WÊJE - 1 12:56 25.04.2018   ÇANDÊN DESTPÊKÊ   Bêjeya Çandê di bingeha xwe de tê wateya çandiniyê. Her wiha ji bo herêmên avî yên çem û rûbar lê, çandinî lê xweş dibûn û yekem civakên pêşketî, ango çandên pêşketî lê hatibûne avakirin re jî dihate gotin. Li deverên wiha pergaleke tevlîhev a avdaniyê hatibû pêşxistin û ev pergal çinîn ango mahsula zeviyên çandî zêde dikir. Bi van pêşkeftinan re mirovan xwe li gund, navçe û bajaran girt û li wir bi cî bûn. Di nav herikîna demê de ev bûne wekî organîzasyoneka sabit ango neguher.    Ev pêşkeftina bi lez bedêla xwe jî hebû. Bikaranîna koleyan mazmazka vê pêşkeftinê bû û tu kesekî pirsiyariya dabeşkirina civakê wekî kesên kole û yên azad nedikir. Di salên 50yî yên Beriya Zayinê de nivîskarê romayî Varro wiha li ser rewşê wiha nivîsiye: Alavên gundiyan dikarin bi sê beşan bêne dabeşkirin; yên eşkereker (tîpîk), yên nîv eşkereker û yên lal. Ango kole, ga û halet. Çandên bilind ên pêşîn B.Z. bi 3000 salî di navbera çemên Dîjle û Feratê de Sumerî bûn û li newal û geliyên Nîlê jî Misirî bûn. Piştî demekê jî li Çînê Huanghe û li newal û geliyên Hindê, çanda kevnare ya hindiyan. Bi zagonên ji bo birêvebirina civakê, bi dabeşkirina desthilatdariyê, bi awayekî zelal dewlet bûn. Karmendên dewletê û keşe û beşek ji pîşekarên zîrek xwedî statuyeke bilind bûn. Lê li seriya hemiyan hikimdarek hebû. Ew kevirê herî jor û dawî yê vê pîramîdê bû. Ew bû yê herî nêz û têkildarê xudawendan. Gelek caran ew bi xwe jî wekî Xudawend dihate dîtin û hebandin.    Di vê serdemê de hunera nivîsê bi pêş ket. Lewra hunera xwendin û nivîsandinê bûbû xwedî wateyeka mezin a bikêr. Nivîskarî bûbû pîşeyeke grîng. Helbesta "Nivîskarê baş" li ser papyrus ango pelikên Misirî yên ji serdema B.Z. 1200 salî mayî hatin dîtin û di rêzikên dawî yên vê helbestê de wiha tê gotin: Bibe nivîskar! Dê te ji bacê azad bike û ji xebata fîzîkî rizgar bike. Bibe nivîskar! Tê bi destên narîn û nermik, giran giran bi kincên sipî bi rê ve biçî û ji aliyê qesra şahiyê ve bi rêzdarî bêyî silavkirin.   Wêjeya kevintirîn   Hunera nivîsê di destpêkê de ji bo zagonan û hesaban dihate bikaranîn. Lê di demeke kin de det pê kir ji bo tiştên din jî bê bikaranîn. Çîrokên afirîneriyê kiryareka hevpar a çandên bilind bû. Li gel ku her du çand (Sumerî û Misirî) wekî erdnîgarî ji hev dûr bûn jî, li ser gelek xetên hevcure bi pêş diketin. Ev jî yek ji meraqa hemû mirovan e ku hîn jî nebişkifandine. Cîhana li der û dora me çewa çê bû? Çewa bû dema ev hemî tişt rû dan? Em bixwe çima hene?   