Ferman û Êzdî 09:13 19.07.2017   Du cêwînavk, du hemşirîkên 1400 salî.     Êzdî. Qewmê fermanan. Bermayên fermanan. Qurbaniyên sedsalên xwînî. Koçber û malwêranên îslama tundrew.     Belê, meriv kîjan gotinê jî bibêje,  çi navî jî lê bike, têra êşa hêsrên dayikeke dilşewitî, bisk û guliyên keçeke bermirad, bûkeke destbihine, zavayekî salê û zarokekî stûxwar nake. A ku bi serê Êzdiyan de hatiye, yek ew yek jî Xwedê dizane.     Bi hesab û defter, tam ev hezar û çarsed sal in, ku her xwîn ji bedena êzdiyên bêguneh diherike.     Sûcê wan çi ye?   Êzdayetî û kurdbûn e.   Eger gunehkarek hebe, ew jî Xwedê ye. Ji ber ku wî Êzdî afirandin weke her miletî. Ên ku xwestin û dixwazin Êzdiyan tune bikin di esasê xwe de li dijî Xwedê radibin.     Binêrin, Îslamîstên ku qaşo xwe şervanên Xwedê dibînin, şûrên wan her gav bi xwîna Êzdiyan sor e. Ew hovana, li bendêne ku tevî vê gemar û kirêtiya xwe derkevin hizûra Xwedê û herin buhiştê!     Wan Xwedênenasên hov û dirinde, bi kiryarên xwe ên derveyî xwezaya mirovatiyê Xwedê kuştin, xwe xistin dewsa Xwedê û bi navê wî qet derfet nadin ku qûrnekî bi tenê ji, Êzdî ji şeran vehêsin, birînên wan qalik bigrin û êşên wan hinekî dawerivin.     Navê Êzdiyan û fermanan her du, wekî ciwiyên hev in. Ev metaforeke xwezayi ye. Yek bi xwe re a din jî tîne ziman. Yanî eger kin were gotin, mînakeke din bi vê nolê li ser rûyê dinyayê ne peyda bû ye û ne jî dê peyda bibe.     Tu miletê ji sedema ol û netewa xwe, ewqasî bi komkujiyan re rû bi rû mabe nîne. A ku bi serê Êzdiyan de hatiye ne çarenivîse, ne jî reşqeder e. Hovitiyeke wisaye ku navê wê di pirtûk û ferhengan de hilnayê, nîne.     Lema tu milet nikare bi qasî  Êzdiyan êşa fermanan hest bike, fêm bike û bi rixma her tiştî dîsa jî tevi kul û birînên xwe ên kûr li jiyanê bimîne û bijî.     Di dîrokê de û îro jî, ên ku xwe xistibûn dewsa Xwedê û êzdî dikuştin, di destên wan de alên reşqetranî hebûn, ku navê Xwedê li ser nivisîbûn. Wan hovên neyarên hebûna mirovbûnê, di dema tevkujiyê de mêr dikuştin, ziyart hildiweşandin, pirtûk û pîrozankê dîrokî û çi tiştên nîşana Êzdiyatiyê bûna û bêhna Êzdiyatiyê jê dihat dişewitandin. Jin û tiştên bl nirx wekî xenîmet ji xwe re dibirin. Mal li hev par vedikirin, jin an li xwe mar dikarin an jî li bazaran difrotin. Wekî ku îro jî difroşin. A ku îro DAİŞ dike û a Omer ê Bin Xetab kiriye ji hev ne cûdaye.     Ji bilî ku ez li ser fermanan, encamên ku fermanan bi xwe re anîne, bandora fermanan ku çawa li ser êzdiyan bi sedsalan dom kiriye rawestim, dixwazimbi kurtayî  li ser gotina "Fermanê" rawestim.     Ferman. Ev gotin, ji hêla cimata Êzdî de, li dewsa gotina "Jenosîd" an jî "Komkujî" wekî metafor hatiye gotin. Di heqîqetê de ev gotin  bersifa jenosîd û tevkujiyê nade. Lê belê Êzdî bi gotina fermanê, behsa komkujî, jenosîd, qirkirin, jikok de rakirin, qelandin û komkujiyê dikin. Tenê ew dizanin "Ferman" ji bo wan te çi wateyê.     