HEYA KU EM LI XWE VENEGER’IN, EV ÊŞ Û AZARÊN ME DÊ HER HEBIN! 06:51 20.03.2018   Ezîz ê Cewo ... Ca li van dîmenên ji Efrînê binihêr’in: bombebaran wêranî û t’alaan, kuştin û koçbrî!... Ca li ç’avên van zar’okan binihêr’in!..   Gelo emê ji bo van hemûyan bersîvê ji k’ê bixwazin?   Efrîn!...   Ji vir û pêva mafê me (wek net’ew) nine, ku em gazinên xwe li dagerkerên hov û har, an li cîhana bêwijdan û bê exlaq bikin… Em ji dîrokê dersan derxînin, dersên ku dikarin r’êya r’onî li pşîya me vekin û dawîyê li van r’ojên r’eş bînin! Û evê jî her em dikarin pêkbînin, eger formûleyekê bibînin, formûleya ku me hemûya bigihîne hev û di nava xwe da me hemûyan bike YEK – yek dil, yek mejû, yek gîyan û yek vîn! Ku em hemû bi net’ewî bînvedin, ku em hemû bi net’ewî bijîn, bifikirin û t’evbiger’in!..      Belê, yekîtîya net’ewî me divêt, ji bo ku êdî di dîrokê da ç’êlikên dêlegurê û cewrikê r’ûvîyê best û beyaran di welatê me da nedin tewlebazan, ku xwîna gelê me neher’ike k’ûçe û kolanên bajarên me, ku êdî ew tirs û xofa di ç’avên van zar’okên me da tê xuyan, t’unebe…       Û, lewra jî divê ne ku em t’enê ji bo wê bidin heşê xwe, serê xwe bêşînin, k’a emê r’oja îro  çawa dijmin ji Efrînê r’aqetînin, an di wê da t’une bikin, lê wisa jî ji bo wê, k’a emê ç’awa ewleyîya wan zar’okan (û yên ku hê nehatine vê cîhana gunehk’ar!) misoger bikin!..     Û ji bo vê jî, dîsa pêdivî û giringîya Yekîtîya Net’ewî dertê holê!   Lêbelê, yekîtîyeke çawa?   Îro ji vir û wir hinek r’adibin û qala vê yekîtîyê dikin, heya ewqas dibêjin, ku ew bûye wek benûştekkî qetyayî!..   Û dîsa pirs dertê holê – yekîtîyeke çawa û yekîtîya bi k’ê r’a?   Îro ji hinek şêwr û şîretan didin, dibêjin:    – Bibin yek! – Û heya gotinên hostayê pênûsê Cegerxwînê Mezin tînin – K’urdino bibin yek, eger hûn nebin yek hûn ê her’in yek bi yek!   Belê, rast e, ev pirsa t’unebûna yekîtîya net’ewî wek êşa diranan dijene!   Belê, yekîtîya net’ewî me divêt!   – Hema yekîtîyeke çawa?!   – Hema yekîtî bi k’ê r’a?!   Belê, wek ku pêşîyên me gotine – tiştê herî hêsan, ê ku mirov dikare bide hev, şêwir û şîret in!   Lêbelê, ya me, r’êyek me divêt! – R’êya avakirina Yekîtîya Net’ewî, û ev jî tiştekî wisa hêsan nine!   Divê em bizanibin, ku t’enê bi pêkanîna Kongrêss, konfêras an sîmpozîûman yekeîtî nikare bê!   Ji bo yekîtîya net’ewî ava bibe, divê em (dîsa wek net’ew!) xwe ji wan paxs û gemara hezarê salan paqij bikin, a ku dijmin bi şûr, bi r’êya bawerîyên bîyanî, bi r’êya p’erwerdeya xwe ew hemû li me hesikandine, û gelê me nivş bi nivş weke xwe kirine û ew ji bo xwe kedîkirine … Û îro em bi xwe ji xwe dûrketine û li xwe bûne dijmin!   An na, ev daxwîyanîyê ENKS, PDK û derdorên wan ç’avkanîya xwe ji k’u digirin?!   Piştî berxwedana 58 rojan a li dijî dagerkerîya navnet’ewî (ew t’enê dagerkerîya dewleta T’irk nîne, xwedîyê wan dagerkeran ên derva jî hene – NATO, Ewropa û DYA, … û ev jî ne bes bûn, R’ûsîyay jî li wan zêde bû!) şer’vanên azadîyê bi beşekî gel r’a xwe ji Efrînê vek’işandin  (18. 