anegorî tomarîyên Îbn Xeldûn, Mirdêsîyên Helebê ji neçarî dest ji Helebê û başûrê wê berdan û ber bi welatekî din ve çûn. Ev agahî ji bo me pir girîng e, ji lew re Şerefxan jî dibêje ku Mirdêsîyên ku ji Helebê hatin, wê demê tev li Mirdêsîyên Gêlê bûn, bi hev re Keleha Gêlê zeft kir û Mîrnişînîya Mirdêsî ya Gêlê ava kir. Heta dagira Selçûkîyan, wan (1075-76) hêza xwe zêde kir û piştî kuştina Pîr Bedirê Mirdêsî ji hêla Tirkmenan ve, vê carê bi serokatîya kurê Pîr Bedir Mîr Bulduk, desthilatdarîya xwe ji wê rojê heta dema Şerefxan bi sedan salan domand. An ku divê bê zanîn ku Mirdêsîyên Rojavayê Kurdistanê ne di dema kuştina Salihê Mirdêsî de (1029), lê piştî avakirina Keleha Kurdan (1031) û di dema kuştina kurê Salihê Mirdêsî, an ku piştî mirina Nesirê Mirdêsî (1038) welatê xwe berda û ber bi Gêlê ve, an ku ber bi pismamên xwe ve çûne û xwe li wan parastiye. Hinek ji wan jî çûne li ba birayê Nesir, an ku çûne Reqayê li ba Sîmalê Mirdêsî. Ev wateya vê ye ku pêwendîya Mirdêsîyên Gêlê û Rojavayê Kurdistanê qet qut nebûye û ji destpêka koça wan a bi hev re ji Hekarîyê heta bi rûxandina dewleta wan a li Helebê, tim di têkilîyê de bûn û di encamê de jî dema ketine tengasîyê, wan xwe gihandiye hev û din. Divê ev yek wisa bê xwendin. Piştî Nesirê Mirdêsî, Heleb ji destê Mirdêsîyan derket (1038) lê Minbic û derûdorê heta bi Reqa û Rehbayê, an ku qeraxên Feratê di destên birayê wî Sîmal de man. Sîmal peymanek li hemberî Fatimîyan bi Bîzansê re girê da û xwe li wan parast. Di pişt re jî di sala 1042yan de êrîş bire ser Helebê û piştî çar salan Heleb ji destê Fatimîyan deranî û desthilatdarîya xwe li wir ragihand. Lê wê demê beşekî Mirdêsîyan xwe gihandibû Gêlê û yên mayî jî tev li artêşa Sîmalê Mirdêsî bûn. Sîmal, desthilatdarî ji kurê Nesirê birayê xwe Mehmûd re berda û dest ji desthilatdarîyê kişand (1062). Mehmûd jî li ser şopa bav û kalên xwe bû lê îcar tofana mezin, an ku Selçûkî ber bi welatê wî ve dihatin. Di destpêka sala 1071ê de, an ku berî şerê Melazgirê, Alpaslanê Selçûkî êrîş bir ser Mirdêsîyan û bang li Mehmûdê Mirdêsî kir ku were ba wî û serdestîya wî qebûl bike lê Mehmûd neçû û xwe ji şer re amade kir. Selçûkî gelek bihêz û pirleşker bûn û Mehmûd xeber şand û serdestîya Alpaslan pejirand. Ji ber ku Mehmûd neçûbû ba Alpaslan, Alpaslan aciz bû lê artêşa Bîzansê bi ser wî ve dihat û ji ber vê yekê bi Mirdêsîyan re şer nekir û ji bo şerê mezin ê Bîzansîyan berê xwe da Melazgirê. Mehmûdê Mirdêsî di sala 1075an de mir û kurê wî Nesirê Duyem kete şûna wî. Piştî salekî, vê carê birayê Nesirê Duyem, Mehmûdê Duyem bû mîr lê Mirdêsî ji ber êrîşên Tirkmenan ji hal ketibûn û di encamê de di sala 1080yî de Uqeylîyên Ereb êrîşekî dijwar pêk anî û dawî li Dewleta Mirdêsîyan anî. Piştî 1080yî Selçûkîyan Rojavayê Kurdistanê bi tevahî kontrol kir û heta dema Zengî û Eyûbîyan rewş weha ma. Piştî Eyûbîyan Memlûkî bûn desthilatdar û wan jî heta dema Osmanîyan hikim kir. Heta Cenga Cîhanê ya Yekem, Osmanî hikimdar bûn. Piştî şerê mezin heta roja me pêvajoyê dewam kir û Keleha Kurdan… Em vegerin mijara xwe… Keleha Şovalîyeyên Hospîtaler a li Sûrîyeyê, a ku li derûdora sala 1125an ji hêla Frankan ve ji Kurdan hate standin û di sala 1202yan de careka din hate avakirin. Kevaleke wê ya nimînendeyî ya -restorekirî; ji lêkolîna M.G.Rey a bi navê “Bermahîyên