AWIREK Û MANÎPULASYON 08:38 05.05.2018   Hinek xwe li ser rastiyên jîyanê dihonin û di jiyanê de ”wenda” dikin!  Hinek jî xwe bi manîpulasyonan dihonin û ”kar”dikin!  Îcar ji ber pergala cîhanê ya heyî bixwe jî berhema manîpulasyonan e, jîyanê jî bi manîpulasyonan dihone. Lewra yekane sedema hebûna pergalê manîpulasyon in. Îcar kesên ”jîr”, vê rastiyê zû dibînin, jîyana xwe jî li gor vê rastiya pergalê dihonin.  Ev yek êdî sedema hebûn û jîyana wan bixwe ye, nikarin wekî din he bibin! Lê jîyan, li ser pişta yên wê û di wê de ”wenda” dikin bilind dibe û paqij dimîne. Yên li ”kar”ê, yên têkçûyî ne ku jîyanê jî bi xwe û nexweşînên xwe re digemirînin. Li bin her pirsgirêkekê pirsek û bersivek veşarî ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê xwe bigihêjînî bersivê. Ji bo bikaribî xwe bigihêjînî bersivê, divê li pirsa rast bigerî û wê bibînî. Ew jî têre nake, divê wê pirsa rast di dema herî rast de, li zemîna, ango devera herî rast bikî. Çendî mêjî mezin bibe, ewçendî jîyan dibişkive. Çendî poz bilind bibe, ewçendî mirov têk diçe.  Mirov an li ser şaşiyên xwe, an jî li ser şaşiyên kesên din hînê jiyanê dibe! Kesên li ser şaşiyên kesên din hînê jiyanê dibin bêtir li karê û bêtir şa ne, lewra kêmtir diêşin. Mirov dikare bêje kesên jîrtirin jî.  Herkes bi qasî xwe ye. Ji xwe zêdetir ne dikare bike û ne jî dikare bêje. Lomaye ku bi taybet mirovên bi kul û kêm pêdivî bi rûpoşan û xwewerimandinê dibînin jib o manîpulekirina rastiya xwe. Ji bo vê jî populîzm û polemîkê bikar tînin. Êdî ev her sê tişt; manêpulasyon, populîzm û polemic reng û rêçik û rûçikê jiyana wan e. Ew êdî ew in û bixwazin jî nikarin bibine tiştekî din. Ango PMM êdî rastiya wan a vê jiyanê bixwe ne.  Îcar polemik populizm û manîpulasyon xwarin û vexwarina nezanî û erzaniyê ye, nexwin nikarin bijîn. Mirovên jîr nabine xwarin! Jixwe ya rasttirîn, dema tevger û gotin ji qama xwediyê xwe mezintir bin divê neyêne dîtin û bihîstin û bê bersiv bimînin! Wêjevanekî baş, baş dizane mirov an bixwe, ji xiyal û fantaziyên xwe diafirîne, an jî mirov li ser çîrokên hatine jiyîn dihone hunera xwe. Dema mirov bixwe biafirîne, êdî pîvan û her tişt jî mirov bixwe ye, çewa bixwaze nivîskar wê wisa bihone. Lê dema ji jîyanekê bigire, wê demê divê baş lê bikole. Eger pêkan be ji devê yekem, eger ne pêkan be ji devê herî nêzîkê çîrokê guhdar bike bi hemû kitekitên çîrokê ve, dem, karekter, serpêhatî, cî, zemîn, atmosfer û hwd. Yan na dibe gotegotên li ser şiîran an li ber tendûran ku ew jî nabe wêje û nivîskarî. Lê dibe bêexlaqî ku kana her cure bêexlaqiyê nezanî bixwe ye. Mirovên nezan nikarin bibine nivîskar  Mahabad Felat