Çîrokên bi vî rengî wekî mît ango efsane têne binavkirin. Mît, vegotinên li ser bingeha hebûna mirovan, pêkanînên xudayî ne. Ew vegotinên li ser afirandin û hilweşîna cîhanê ne. Lê di heman demê de li ser çêbûna mirin û xerabiyê ne. Yan jî, em çewa dikarin xwe ji van rizgar bikin. Bi giştî û di heman demê de bi van efsaneyan re kult ango perestin derketin holê. Bêjeya kult ku têkiliyeka xwe ya aşkere bi kulturê ango çandê heye, nêzî gotinên mîna lênêrîn, sexberî kirin û dia kirinê ye jî.    Her wiha bêjeyeka din jî rîtuel e. Ango çewabûna birêveçûna nav vê kultê ye. Ji bo mînakeka berçav: Xirîstiyanî bi giranî li gor mît ango efsaneyên încîlê ango Peymana Nûh diçe. Ev kult, di rêya xizmet û gaziya Xuda de tê pêkanîn. Wekî pêkanîna rîtualên strandina qewlan, aşkerekirina baweriyê û weazan. Heman qalib di Îslamiyet, Yahûdîtî û gelek ji ol û baweriyên îroyîn yên din de jî hene.   1 MÎT, ÇAND Û RÎTUALÊN ÎROJ Îroj ev her sê têgeh ne tenê di nav olan de lê bi awayên cuda jî di nav me de hene. Dibe navdarek futbolê an muzîkê heye ku tu heyranê wî, an jî wê yî û ew ji bo te mezintirîn fîgura nêzî mîtolojiyê ye. Kengî tu diçî maçekê an jî konserekê, ew dikare ji bo te wekî bûyereka mezin be. Dibe ku tu li wir hinek rîtualan jî pêk tînî; wekî pêxistina hesteyekê, an ronahiyekê, an hejandina alayekê, an jî gotina straneka taybet a ji bo pîrozkirinekê. Tu van tiştan bi tena serê xwe dikî an hûn wekî grûbekê dikin? Ev û mînakên bi vî rengî dikarin bêne nîqaşkirin. ----------   Baş nayê zanîn ka efsaneyên dîrokî kengî hatine nivîsîn. Pirê caran wekî gelêrî ne û wisa tê bawerkirin ku ji aliyê ramanên Xudayî ve hatine nivîsîn. Ango nivîskarên destpêkê yên efsaneyan xudawend in. Ev jî dide xuyakirin ka çi wate li van efsaneyan têne barkirin. Lê ne pir balkêş e ku xwînerên pêşîn ên van efsaneyan jî xudawend bixwe bin! Sumerî û Misirî dema dimirin tekstên hatine nivîsîn bi xwe re vedişartin. Pirê caran ev nivîs li ser tiştên baş ên di jiyana wan de rû dane bûn. Gelek tekst jî li ser dialogên xudayî bûn.    Îroj em dibînin piraniya tekstan xwedî nivîskarekê ne. Di çandên destpêkê de ev ne wisa bû. Lê li gel vê jî navbeynkar û şirovekarên tekstan di nav civakê de xwedî ciyekî bilind bûn. Lewra ew bûn yên baştirîn têdigihiştin. Gotina xwendin ango perwerde û çandê jî wateya xwe ji vir digire ku em pirê caran wan bi hev ve girê didin.    2 PERWERDE ÇIYE? Li ser înternetê û li ansîklopediyan têgiha perwerde yê tê nîqaşkirin. Mirov dikare li ser wateya vê têgehê bikeve nava lêgerîn û nîqaşan û tarîfa vê têgehê bike û bersiva vê pirsê bide: Kî ye kesê perwerdekirî? -----------   Wêjeya herî kevin bi giranî tekstên li ser zagonan û yên olî bûn. Lê pêdiviya mirovan ji destpêkê ve bi hestên xurt û şahiyê hebû. Gelek tekst jî hebûn ku çîrok û vegotinên bi kelecan bûn. Kult gelek caran bi rêya klam û stranan dihatine kirin. Caran dişibiyane tiştên dramatîk. Wisa çê bûn û bi pêş ketin ev her sê awa; epîk, lîrîk û dramatîk.   Ji bo beşa 2 bitikîne!