Avasazîya Xaçparêzan a Li Sûrîyeyê”. Keleha Kurdan û leşkerên Kurdên ku di navê de bûn, heta 1099an keleh parast û dest jê û hawirdora wê bernedan. Di sala 1096an de seferên xaçparêzan li Rojhilata Navîn dest pê kir û di destpêkê de hêzên Mesîhî li Çîyayên Kurmênc û paşê jî li Helebê bi gelên van deveran re dest bi şer kir. Wan dixwest ku xwe bigihînin erdên pîroz û li ser rêya wan jî Keleha Kurdan hebû. Kurdên xwedîyên kelehê li hemberî vê artêşa mezin li ber xwe da lê artêşa li hemberî wan pir dijwar bû. Ji ber vê yekê peymanek li gel xaçparêzan girê da û keleh bê şer radestî wan kir (1099). Xaçparêzan ev keleha mezin û zexim spart şervanên pîroz ên xaçê (Şovalîye) û heta 1271ê ev keleh di destê wan de ma. Xaçparêzan jî ew keleh wekî “Le Crat (Lo Krat)” bi nav kir, ji ber ku Ereban ji kelehê re digot Hisin Elekrad (Keleha Kurdan), Ewropayîyan jî ev nav neguhert û wan jî ew wekî Keleha Kurdan bi nav kir. Lê piştî demekê wan navê wê kir “Krak des Chevaliers” ku di zimanê wan de wateya “Keleha Şovalîyeyan” dide. Selahedînê Eyûbî keleh sê çar caran dorpêç kir lê nikarîbû zeft bike lê Siltanê Memlûkîyan Baybars di 1271ê de, ji ber lawazbûna Şovalîyeyan ev keleh zeft kir û leşkerên xwe tê de bi cih kirin. Paşê di sala 1517an de Osmanîyan desthilatdarîya Memlûkîyan rûxand û keleh jî bi dest xist. Vê gavê jî Keleha Kurdan di nav sînorên Sûrîyeyê de wekî mîrateya Mirdêsîyên Kurd dimîne û ji hêla UNESCOyê ve wekî yek jî mîrateyên dinyayê hatiye ragihandin. Apo Osman Sebrî yê Mirdêsî û Roja Me Dema mirov hewl bide ku dîroka Mirdêsîyan binivîse, helbet bêyî bîranîna nivîskar, helbestkar û têkoşerê gewre yê Kurd Apo Osman Sebrî nabe. Ji lew re Apo Osman Sebrî jî yek ji endamên malmezinên Mirdêsî bû û ev rastî di bîranînên wî de hatiye nivîsîn. Her weha Osman Sebrî agahîyên girîng jî der barê Mirdêsîyan û di pêvajoya dîrokê de jihevbelavbûna wan de dide. Apo Osman di beşê ku behsa Mirdêsîyan dike de weha dibêje: “Eşîra me Mirdês parçeyekî emareta Mirdês e ku sernîveka wê bajarê Egilê (Gêlê) bû. Piştî qelsî û jihevdeketina emaretê mîrekan her yekî alîyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe…” û didomîne ku piştî qelsbûna Mirdêsîyên Gêlê, mirov û pismamên wî bûne sê bir û berê xwe daye sê cihan. Beşek ber bi Enqere û Konyayê ve çûye û li wir bi cih bûye, beşê duyem li pişta Amedê maye û beşê seyem an ku malbata Ap Osman Sebrî jî li Gergera Semsûrê û derûdora Çîyayê Nemrûdê bi cih bûye. Ji gotinên Ap Osman em tê digihin ku qedera Mirdêsîyên Kurd tim koçberî û têkoşîn bû. Ev rewş di bedena Ap Osman de bûye xwîn û goşt û Ap Osman bi hebûna xwe qedera Mirdêsîyan nimandiye. Jîyana wî tim di koçberî, heps û zindanan de bi awayekî mişextkirî derbas bûye lê qet gavek bi paş ve neavêtiye û tim têkoşîna xwe li hemberî neheqîyê domandiye. Her weha xwe ji xizmeta çand û zimanê Kurdî jî dûr nexistiye û kedeke pîroz di ber Kurdî de daye. Îro jî nevîyên Mitanî, Med, Mirdêsî û hemû şaxên gelê Kurd di welatê xwe de li hemberî koledarîyê li ber xwe didin û bi hêzdayîna çand û dîroka xwe ya bi hezaran salan û bi hişmendîya van nirxan dîsa tê dikoşin û nimînendetîya qencî, aştî, aramî, wekhevî û azadîyê li hemberî xerabî, koledarî û hovîtîyê dikin… Wekî ku pêşîyên wan bi hezaran salan kiriye... (Ev gotar di hejmara 15-an a Kovara Sormey-ê de hatîye weşandin)