NÎSAN BÛKA SALÊ YE 06:57 23.04.2018   Destpêkê, bi çend hevokên kin be jî, dixwazim cûdayetî, xweserî û taybetmendiya ola Êzdî ji olên din bînim ziman. Ola Êzdî, Ezdayî, yek ji wan olên xwezayî ên kevana zêrîn a herî xweser û qedîm e.  Qet guman nîne ku, ola Êzdî çavkaniya hemû olên semawî ye. Olên sereke tev piştî Êzdiyatiyê peydabûne. Bi hemû tayibetmendiyên xwe ve, ev ol cûdaye ji tevayiya olê semawî, ên yek Xwedênas. Di êzdiyatiyê de hêza qencî û xerabiyê nîne. Hêza rêvebir yek e, qencî û xerabî ji ba mirov bi xwe ye. Ola Êzdî, ola milêtê kurd a destpêkê a resen e. Ji ber ku heyvanê vê olê, li gola miletiyê, bi kurdî meya ye. Li vê dinê û axretê, zimanê vê olê bi Kurdî ye. Lewra li gorî baweriya Êzdiyan, xwedayê afrînêr ku Êzdî jî wekî her kesî ji xwîn, goşt, hestî, çav, guh, aqil, bîn û çav afirandine, ew bi kurdî jî dizane. Di nava dirêjayiya dîrokê de, her çiqasî bandora Musilmantiyê li Êzdîyatiyê bûbe jî, lê rastiya reseniya xwe di kûr de veşartiye. Ji ber ku ji destpêkê de, motîfên baweriya vê olê, ên çandî û zimanî, kakilê bedena wê seranser bi kurdewariyê hatiye hûnandin.  Em nuha vegerin mijara xwe. Li gorî bîr û baweriya bawermendên Êzdî,(Ji ber ku rê û rismên ola êzdî bi aweyekî rêk û pêk niviskî li ber dest nîne, ez nêrîn û şîroveyên bawermendên Êzdî wekî referansên bingehîn digrim dest) li gorî wan, meha Nîsanê cûdaye ji tevayiya mehên salê.  Nîsan meheke pîroz e. Di Nîsanê de xweza, di meha zayin û beridandina xwe a herî li jor û har de ye. Xweza çilîn e, rengîne û xav e. Ji ber ku Nîsan wekî bûka salê tê pejirandin, xemilandina bûkeke din gunehe li ba Êzdiyan. Lema ên ji pêsîra Êzî bin, di meha Nîsanê de nazewicin, bûka naxemilînin û xwestiyên xwe dernaxînin. Lê a herî bingehîn û girîng ev e. Di ser her tiştî re, Ezda yê (Xwedayê) afrînêr yek e. Ji erş heta ferş her tişt girêdayî vê hêza afrînêr e. Di binya wî de heft milyaket hene û her yek ji wana bi karekî ve erkdar e.  Her sal di roja Çarşema piştî 13 Nîsanê de milyaket dest diguherin. Her salê milyaketek dinyayê bi rêve dibe.  Pîrozî û bûkaniya Nîsanê ji vê baweriyê tê. Îbrahîm Osman  ibrahimosman@gmx.ch