03. 2018) û berxwedan werguhêrî şer’ê gêrîllatîyê kirin… Û bi vê boneyê walîyê Silêmanîyê di herêma xwe da sê r’ojan şîn r’agîhand. Mirov dikare t’enê bi r’êzdarî helwesta xwe li hember mirovên wisa dyar bike! Lêbelê, sibetirê Nêç’îran Barzanî û Qubad T’elebanî daxwîyandine, ku mafê walîyê Silaêmanî nine, şînê r’agihîne!...     Çawa dibe?!   De, îjar werin, û ji van r’a bibêjin mirov (em k’urdîtîyê daynin hêlekê!)! Çawa dibe – ji bo ku mirov di welatê xwe da şîna net’wî r’agihîne, ji bo wê sînor hene, gelo? An destûra dewleta t’irk pêwîst e? Ma Başûrê K’urdistanê herêmeke T’irkîya faşîst e, û ew herdu jî ji hêla Erdoxanva li wir hatine p’eywirdarkirin?   Dertê holê, ku wisan e!     De, îjar, ên ku bang dikin – bibin yek! Bila bibêjin, k’a mirov bi van r’a dikare bibe yek? Ma, evan dê bikaribin, xwe ji wê xiyanetê, xwefiroşîyê û gemara dijiminê kal û bavan bişon û berbi yekîtîya net’ewî va bên!..   Dîroka mirovahîyê mînakeke wisa nizane!   Û ew jî evê yekê baş dizanin!   Lewra jî, ev r’êya berbi yekîtîya Net’ewî va dê wisa hêsan derbaz nebe, dê berxwedanekê ji hêla wan va hebe, yên ku nexweşî û kenc û kulên dijminan in di nav meda! Û ji bo ku ev berxwedana lewaz bibe, yan jî  ji hole r’abe, divê têkoşînek bê meşandin, têkoşîna qazenckirina yên xalifî, lê yên ku xwe bi xizmeta ji dijmin r’a, bi xiyanet û xwefiroşîyê herimandine û derbe gîhandine berjewendîyê net’ewî, di dîrokê de hîç net’ewekê jî ew efûnekirine!     Wisan e, di t’u dem û dewranan da ji hêla hîç k’om û gel û net’ewan va xiyaneta net’ewî nahatye efûkirin!   Heya em xwe bi wê bixapînin, ku avakirina Yekîtîya Net’ewî bi mirovên weha r’a dikare pêk bê, emê (dîsa, wek net’ew!) bidin der…   Lêbelê dema di derbarê net’ewa k’urd û yekîtîya net’ewî da tê axavtin, divê bê zanîn, ku ewên xwe li xiyanet û xwefiroşîyê girtine, ne hemû gelê k’urd in, ku gelê k’urd bi giranî bala wî li ser yekîtîyê ye. Û  dema êrîşên dewleta dagerker a T’irkîya faşîst ew yek dîyar bû – di nav herçar p’arç’eyên K’urdistanê û k’urdên dervayî welat da gelê me yê Başûrê K’urdistanê di pêvajoya piştgirîya berxwedana serdemê ya Efrînê da bi dilsozîya xwe, bi bir’yardarî û t’evgerbûna xwe di r’êzên pêş da bû û heya dawîyê ji bo Efrînê li ser p’êyan bû û îro jî li ser p’êyan e!… Û ya ku dê xiyanetê t’une bike jî, hema ev helwesta gel e!   … Û Efrîn bi berxwedana xwe ya dîrokî va ne ku t’enê bû mînakeke lehengîya bêhemp’a, lê wisa jî bû navendekê, ya ku li dora wê yekîtîya net’ewî tê hevhûnandin…   Û ya ku ji vir û pêva divê bê xurtkirin û pêşxistin jî, hema ev e!   Bi berxwedana Efrînê T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî derbazî asta têk’oşîna ji bo mafê gelê k’urd a nû dibe, û ev têk’oşîn dê hemû hêzên net’ewî li dora xwe bicivîne, ji wan hêzê bigire û wan bi hêz bike, û bigihîje serk’evtinê!..   Gelê k’urd di têk’oşîna xwe da mafdar e, û serk’evtênê ya wî be!        19. 03. 2018   Pyatîgors/R’ûsîya