Ferman çi ye?     Koka gotina fermanê, ji zimanê farisî ye. Ev gotin, bi Îslamê re derketiye holê û herî zêde, di dema imparatoriya barbarên Osmanî de hatiye bikaranîn.     Di derheqê tiştekî de, bûyerekê de, nîşan an jî ji emrê padîşahan ê nivîskî re, ferman dihat gotin. Gava padişah û siltanan, xelîfe û xwdênenasan namayên komkujiya êzdiyan dişandin û digotin êzdiyan; "An werin "ser dîne heq" an em ê serê we jêbikin, Êzdiyan li ber vê daxwaziyê serî radikirin. Lê her carê encam dibû komkujî û malwêranî. Bi vî hawî navê komkojî û jenosîdê li nava Êzdiyan bû ferman. Her carê digotin, "Fermana me ji filan derê rabû."     Bêgûman eger em jenosîdên li ser Êzdîyan pêk hatine wekî ferman bi nav bikin, ev ferman bi talan û fethên Îslmê re dest pêkirine û hetanî roja me dom dike. Ê ku bi navê Xwedê û fermana Quranê,  komkujiya destpêkê li ser kurdên Êzdî pêk anî, bê guman, xelfeyê îslamê ê duyemîn, Omerê Bîn Xetab e. Îro ferman dîsa bi navê Xwedê û quranê ji hêla DAIŞ ê de tê meşandin. Cardin armanc ji kok de qelandina ola Êzdî û Êzdiyatiyê. Çîrok heman çîroke, armanc heman armanc e.     72 Ferman an 73-74   Heya ku 14.08 2007 an tevkujiya li Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêr rû da, Êzdiyan bi giştî digotin, di dîrokê de 72 Ferman li me rabûne. (Lê bi nivîs wekî meteryal 72 ferman li ber dest nînin) Qismeki Êzdiyan ev komkujiya ku li Sîbayê û Gir Ezêr rû da, wekî fermana 73 an bi nav kirin. Piştî tevkujiya Şengalê a 03.08.2014 an, ev tevkujî jî, wekî fermana 74. an hate li qelem dayin.     Reqemê 72. an, bi qenata min, weke metafor hatiye bi kar anîn. 72 milet, 72 mezheb, 72 ferman...     Lê rastiyek heye ku, ji Omerê Bîn Xetab bigrin heya bi tevayiya paşa û Siltanên Osmaniyan, ji wir heya bi Paşayê Kore, Bedirxaniyan û DAIŞ ê, van navbuhriyan tevan şûrên xwe destpêkê li ser Êzdiyan ceribandine. Van hêzan tevan jî hewil dane ku Êzdiyan li ser rûyê dinyayê ji kokê de rakin, biqelînin, tune bikin. Lê ji ber tifaq û dilsoziya Êzdiyan a bi hev re, girêdana bi axa bav kalan re, baweriya wan a bi ola resen re, rûhê wan ê berxwedêr, hîştiye ku hemû armancên xêrnexwazan di qirikên wan de bimînin. Lema hemû hewildanên dijber badilhewa çûne.     Lê mixabin vê carê rewş pirr cûdaye ji carên berê. Îro Êzdî di nava xwe de bê tifaqin, qutbûna ji axa bav û kalan ji bo wan ne xeme. Hezkirin û girêdana olî bi giştî ne wekî berê xurt e. A ku Êzdiyan berbe tunebûnê bibe ev rewşa heyî ye.   Ferman, ji koka xwe qutbûne. Ji bo berjewendiyên takekesî li cem qesasê xwe cî girtin e..! Mixabin ku îro bireke Êzdiyan, bi qesasê miletê xwe re heval in..!     İbrahim Osman ibrahimosman@gmx.ch